Partiya Demokrata Pêşverû: Em helwestên Serokê YNK bilind dinirxînin

Partiya Demokrata Pêşverû: Em helwestên Serokê YNK bilind dinirxînin

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, helwest û piştevaniya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNKê) Bafil Celal Talebanî ji bo Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxîne.

Îro roja pêncşemê 13/3/2025 şandeke bilind ku ji cîgirê sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Ehmed Silêman) û endamê mekteba siyasî û nûnerê partiyê li Herêma Kurdistanê (Elî Şemdîn) pêk hatibû, serdana borda Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kirin û ji aliyê Letîf Nêrweyî berpirsê bordê ve hatin pêşwazî kirin.

Şanda PDPKS di wê hevdîtinê de spasiya medyaya YNKê kirin ku bi giyaneke berpirsane û niştimanî rûdanên li Rojavayê Kurdistanê diweşînin. Her weha piştevaniya xwe bo peyama dawî ya Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ya derbarê rêkeftina di navbera Şamê û Kurdan de nîşan dan.

Şanda mêhvan piştgirî û keyfxweşiya xwe ji bo peyama Serok Bafel Talebanî ku piştevaniya rêkeftinê dike û pêştir jî di çend peyaman de piştevaniya xwe bo Rojavayê Kurdistanê diyar kiribû.

XELAT