Li Qazaxistanê Keça Kurda Madalyaya Zêr Bi Dest Xist

Ji 31ê Gulana heya 2ê Hezîrana 2024an, bi rêveberiya Seroka Federasyona Jîmnastîkê ya Herêma Almatê Ramina Ahmedova û rêvebira dibistana werzîşê ya 'Aysulû' Nazgul Surançiyeva Şampiyoniya Vekirî ya IV jîmnastîkê a Herêma Almatiyê hat lidarxistin.

Nêzîkî 500 jîmnastîkên ciwan ji herêmên cuda beşdarî vê turnuvayê bûn. Li gorî encamên pêşbirkê, werzişvana ciwan a Kurd (Sofiya Babayeva) di şampiyoniya herêma Almatî de bû yekem û madalyaya zêr bi dest xist.

Werzişvana ciwan a Kurd (Sofiya Babayeva) di sala 2015 de ji dayik bûye.

Bername di bin strana stranbêja kurd Zara Mgoyan bi navê 'Keca Kurd im' hat pêşkêşkirin. Cilên Sofyayê bi motîfên kurdî hatibûn xemilandin.

Jêder: Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê

XELAT