Serokê YNK: Serkeftinên Amed Sporê ji bo gelê kurd şanaziye
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha Mekteba Siyasî li Silêmaniyê pêşwazî li Desteya Rêveberiya Yaneya Amed Sporê kir.
Di hevdîtinê de,Serokê YNKê bi germî bi xêrhatina wan kir, û pêzanîna xwe ji bo rol û destkeftiyên girîng yên ku wan di warê werzîşê de li Bakurê Kurdistanê û Turkiyê de bi dest xistine, û bi serkeftin û pêşengiya xwe wekî yek ji yaneyên herî bi navdar û bihêz,wan şanaziyek din ji bo gelê me tomar kirine.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Rêveberiya Yaneya Weziş ya Amed Sporê, spasiya piştgiriyên Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî kir; û tekez kir ku tiştên hatine bidestxistin berhemê piştgirî û girîngiya ku gelê me daye yaneyê ye.



XELAT
