Pêşangeha dengên rengîn ku Başûr û Rojava li hev anî

Pêşangeha dengên rengîn ku Başûr û Rojava li hev anî

Navenda Rengan pêşangeha (Dengên Rengîn) li hola Muzexaneya Netewî ya Asayîşa Sor (Emne Soreke) vekir, ku bo yekem car pêşangeheke hevbeş di navbera hunermendên jin ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku pêşangeh ji aliyê hunermend Çîman Îsmaîl ve bi amadebûna hejmareke zêde ji hunermendan û parêzgarê Silêmaniyê (Dr.Heval Ebûbekir) û (Niaz Nûrî) cîgirê hunermendên Kurdistanê (Mihemed Kardo) hate vekirin.

Di pêşangehê de 42 tabloyên 13 jinên hunermend ên Rojavayê Kurdistanê û 5 jinên ji Başûrê Kurdistanê bi mezinahiyên cuda hatin pêşkêşkirin.

Tişta ku di vê pêşangehê de girîng e, avakirina pirekê di navbera Silêmaniyê de weke paytexta çandî ya Herêma Kurdistanê û herwiha girêdana wê bi parçeyên din ên Kurdistanê û naskirina van hunermendan bi hev re ye.

Xweşbextane ew pêşangeh ji demjimêr 6ê sibê heta 9ê sibê bi amadebûna nêzîkî 250 temaşevanan li yekem roja pêşangehê ku biryar e çar rojan berdewam bike vebû.

Pêşangeh her roj ji saet 10.00 heta 13.00 û ji saet 17.00 heta 20.00 vekirî ye.

Sekoya Kurmancî