Li Salona `Kurdistanî Nwê` du çalakiyên bi nirx
Bi boneya 33 saliya derketina rojnameya Kurdistanî Nwê û pêxistina mûma 34 saliya wê, li salona (Kurdistanî Nwê) ya li borda ragihandinê li bajarê Silêmaniyê du çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya yekem de, rêûresma rêzgitin û xelatkirina du nivîskar û rojnamevanên hevkarên rojnameya Kurdistanî Nwê (Letîf Fatîh Ferec) û (Dr. Newzad Elî Ehmed) birêveçû.
Beşa duyemîn a çalakiyê semînerek bû ji bo nasandin û belavkirina pirtûka ji nivîsîna rewanşad serok (Mam Celal Talebanî) ya bi navê (Çareseriya Pirsgirêka Kurd li Êraqê) bi zimanên Kurdî û Erebî kû ji aliyê Dr. Newzad Elî Ehmed ve hatiye amadekirin û ji aliyê Kurdistanî Nwê ve hatiye çapkirinê.
Di semînerê de ku hêjmarek ronakbîr û rewşenbîr û nivîskar û rojnamevan amadebûn, behsa rol û pêgeha Mam Celal Talebanî li ser astê Kurdistanê û herçar parçeyan û Êraq û Cîhanê hate kirin ku dive hizir û ramanên Mam Celal li zanîngehan were xandin ji bo pêşeroja her çar parçeyên Kurdistanê û çareseriya pirsa kurd.
XELAT