Salvegera 1’emîn a pakrewanbûna mamoste Evdoyê Xelîlê Murşid bi rêve çû
Duh roja sêşemê 2-12-2025 li bajarê Silêmaniyê salvegera 1’emîn a pakrewanbûna mamoste (Evdoyê Xelîlê Murşid) bi rêve çû.
Merasîm ji aliyê rojnamevan Dawud Çîçek ve hat birêvebirin. Di serî de, mamoste Dawud Çîçek derbarê merasîmê de bi xêrhatina mêvanan kir û daxwaza rawestandina xulekek bêdengî li ser giyampakiya pakrewanên kurd û Kurdistanê kir û pişt re nûnerê Rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê (Mihemed Ala) gotarek derbarê pakrewan Evdoyê Murşid û erk û helwesta wî ya mêrxwesî û ser rewşa koçberiyên Efrînê ku çawa neçarî koçberiya ji Efrînê bo Şehbayê bûn pêşkêş kir.
Her weha pişt re jî Pêşmergê dêrîn ê Kurdistanê (Mistefa Xoxê) axiftinek pêşkêş kir û têde rola şehîdên Kurdistanê û bi taybet (Evdoyê Murşid) pir bilind nirxand.
Her weha çalakvan û dostê mêzîkî kurd (Dr. Bîlal Quran) ê Urdinî jî gotarek pêşkêş kir û derbarê yekrêzî û yekhelwestiya kurdan û şehîdên doza rewa şirove kir.
Her weha Çalakvan Zerdeşt Celal jî derbarê rastiya fedekariya şehîd Evdoyê Murşid û parêzvanên gelê kurd û Kurdistanê axiftin kir. Piştre jî (Newzad Şengalî) jî axiftinek pêşkêş kir û serê malbata şehîd Evdo xweş kir ji aliyê xwe ve jî berpirsa peywendiyên PYDê (Berîvan Hesen) jî derbarê qehremantiya şehîdan û fedekariyên ku li Errîn û Şehbayê şirove kir.
Di dawiyê de jî, Hozan Efrînî wek malbata şehîd û birayê şehîd bixêrhatina hemû mêvanan kir û rola Xweseriya Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrîn û Koçberiyên Efrînê û derbarê kesayetiya şehîd Evdo û lar û erk û xebata wî de berfereh şirove kir û girîngiya rola pakrewamên riya azadiya kurd û Kurdistanê pir bilind nirxand.
Dawiya merasîmê jî amadevanan her yekî momek ji bo giyanê şehîd Evdo Murid û hemû şehîdên Kurd Kurdistanê pêxistin.











Xelat
