Jiyana Kurmanca- Nimûneya Jinên Kurd ên Xebatkar

Jinên Kurd li koçberiyê xebat dikin daku bikarin debara jiyana malbata xwe dabîn bikin li kêleka zelam û Roşîn Nebo nimûneyeka jina kurd a xebatkare.

Roşîn Nebo xanima xebatkar ji bajarê Efrînê ye ji sala 2013`an ve li bajarê Silêmaniyê nîştecih bûye û kar û xebata xwe dike ji bo dabînkirina jiyana malbata xwe, Roşîn xanim dibe mêvana Bernama (Jiyana Kurmanca) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Roşîn xanim dibêje ku, karê wê yê serekî xemlandina keç û jinane û dema tê Silêmaniyê karê xwe didomîne û bi awayekî serbixwe kar û xebata xwe dike û debara jiyana xwe û malbata xwe dike.

Her weha amaje bi wê yekê jî dike ku ew niha fêrî zaravayê kurdiya soranî jî bûye û wek kurmanciya xwe pê dipeyîve.

Roşîn xan li kêleka karê xwe yê xemlandina jinan karê amadkirina xwarinan di mutfaxa xwe de jî dike û gelek cureyên xwarinê yên Efrînî û Helebî û heta yên Silêmaniyê di mutfaxa xwe de amade dike û difroşe û pê debara xwe dike ji bo pêşeroja zarokên xwe.

 

XELAT