Beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê

Beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê

Hevpeyvîn: Kejal Ehmed

 

Êvarekê li bajarê Amed, min Dr. Mikaîl Bulbul naskir ku mamostayê beşê kurdî û profesorê morfolojî û rêzimana Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê dersan dide.

Di hevpeyvînekê de Dr. Mikaîl Bulbul bi vî awayî bersiva pirsên rojnameya Kurdistanî Nwê da û got:  Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê di sala 2010an de bi biryara hikûmetê di bin serokatiya Selîm Temo de hate damezrandin. Piştî wî mamosta Ebdulrehman bûye serokê beşa kurdî û piştî wî jî Qedrî Yildirim, bû bi serokê beşê. Beşa Kurdî di sala 2010an de hate damezrandin û çalakiyên xwe didomîne.

Kejal Ehmed pirsî: Niha çend mamoste li beşa zimanê Kurdî hene?

Dr. Mikaîl Bulbul: Zanîngeha Mêrdînê 30 mamoste li Beşa Zimanê Kurdî hene, ku hemî xwediyê bawernameyên doktorayê ne, hin di zimannasiyê de, hin di wêjeya nûjen de, hin di folklorê de û yên din jî pisporê wêjeya klasîk in.

Mamoste di beşên cûrbecûr de dersan didin, hin ji wan mamosteyên dîrokê ne û beşa me ji bo ziman û wêjeyê hatiye veqetandin. Min bi xwe zimannasî xwend, pisporê rêzimanî û morfolojiyê me, û doktoraya min li ser zimanê kurmanciya jorê ye.

Zimanê Kurdî 80 sal in qedexe ye

Têkildarî bi qedexekirina zimanê Kurdî li tirkiyê min pirsyar ji Dr. Mikaîl Bulbul kir û wî jî weha bersiv da û got:

Piştî ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê 80 salan qedexe bû, lê dema ku vebûn çêbû, di destpêkê de tenê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji bo masterê destûr hebû. Ev destûre jî bi xwendina bilind a bi zimanê kurmanciya jorê bû. Bandorek xwe ya saykolojî ya baş hebû ji bo gelê kuird û destkeftekî giring bû.

Berî ku qedexe were rakirin, çalakvan hebûn ku li malê dixwendin, lê dema ku destûr hat dayîn ku Kurdî li zanîngehê were hînkirin, hêdî hêdî çandeke akademîk di nav Kurdên bakur de pêş ket. Jiber wê jî hêjmarek zêde ji xwendekaran her di sala yekemîn de ji bo xwendina bi zimanê kurdî hatine zanîngehê û piraniya wan jî derçûn (mezûn bûn) û bawernameya masterê bidest xistin, eve jî bû sedema ku hêjmara mamostayên kurd zêde bibin û beşa kurdî bilez pêşkeve.

Pirs: Di Koleja Zimanê Kurdî de we çawa polên xwe dabeş kirine?

Dr. Mikaîl Bulbul: Beşê lîsans li Zanîngeha Mêrdînê çar pol hene. Her wiha me beşeke masterê di Zazakî û Kurmanciya jorê heye. Tenê ev du salin jî xwendina me ya doktorayê hene. Koleja Ziman li Zanîngeha Mêrdînê ji du beşên Kurdî pêk tê, yek Fakulteya Wêjeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ye, û ya din jî Beşa Ziman û Çanda Kurdî ye.

Di Beşa Ziman û Wêjeyê de çar polên bekaloryusê hene. Her wiha di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de Enstîtuya Zimanê Kurdî heye, ku wêje û çanda Kurdî, Suryanî û Erebî li xwe dihewîne. Dixwazim bêjim ku beşa Kurdî di Enstîtuya Zimanên Zindî de pir çalak e û dersên master, lîsans û doktorayê dide.

Pirs: Hûn dikarin ji me re behsa hin çalakiyên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê bikin?

Dr. Mikaîl Bulbul: Di navbera salên 2010-2015an de, me bi sedan panel, konferans, semîner û çalakiyên cûrbecûr lidar xistine, lê ji sala 2016an heta îro, bi rêya çalakiyên me hin astengî hatine afirandin, ku bê guman ji ber sedemên siyasî ne.

Pirs: Gelo xwendekarên beşa zimanê Kurdî yên ku bawernameyên xwe wergirtine hêvî dikin ku li heman zanîngehê an li deverek din werin xebitandin?

Dr. Mikaîl Bulbul: Di vî warî de gelek pirsgirêkên me hene. Dema ku me dest pê kir, baş bû, lê niha ne wekî destpêkê ye. Zêdetirî deh salane ku gelek mezûnên me hene, lê tenê du sed mamoste hatine damezrandin!

Bi rastî, weşanek fermî ya zanîngehê li cem min tune, lê bi qasî ku ez dizanim, her sal 20-25 kes ji beşa lîsansê ya Zanîngeha Mêrdînê mezûn dibin. Di Masterê de, her sal nêzîkî 90-100 xwendekar mezûn dibin. 30-40 ji van xwendekaran Zazakî ne û 60-70 ji van xwendekaran bi Kurdmanciya jorê ne û bi zazakî diaxivin. Ders bi Kurmanciya Jêrîn (Soranî), Kurmanciya Jêrîn û Zazakî têne dayîn. Mamosta Zulkif bi zaravayê Soranî dersê dide. Mamosta Şehab jî ku xelkê Mehabadê ye, demek dirêj e bi zaravayê Soranî dersê dide.

Paşeroja xwendekarên li bakur bi rewşa siyasî ve girêdayî ye

Pirs: Bi qasî ku hûn bizanin, beşa kurdî tenê li Zanîngeha Mêrdînê heye, an li bajar û deverên din jî heye?

Dr. Mikaîl Bulbul: Beşa Kurdî ne tenê li Zanîngeha Mêrdînê ye, lê di şeş-heft zanîngehên din ên li bakur de jî heye. Wek mînak, li Zanîngeha Bîngolê ji bo doktora û lîsansê beşek Kurdî heye, ku xwendin li wan beşan bi (kurmanciya jorê û Zazakî) ye. Her weha beşa kurdî li Zanîngeha (Wan)ê bi tenê ya xwendina masterê ye û li Zanîngeha Dêrsimê lîsans bi Kurdî tê dayîn û doktora û master ne bi Kurdî ne. Zanîngeha Tigris li Amed (Diyarbekir) xwendina lîsansê bi kurdiye lê ya doktorayê û masterê ne bi Kurdî ne, li (Zanîngeha Dîcle) li Amedê (Dioyarbekirê) xwendina doktorayê bi kurî ye û îsal ji bo cara yekem lîsans bi zimanê Kurdî tê dayîn.

Dr. Mikaîl Bulbul di dawiyê de got: Ger rewşa siyasî yak urd baş nebê, pêşeroja xwendekaran li Bakurê Kurdistanê jî baş nabe, ji ber ku damezrandin û pêşeroja mezûnên zanîngehê, nemaze mezûnên beşa zimanê Kurdî, bi rewşa siyasî ve girêdayî ye, eger rewşa siyasî baş be, bêgoman xwendekarên Kurdî jî dê baş bê.

Wergerandin ji Soranî: Dawûd Çîçek

Xelat/ Kurdistanî Nwê