Dabeşkirina bawernameyan biser xwendekarên dibîstana Hesekê

Dabeşkirina bawernameyan biser xwendekarên dibîstana Hesekê

Bi amadebûna şandeyekê ji Encumena Penaberên Kurd – Rojava - Sûriye, rêvebera Dibistana dawînavendî ya Hesekê û nûnerê UNICEF ê navnetewî, li bajarê Silêmaniyê merasîma rêzgirtina xwendekaran di dibistanê de birêveçû.

 Di wê ahenga dawîhatina dibistanê de, bawernameyên rêzlêgirtinê hatin dayîn û xelatên sembolîk ên rêza yekemîn di spasdarî de hatin xelat kirin da ku ew di xebatên xwe de bi serfirazî û serkeftî berdewam bikin.

Rêvebera dibîstana Hesekê ya dawînavendî (Lîseyê) mamosta (Daliya Mistefa) gotarek pêşkêş kir û tê de bi xêrhatina mêvan û amadevanan kir û balkêşî û pabendbûna xwendekaran ji bo xweragirtina li gel dijwarî û rewşa derûdora wan rave kir û destxweşî li wan giştikan kir.

Her weha birêz (Hozan Efrînî) Serokê Encumena Penaberên Kurd jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya amadebûyan kir û girîngiya xwendinê bo penaberan û encamên erênî yên ku dikare jê derkeve diyar kir ku dê li ser malbat û civakê bê serrastkirin. Efrînî di axaftina xwe de, pesna hewlên rêvebera dibistanê Xanim (Daliya Mistefa) mamoste û xwendevanan kir ji bo hewlên wan û berdewamiya serkevtin û serfiraziyê ji wan re xwest.

Ji alîyê xwe ve xanim (Roşîn Serêkanî) berpirsa komîteya bilind a nûnerên encûmenê, çepkeke gulan pêşkeşî rêvebira dibistanê xanim (Daliya Mistefa) kir û bi pesna hewlên wê yên rêvebirina dibistanê û pîrozbayiya hemû xwendevanan kir ji bo serkevtin û serfiraziya berdewam.

Her weha nûnerê rêxistina (UNICEF) a navnetewî jî kak (Kosar) amaje bi rola rêvebir û mamosteyan kir û hewildanên Encumena Penaberan bo alîkariya dibistana dawînavendî ya Hesekê kir û dest xweşî li xwendekaran kir ku pabendbûn bi demsala xwendinê.

XELAT-Roşîn Serêkanî