Bangewaziyek û destxweşiyek ji bo berhema ronakbîrekî kurd

Bangewaziyek û destxweşiyek ji bo berhema ronakbîrekî kurd

Nivîskar: Hozan Efrînî

  

 Ji bona her berhemekî ku di xizmeta çand û huner û doza netewî kurdî de be, emê jê re bibin alîkar û piştîvanê rastiyan ku dibin bi dîwarê parastina maf û azadiyên gelê kurd û Kurdistanê. Nivîskar û lêkolîner û helbestvanê kurd ê Efrînî (Merwan Berekat) berhema xwe ya 23 salan amade dike û wê bixe jêr çavdêriya weşanxaneyê taku were çapkirin.

Ew berhem bi navûnîşana ((Gernameya Min, Zargotina Çiyayê Kurmênc-Efrînê )) bi awayekî gelek giranûbuha û bi jîrî hatiye amadekirin.

Di wê barê de, helbestvan û ronakbîrê kurd ê Çiyayê Kurmênc mamoste Merwan Berekat wiha axiftina xwe anî ser nivîs: Li sala 1987an ta sala 2000 î, ez li gund û bajarokên Çiyayê Kurmênc- Efrînê digerîm û min zargotin berhev (kom) dikir. Min hemû pend, biwêj, çîrok, çîrokên biwêjan, serpêhatî, stran, zûgotinok, pêkenok, tiştonek, lîstokên zarokan, nifir, lava û gelek tiştên din bi şêweyekî belgekirî di lênûsên biçûk de dinivîsandin.

Ev zargotinên gundwarên Çiyayê Kurmênc (Efrîn)ê ne tiştekî hêsane û ne jî normale, ew kar karekî gelek dijwar û zehmete û cihê rêz û bayexpêdanê ye. Ji ber wê yekê, pêwîste em ji niha ve, hewil bidin ku çawa başî û rindî û erkên mamoste `Merwan` li ber çavan bigrin û xwedî lê derkevin tako bimîne ji xista dîrokê re.

Ji ber ku ev berhem ne yê sal û du salane, ew yê 23 salan dirêjahî pê daye û heya ku ew berhem îro aniye rojeva me. Her li ser wê erkê, mamoste Merwan Berekat  wiha dide xuyakirin: Ew zargotin (23) salan li ser rûpelên lênûsan man.

Tiştên ku herî baş ewe ku ew berhema 23 salan ku li ser rûpelên lênûsan mane bi başî hatiye parastin û di wê mijarê de, Mamoste Berekat wiha pêde diçe û dibêje: Bêhtirî carekê û bi şêweyine seyir min ew lênûs ji windabûnê parastine.

Her derbarê tomarkirin û amadekirina ji bo çapê jî helbestvanê kurd wiha got;  Ev bû salek ez wê zargotinê li ser kimbiyotira xwe tomar dikim. Tevî hemû dijwarî û astengiyên  ku rojane jiyana me dicûn, îro belê îro 14. 09. 2024an, min ji bo çapkirinê amade kir.

Di dawiya nivîsa xwe de, derbarê hejmara rûpelên wê pirtûkê û dema weşandin û çapkirinê de aşkire kir: ronakbîrê kurd (Merwan Berekat) dazanîn; Hejmara rûpelan: (1065). Gelo kînga dê ronahiya çapkirinê bibîne û têkeve nav destên xwendevanan, vêca ez nizanim.

Li vir ez jî wek nivîskar û rojnamevanekî Rojavayê Kurdsitanê û xelkê Çiyayê Kurmênc, bang li hemû aliyên peywendîdar dikim ku ji bo çapkirina berhema mamoste Merwan Berekat a bi navûnîşana ((Gernameya Min, Zargotina Çiyayê Kurmênc-Efrînê )) bibin alîkar û xwedî li vê berhema dewlemend derkevin, ji ber ku ev berhem berhemeke di xizmeta dewlemendbûna çand û huner û zimanê kurdî resen de ye. Ev erke ya me hemûyan e. Çapkirina vê berhemê, tê wê wateyê dewlemendkirina ziman û çanda kurdî ye û ez bawer dikim ku aliyên peywendîdar di rêvebiriya Xweser de, wê erkên xwe li hemberî vê berhema dîrokî bi cih bîne. Ez serkeftinê ji kar û xebatên mamoste Merwan re dixwazim û dest û pêçiyên te sax û kok nerizin mamoste.

 

15/9/2024

XELAT