Alîgirên Amedspor: Leyla Zana rumeta me ye

Alîgirên Amedspor: Leyla Zana rumeta me ye

Di hefteya 19’an a lîgê de Amedsporê di Stadyuma Amedê de mazuvaniya Îdirsporê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ligel siyasetmedara kurd (Leyla Zana) ya ku ji aliyê Klûba Amedsporê ve hatibû vexwendin, maç ji tribuna protokolê temaşe kir. Her wiha Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, hevşaredarên navçeyan, parlamenter û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî maç şopandin.

Leyla Zana, li Stadyuma Amedê ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren ve hat pêşwazîkirin. Di dema maçê de Hevşaredar Bucak û Leyla Zana bi hev re li tribuna protokolê rûniştin.

Beriya maçê û di dema maçê de alîgirên li tribunan bi dirûşm û çepikên xwe piştgiriya xwe ya ji bo Leyla Zana nîşan dan û bi yek dengî banb kirin (Leyla Zana rumeta meye)..

Amedsporê di encama maçê de 3-0 ji Îdirspor bir, bi vê serkeftinê pileyê xwe derxist 39’an û di lîgê de bû lîder.

Xelat