Tirêna Jiyanê Li Benda Dudiliyan Namîne
Nivîskar: Ferho Ferho
Tirêna geştiyan xwe ji ber rêwiyekî dudilî ranewestîne.
Ji ber jiyan rêyeke duvdirêj e,û rawestgehên wê li hêviya ti kesî bi demdirêjî namîne. Hin hene bi baweriyeke mezin hildikişine wê tirênê, û hin hene dixwazin zû jê dakevin û piya bibin, û hin li ser rêça peyayan bi dudilî di navbera erê yan nayê de ne di neqeba manê û hilkişandinê de ne.
Lê tirên ji derbasbûnê re hatiye afirandin, çê nebuye ku girêdayî di neqeba dudiliyan de bimîne.
Di rêya xwe de bimişe weke çawa tirên diçe û di navbera bajar ,gund ,deşt û newalan de diçe û çawa di bin çiyayên kolayî û di bin deryayan re diçe, kesên xwedî bawer bi xwe re hildigire û bi baweriyeke mezin rêya xwe digire û yekser dimeşe û dizane rêya rast her tim digihe armanca xwe.
Lê ew kesên din ku barê gomanan pişta wan derizandiye û di bin giraniya wê de û di rewşeke metirsîdar de ne , kesên mîna van bi kêrî rêwîtiyê nayên û ew dê di cihê xwe de bimînin mîna ava golan ku neherike tu dizanî dê çi bihnê bide. Jiber pêdiviyên geştiyên gewre bi diline ku karibin standina biryaran bidin heye, pêdiviyên wan bi giyanên metirsîdar tune ye ku ji gava yekemîn bitirse.
Bila li bîra te be ku zeman li paş venagere da ku dudiliyan qayîl bike, derfet jî mîna tirênan in,eger ji rêbendanê derket bi heman şêwazî venagere.
Ji ber vê yekê bi gavine jixwebawer biçe û here, û rêça peyayan ji dudiliyan re bihêle...
Ji ber çarenivîsên xweşik li benda ti kesî namîne tenê li hêviya kesên ku mêraniya derbaskirina tirênê erê dike dimîne.
Xelat
