Mam Celal çima peykerê Hemurabî diyarî Hîlary Kilintonê kir?

Mam Celal çima peykerê Hemurabî diyarî Hîlary Kilintonê kir?

Di meha Nîsana 2009an de wezîra derve ya Amerîkayê a wê demê ya (Hîlarî Kilinton) bi riya biruskekê nameyekê spasiyê ji Serok Mam Celal re şand ku li ser diyariya peykerekê (Hemurabî) û bokseke lîstika Şatrencê ku Mam Celal jêre şandibû.

Ew herdu diyariyên Serok (Mam Celal Talebanî) bîranînên xweş ên dîrokî bûn ji bo bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu welatan Êraq û Amerîkayê de.

Ew diyariya Serok Mam Celal tiştekî nû bû ku di warê dîplomasiyê de bikartîna û hikûmetên li dû hev ên Êraqê wê şêwaza dîplomasiyetê bikardianîn ku di sala 2019`an de hikûmeta Êraqê peykerekî biçûk ê Hemurabî ku li ser hatibû nivîsandin (Ji bo belavkirina dadwerî li welat de û jinavbirina xirabkarî û stemkarî nabê hêzên biçûk werin tirsandin û pelixandin) ku eve jî guhastina peyamek dîrokî bû, ku pêwîste Neteweyên Yekbûyî wek bilindtirîn sazî û rêxistina navdewletî peyrew bikin.

Wezîrê derve yê wê demê yê Êraqê (Hoşyar Zêbarî), derbarê ew xelata serok Mam Celal dibêje ku ew ji bo bîranîna yasayên dîrokî ku şerîeta Hemurabî bibe bîngeha yasayî ye ji bo mezopotamya û Êraqa nû ji bo cîhanê bûye.

Yasayên Hemurabî, kevintirîn şerîete di çarçoveya yasayî têne hêjmartin ku ji (282) madeyên yasayî pêktên û padişa Hemurabî 6`mîn padişayê Babilî bû ku di navbera 1792- 1750 berî zayînê, nivîsên xwe ku heta niha jî mîratekî mezin a mirovahiyê mane.

Nivîskarekî Êraqî di derbarê bexşîna xelata Hemurabî ku ji aliyê Mam Celal ve hate pêşkêşkirin dibêje ku Mam Celal xwest bi wê yekê bîne bîra cîhanê ku ew tenê bi babetên yasayî ve girê nade, belkû wê yekê nîşan dide ku êdî Êraq ew erdnîqarî nîne ku li derveyî yasayan were birêve birin, belkû sîstemeke li ser bingeha yasayan tê birêve birin. Her weha bîrhatineke giringe ku pêwîste welatên cîhanê dest ji talankirin û şûnwarên cîhanî berdin ku piştî pêvajoya azadiya Êraqê beşek zêde ji şûnwarên wê hatine talan kirin. 

 XELAT/Prtaw