Bi vîdyo.. Rastîya dîroka Kurdistana Sor

Bi vîdyo.. Rastîya dîroka Kurdistana Sor

Berî çend rojan me bi navê (Sekoya Kurmancî) nameyek ji nivîskar û rojnamevan û wergêrê Kurd yê li Ermenistanê (Têmûrê Xelîl) re şand daku malpera me rengîn bibe bi berhemên wî û cihê destên xwe jî diyar be. Mamosta (Têmûrê Xelîl) jî bi dilekî fereh bersiva me da û daxwaza me qebûl kir û weha ji me re nivîsî: " Silav û rêz. Ser çavan. Min gotara we a ser 100 saliya Kurdistana Sor xwend, pir kêmanî tê da hene."

Me jî ji mamosta re da diyar kirin ku ew raporta semînerekê bû ku li bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend profîsoran ve hate pêşkêş kirin di salvegera100 saliya Kurdistana Sor de lê nekarîn heq bidin, vêca em dixwazin ew kêmaniya ku heyî bi hêjayên wek cenabê Têmûrê Xelîl  temam bikin. Di bersiva xwe de hêja (Têmûrê Xelîl) ev bersiv da: " Çi pewist be, ezê alî we bikim. Zavayê min ji Silêmaniyê ye. Ez bi xwe di nav Komxebata (KURMANCÎ) 2 caran hatim Silêmaniyê, me karê ziman kir. "

Li dawiya giftgoyê min daxwaz ji mamosta kir ku, eger nivîsên xwe derbarê Kurdistana Sor de hebin bi kêfxweşî em biweşînin çi derbarê Kurdên azerbeycan û Kurdên Sovyeta berê de jî.

Eve jî nameya nivîskar û rojnamevanê Kurd ji Ermenistanê (Têmûrê Xelîl) ji bo Sekoya Kurmancî ye:

"Ka li vê vîdêoyê mêze bike, ku çawa çend kurd di bin mûzîka Ey Reqîb, ber alaya Kurdistanê, bi amadebûna ajansên CNN û BBC hewil didin 40 mîlyon kurdan û cihanê bixapînin, ku wana bêy leşkerekî, bêy teqandina gulleyekê zora du ordîyên du dewletan (Ermenîstanê û Azirbêcanê) birine û Kurdistana Sor ji bin destê dijmin rizgar kirine. Rojekê berî vê senaryoyê jî di rûyê van kesan da hîç kurdek li Kurdistana Sor nema, mal û milkên xwe hîştin û ji warên kal û bavan revîn, hinek ji wan hatine kuştin û ev bû 30 sal yek ji wan jî venegerîyaye. Ango, sebebê sirgûnbûna van kurdan, deroderbûna wan ev kurd in, ku tu dibînî û belkî hinekan ji wana jî nas dikî. Nas nekî jî, bixwezî ezê navên wan yek bi yek ji te ra bêjim. Ango, tirk ne tenê ketine nav we, ketine nav me jî. Ango, herdem û li her deran sebebê xirabkirina Kurdistanê piranî kurd bûne.

Berî ku Laçîn bê zevtkirin, li Ermenîstanê hukumeta Kurdistana Sor ya demkî hatibû avakirin, serokkomar û wezîrên wê hatibûn destnîşankirin. Serokkomar Wekîl Mustefayêv bû, cîgir Şeref Aşîryan, wezîrê çapemenîyê Emerîkê Serdar, wezîrê çande Karlênê Çaçanî, wezîrê perwerdeyê Elîxanê Memê, wezîrê parastinê Îşxanê Anqosî, wezîrê edaletê Ezîzê Cewo û yên din. Piranîya "wezîran" ji Ermenîstanê bûn, ku wê kar û barên xwe li Kurdistana Sor ya nûsazbûyî da pêk banîyana. Wana tenê tiştek ne da ber çavan: ku warek tê zevtkirin, çi tê serê binecîyên wir? Diha rast, dabûne ber çavan, lê ji wan ra ne xem bû, ka kurdên Laçînê wê bikevine çi halî.

 Mesele ha bû: Serokatîya Ermenîstanê bi endamên Komeleya Ronakbîrên kurd ra rûnişt, gote me em dixwezin Laçînê zevt bikin, lê dinya wê ji me ra bêje ew ne axa we bû, we bo çi zevt kir. Lema em dixwezin hûn bêjin ku we zevt kirîye, ji ber ku ew erdê we bûye, pey ra jî emê wê axê bidine we, ew ax ji me ra lazim e tenê bo wê yekê, ku em bikaribin ji Ermenîstanê xwe ser Laçînê ra bigihînine Qerebaxê. Serokê Komeleya me Şekroyê Xudo, cîgirên wî û ez dijî daxweza ermenîyan derketin (ji ber ku me zanibû dema ew war bê zevtkirin milet wê bê qirê an jî wê mal û halê xwe bihêle û bireve. Meseleyek din jî hebû, ku kurdên Laçînê musulman in û bawerî bi ermenîyên xaçparêz nedianîn), lê ewên tu di vîdêoyê da dibînî, piştgirîya ermenîyan kirin û çûn Laçînê.

Ez vê meselê rind zanim, ji ber ku protokola civîna serokatîya ermenîyan û ronakbîrên kurdan min nivîsî.

Ka ji Tosin pirs bike: -Dema ermenîyan ew ax zevt kirin, tu bona çi rojtira din bi hevalan va çûyî wira û di bin def û zurneya ermenîyan da reqisî yî? (Kesên ku direqisin ermenî ne, lê wek kurd didin xuyakirin. Ew kesên ku piş reqasçîyan bi tivingan sekinîne, ew jî ermenî ne, lê wek kurd didin nîşandan). Yanî, yên bûn sebebê zevtkirina Laçînê, ew kurd in ku tu di vîdêoyê da dibînî."

 

KURDISTANA SOR (Belgefîlm) from Siwar Vazgali on Vimeo.

 https://vimeo.com/69776273

Sekoya Kurmancî