HORÎ- Şerê Hikûmeta Sûriyê û Durziyan

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a  Efrîn- Sûriyê (Îbrahîm Şêxo) ji Rojavayê Kurdistanê bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Şerê Hikûmeta demkî ya Sûriyê û Durziyan hat gotûbêj kirin û di vê derbarê de Îbrahîm Şêxo bal kişand ser rûdanên li bajarê Siwêdayê ya Sûriyê û pêkhateya Durî ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê û erîşên bi nave eşîrên Bedu li ser wê parêzgehê û kiryarên der mirovî ku rûdan.

Her weha Îbrahîm Şêxo da zanîn ku heman şêwê van komên çekdar li dijî Efrînê û her weha li ser pêkhateya Elewî jî hat kirin ji bo vê yekê divê civaka navdewletî berevaniyê li mafên pêkhateyên li Sûriyê bike û aştî û aramiyê berqerar bike.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

XELAT