Gulnara Azadî li Qazaxistanê zimanê Kurdî zindî dike

Gulnara Azadî li Qazaxistanê zimanê Kurdî zindî dike

Danasîna Mamosteya Zimanê Kurdî a li Qazaxistanê `Gulnara Azadî`

Jineke Kurd a welatperwer û kurdî hez li welatê Qazaxistanê waneyên kurdî pêşkêşî nifşê nû dike ku navê wê Mamosta (Gulnara Azadî) ye.

Mamosta Gulnara Azadî li ser rûpela xwe ya fêsbokê jînenîgariya xwe weşandiye û weha nivîsiye:

Navê min (Gulnara Ahmedova Sulxadînovna). Avakara projeya pêşxistina zimanê kurdî "Zimanê Gelêrî". Nivîskara Alfaba nû ya zimanê Kurdî bi çar zimanan - kurdî, rûsî, qazaxî, îngilîzî. Nivîskara Ferhenga nû ya Kurdî - Rûsî ya ji 20.000 peyvan pêk tê.

Mamosteyê zimanê Kurdî li qadeke bêsînorên erdnîgarî.

Perwerdehiya serhêl (onlayn) ji bo kesên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin ji Qazaxistan, Kirgizîstan, Rûsya, Almanyayê.

Di nav şagirtên min de ti astengên temen û neteweyî tune. Ji bilî Kurdan ev jî dixwînin: jineke qazax 45 salî, jineke tirk 43 salî, jineke ûygûr 40 salî, jineke qirgiz 20 salî, jineke rûs 32 salî. Ji malbatên zewacên tevlihev, ku dayika wan tirk, rûs, tatar e, gelek xwendekar hene.

Ez spasiya hemû dayikan dikim ku qîmetê didin mîrata kurdî ya zarokên xwe.

Gelek caran ji min dipirsin - Çima tu vî karî dikî? Ji bo çi?

Ez bersiv didim - Ji ber ku ez neviya Mamosteyê yekem im.

Ji bo min girîng e ku ez zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ku bav û kalên me tevî sedsalên zulm û zordariyê parastin.

Ji ber ku ez dixwazim zarokê kurd bizane zimanê wî yê zikmakî zimanê nivîskî ye.

Ji ber ku ez dixwazim zarokê kurd ji ber ku ziman, dîrok û çanda xwe nizane, ji nasnameya xwe şerm neke.

Her yek ji heşt milyar mirovên li ser rûyê erdê dijîn, xwedî mafê zanîna zimanê xwe yê zikmakî ne.

Ez bang dikim - Kurd jî xwedî vî mafî ne!

Methoda min a hînkirinê ji ya standard cuda ye -  (teorî û folklor) ji ber ku xwendekarên min bi pêşkêşkirina stranên folklorî astengiya axaftinê derbas dikin. Bi stranên mîrata xwe ya etnokulturî hîn dibin.

Ez dixwazim spasiya hemî heval, nas, aboneyên xwe yên li ser torên civakî yên ku piştgirî didin min bikim!

Spas ji bo her kesê ku alîkariya weşandina Alfaba nû kirin!

Bi saya pereyên ku hatin berhevkirin 350 pirtûkên ku berhemên hunerî yên xweş li ser kaxizên bi kalîte hatin çapkirin.

Destpêkê cihê xwe yê rûmetê li Odeya Pirtûkan a Komara Qazaxistanê, pirtûkxaneya neteweyî ya Komara Qazaxistanê, Enstîtuya Kurdî li Bruksel, Stockholm û Berlînê girt.

Xwendekara min ê herî biçûk Tomirîs 6 salî ye, li pêşdibistanê jê dipirsîn: "Zimanê kurdî çi ye, alfabeya wî heye?"

Dema jê hat pirsîn, motîvasyona wê ew bû ku zimanê xwe fêr bibe. Dema hat malê, keçika piçûk ji dê û bavê xwe xwest ku ew bibînin mamoste û pirtûka ABC ya zimanê kurdî.

Tomîrîs hin naçe dibistanê, lê di nava heft mehan de bi rêbaza ku jê re hatiye hilbijartin fêrî xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî bûye.

Gava ku ez di xwendekarê xwe de çirûskek eleqe û evînê dibînim ez şa dibim - armanca min a herî girîng gihîştiye!

Çirûska min di dilê gelekan de çirûskekê vêdixe!

Îcar zimanê min bijî!

Di pêşkêşkirina dîplomaya mamosteyê zimanê kurdî de li Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, serokê enstîtuyê ku çil sal ji bo zimanê kurdî kar û xebat kiriye Derweş Ferho got - Mamoste Gulnara, hûn ne tenê mamosteyê zimanê kurdî, hûn Şervanê zimanê Kurdî ne..

Ji xeynî vî kar î,  ez jiyaneke normal ya însanî dijîm, du kurên min ên mezin hene, gelek xizmên min hene, wek kesên din pêdiviyên min ên mal û malbatê hene.

Ji her kesî re aştî û bextewariyê dixwazim! Spasî ji bo hemî dost û hevala!

 Mamoste Gulnara Azadî

30.08.2024

XELAT