Keçeke Kurd dibe hilgira meşaleya olîmpiyadê ya Parîsê

Keçeke Kurd dibe hilgira meşaleya olîmpiyadê ya Parîsê

Keça Kurd (Şîlan Şemal Mistefa) temen 33 salî, ji bajarê Diyalayê ku yekem jina Kurd a Êraqî ye ku meşaleya olîmpiyadê ji Atînayê biriye Parîsê.

(Şîlan Şemal Mistefa) ligel malbata xwe li çend deverên Êraqê jiyaye, lê di sala 2005an de li Fransa bi cih bûye, di xwendina xwe de serkeftinek bi dest xistiye û bawernameya endezyariya dîzayna pîşesazî wergirtiye, lê ji ber dildariya xwe bi werzîşê, bala xwe daye tekwando yê.

Şîlanê piştî çend salan perwerdeya tekwandoyê biryar da ku yekemîn kluba werzîşê li bajarê xwe ava bike û tê de hejmareke zêde ya jin û ciwanan bi alîkariya rahênerekî Fransî perwerde kir.

Şîlanê ji ber çalakiyên xwe ji bo olîmpiyadên îsal ên li Fransayê bibe hilgira meşale hat pêşniyarkirin.

Olîmpiyadên Parîs 2024 cûrbecûr bûyerên werzîşê yên navneteweyî ne ku ji 26-ê Tîrmehê heya 11-ê Tebaxa 2024-an li Parîs, Fransa têne çêkirin.

 

XELAT