Bînînek nû ji bo Silêmaniyê
Îro Şembî 29/11/2025 li salona Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê semînerek li jêr navûnîşana (Bînînek nû ji bo Silêmaniyê) ji aliyê borda ragihandinê ve hat organîze kirin.
Semîner ji aliyê endamê mekteba siyasî ya YNKê û serpereştiyarê malbenda Silêmaniyê (Serkewt Zekî) ve hate pêşkêş kirin.
Di wê semînerê de behsa rol û giringiya bajarê Silêmaniyê di warê wêje û çanda kurdî li ser astê çar aliyên Kurdistanê ve hate gotûbêj kirin ku herdem navenda wêjenas û ronakbîr û helbestvanên mezin bûye. Her weha bajarê Silêmaniyê bûye navenda şoreş û serhildan û kurdbûn bi dirêjahiya dîroka xwe ve û îro jî berdewame li ser erkên xwe yên netewî û Kurdistanî.







Xelat/ Wêne: Heme Omer
