Danmarka: Ûrzelk şevbihurke helbestê lidarxist

 Danmarka: Ûrzelk şevbihurke helbestê lidarxist

Mala Ûrzelkê ya Çand û Hunerê li welatê Danmarka roja 4/11/2024 şevbihurkek li pirtûkxanya navendî li bajarê Arhusê organîze kir.

Hêjmarek ji helbestvan û nivîskar û hunermend her weha şandeke YNK`ê jî di çalakiyê de amadebûn, ji aliyê xwe ve jî berpirsê navenda YNK`ê li Danmarkê kak (Hişyar Derbendî) bi giringî behsa çalakiyên bi wî awayî kiriye ku dikeve xizmeta diyaloga gelan.

Di vê derbarê de berpirsê Mala Ûrzelkê ya Çand û Hunerê – Danmarka, mamosta Îbrahîm Îbrahîm ji Xelatê re ragihand û got: Cara yekemîne şevbihurkek helbestan bi beşdariya helbestvanên Kurd , Ereb û Danmarkî bi vî awayî li Danmarkê bê lidarxistin, ev çalakî tiştekî nû bûye û beşdarvan gelekî kêfxweşbûn.

Diyar jî kir ku, ev şevbihurk wekû nameyekê ye ji cîhanê û Ewropiyan re ku afrêner, romannivîs, helbestvan û hunermendên me jî hene wek miletê kurd her weha hevpeyvîn û diyaloga di nava gelan de ne tenê bi siyasetê belkû bi hunerê û çandê jî dibe.

Îbrahîm Îbrahîm da zanîn ku her yek li helbestvan (Niels Hav) Helbesta Danmarkî ji Danmarkê û helbestvan (Dara Kordu) Helbesta kurdî  ji  Sûriyê û (Nadêr El Qasim) Helbesta erebî ji Sûriyê beşdarî şevbihurkê bûn.

Berpirsê Mala Ûrzelk Îbrahîm Îbrahîm pêşniyarek ji rêveberiya Silêmaniyê jî kir ku, çalakiyên bi vî awayî bêne lidar xistin û ew amadene amadekariyan bikin bo pêşxistina çalakiyên çandî û hunerî di navbera gelan de.

 XELAT

Berpirsê Mala Ûrzelk ya Çand û Hunerê li Danmark

Nûnerê YNK`ê li Danmark