Jiyana rojnamevan û helbestvanê Kurd (Pîremêrd)
Helbestvanê Kurd yê navdar (PÎREMÊRD), navê wî Tewfîq kurê Mehmûd Axa yê kurê Hemze Axa Mesrife. Bi navê "PÎREMÊRD" tê naskirin; ev nasnav jî di vegera xwe ya welêt de li xwe kiriye. Bi wêjeyê re mijûl bûye û vê nasnavê jî li xwe dike. Bapîrê wî Hemze Axa jî wezîrê Ehmed Paşayê Mîrektiya Baban bûye.
Pîremêrd, di sala 1867an de li bajarê Silêmaniyê li malbateke xanedan de hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya di biwarê ziman û olî de li kevne didisanên welatê xwe(Silêmaniyê) û bajarê Bane ya bi ser Rojhilatê Kurdistanê de xwendiye. Bi awayekî baş zimanê Kurdî, Tirkî û Farsî û Erebî fêr bûye.
Di sala 1895an de wî li daîreya regeznasî ya bajarê Silêmaniyê de dikin nûser(katib). Piştre di sala 1886an li dadgeha Şarbajêr de dibe sernûser. Piştre di sala 1895an de dibe alîkarê giştî yê dozê yê Kerbelayê. Piştî vê karmendiyê di sala 1898an de bi Şêx Se’îd Hefîd re diçe Tirkiyeyê ku sala pêş de jî biçin hecê. Piştre di sala 1899an de dikin endamê encûmena bilind (Meclisî-i A`la) û nasnavê Beg jî lê dikin. Di heman demê de jî huqûqê dixwîne û dîplomeya xwe jî werdigre. Di serdema destûra(qanûn) Osmaniyan a sala 1908an de jê re radigihînin ku dê li encûmena bilind de nehêlin. Piştre dest bi karê parêzerî û rojnamegeriyê dike û beşdarî komeleyên neteweyî yên kurd ên ku li paytexta Osmaniyan ava bûyîn dibe. Her di wan deman de bi her sê zimanên ku dizane helbestan dinivîse. Ji rojnameya «risimlî kitab»a di sala 1908an de derketî û gelek rojnameyan de dinivîse. Di sala 1909an de dibe qaymaqamê Çolemêrgê. Piştre di sala 1918an de dikin muteserrifê Amasyayê. Pîremêrd piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di sala 1923an de piştî ku hukumeta Enqere tê damezrandin vedigere Silêmaniyê. Li vir jî dikeve bin siha Bizava Neteweyî ya ku Şêx Mehmûdê Hefîd Rêberiya wê dikir. Li vir jî al bilindkiriye. Piştre di Kanûna Yekem a sala 1926an de serpereştiya rojnameya Jiyan a ku şaredariya Silêmaniyê derdixist kir. Piştî wê bi çend salek şûnde di sala 1932an de bûye sernûserê heman rojnameyê. Gelek caran rojnameya wî hatiye girtin. Lê her tim weşan berdewam kiriye û maye, hejmarên wê yên nayên naskirin derdixe heta 19ê Hezîrana 1950an koça dawî dike.

Ji dayîkbûn û destpêka Jiyana wî
Wê roja ku Pîremêrd hatî dinyayê keyf xweşî ketibû nav mala Mehmûd Axayê Hemze Axayê Mesrif ku xwedê kurek dabû wan. Mala Mehmûd Axa piştî jidayîkbûna Pîremêrd Mewlîdek dane; xwarin dane hejaran û ji zarokên sêwî re jî cil û berg kirîne. Hê di wêmê de navê Tewfîq (Tofîq) di guhê wî de xwendine.
Pîremêrd di derbarê zaroktiya xwe de, di Jiyannameya xwe de dibeje: Dema ku ez hatim vê kevnedinyayê, serdema zaroktî ya hemû zarokan xweşe, ji ber hay ji derdê debarê nînin, min serdema zaroktiya xwe xweş bihurand. Pîremêrd bi derfet û naz di bin çavdêriya hezkerên xwe de heta heft saliyê tê xwedîkirin û perwerdekirin. Piştî ku bû heft salî êdî ew birin hicirka Mela Husên Goçe. Heta xwendina xwe diqedîne li vê derê dimîne. Li vir jî simayilname û çend pirtûkên ê biçûk xwend.
Rojekê Tewfîqê heşt-neh salî, bi mamosteyê xwe re li ser helbestek a hafiz pev diçin. Ji ber ku Pîremêrd xwe mafdar dibîne û naxwaze ji gotina xwe dakeve û lêborîna xwe ji mamoste bixwaze, mamê wî Hesen Efendî ji neçarî wî ji wê hicrikê vediguhêze û dibe hicirka Mela Se’îdê Zillzilleyî. Dema ku dibin wir Hesen Efendî dibêje: Tewfîq, hêvî dikim ku dev û nefes a vî zatê pak te bike şairekî wekî min. Di vir de xwiya dike ku mamê wî Hesen Efendî jî şair bûye. Lê mixwabin heta niha jî helbestine wî neketine berdestê me. Di vê hicrikê de destpêka behreya helbestên wî vegotina wî derket. Li ser xwendina xwe mijûl bûye û zêdetir li ser xwendina wêje û helbest û serhatiya wêjekar û helbestvanan sekiniye. Her weha ji ber ku di binemaleke navdar û feodal de hatibû dinyayê meyla wî li ser siwarî û tifingê jî çêbûbû. Siwariya Pîremêrd bi navdeng bû.
Piştî ku xwendina wî pêşket û bi şûnde diviyabû ku li ser feqîtiyê berdewam bike.
Di destpêkê de li mizgevta bapîrê xwe dersa Erebî dixwîne. Di xwendina Erebî de pêş dikeve Piştî xwendinê, weke her feqiyekî yê serdemê li bajar û cihê wî dûr dixin. Li gor vê adetê, li kîjan mizgevgevtê mamosteyek baş hebe feqîyan jî berê xwe didan wê derê. Her weke mamosteyên vê serdemê ku dixwazin di bwarekê de şareza bin. Pîremêrd jî mîna Hacî Qadirê Koyî, Nalî û Mehwî û Mewlewî û Zêwer mizgevt bi mizgevt, bajar bi bajar û li her cihekê demekê maye. Digihê mizgevtên bajarê Baneya bi ser Rojhilatê Kurdistanê û demekê li vir dimîne û piştre vedigere bajarê Silêmaniyê. Di wê serdemê de her kesê ku xwendina xwe ya melatiyê biqedanda û melatî bikira, dibû mela, lê ku dev jê berbidaya jê re digotin “mîrza”. Ji wê şûnde Pîremêrdjî dev ji xwendina xwe berda û bû “mîrza”
Di sala 1882an de hê di temenê 15 salî de dibe katibê nufûsê( katibê Gelhe) yê Silêmaniyê. Gelek ser re nabore wî dikin katibê zebtê ya dadgaha Silêmaniyê. Di pûşpera sala 1883an de dibe fermanberê çandiyarî ya milkê mîrî yê Helebceyê. Nêzîkî sê salan li wir dimîne. Li gor nivîsên Pîremêrd yên ku di rojnemaya Jiyan û Jîn de belav bûne, tê famkirin ku wê demê eşqa helbestê di dilê wî de bûye. Kelekela komkirina helbestê li serê wî daye. Heta wê demê jî xwe bi jiberkirina helbestên Nalî mijûl dikir. Lê, dema ku çû vê navçeyê, bûye şeydayê Mewlewî û Bêsaran jî. Li hemû deşta Şarezûr geriyaye. Keşkolek rengîn ji bo xwe aniye û daniye nav xurcika xwe, her çi helbestek bi destê wî ketibe yan dîtibe, yan jî bihîstibe di keşkola xwe de nivîsiye. Piştre dibe sernûserê (başkatib) dadgaha Çiwarte. Di cotmeha sala 1890an de, ji wir bi mebesta karmendiya Alîkarê Giştî yê Dawedar birine Kerbelayê. Lê biryar dide ku neçe wê wezîfeyê. Bi giştî dev ji fermanberiya dewletê anî. Şêx Mustefa Neqîb dilxweşî dayîyê û kiriye katibê xwe yê taybet ji bo pêkanîna karên xwe û jiyaneke baş ji aliyê afirandinê ve.

Jiyana Wî Ya Li Tirkiyeyê
Ji ber ku (Tewfîq) lawekî jîr bû, xwendewariya wî jî li gor pîvanên wê serdemê baş bû, peywendiyek baş jî bi binemalên navdeng yê Silêmaniyê re jî peyda kir. Dema ku Şêx Se’îdê Hefîd(bavê Şêx Memhûd Berzencî) bi bangewaziya Sultan Ebdulhemîd derin Stenbolê, bi Şêx Mistefa Neqîb re gazî Tewfîqê Mehmûd Axa jî kirin ku bi wan re were Tirkiyeyê. Bi vê peywendiyê Pîrêmêrd bi Şêx se’îdê Hefîd re diçe Tirkiyeyê.
Wê demê Tewfîq xwedî jin û mal bû. Lê rê nedida ku jin û zarokên wî ji bo seferê jê re bibin asteng. Wê demê Tewfîq, bi Xezalexan a keça Ebdulah Efendiyê Ezîz Axayê Babekirê Mele Weysî re zewicîbû. Du keçên wî yên bi navê Rehîme û Emîne jî ji vê jinê hebûn. Wê demê Tewfîq xatirê xwe ji dost û hevalên xwe û hevjîna Xezale(xan) dixwaze û diçê vê seferê. Mustafa Sayib di destnivîsekî de dibêje: Dîroka çûyîna xalê min qet ji bîra min naçe. Ji ber ku sefer li ser dîwarê mala wan hatibû nivîsandin, ji ber vê her tim di bîra min de mabû.
Tewfîq bi vê desteyê re gihişt Stenbol û bûn mêvanê meqamê Sultan. Piştî salekê bi Şêx Se’îdê Hefîd û Şêx Mistefa Neqîb û gelek rewşenbîr û mirovên navûdeng re diçin Hecê. Tewfîq dibe Hacî Tewfîq.
Dema ku li Hecê ye bi Wefayî yê şair û Seyid Ehmedê Xaneqaya Kerkuk re hevnas dibe. Pîremêrd di vê bwarê de weha dibêje: “Ez berê ji helbestê Wefayî agahdar bûm, Wisa li hev hat ku li mala Xwedê jî bibim hevnalîn û hevfîxana wî. Piştî hecê di rêya Hîcazê de koça dawî kir û Seyid Ehmedê Xaneqa jî li ber serê wî bû, heta veşartina hevalê xwe ez bi giryan bûm”.
Piştî wê Seyid Ehmed diçe Êraqê û Hacî Tewfîq jî diçe Tirkiyeyê. Bi vî awayî Tewfîqê Mehmûd axa, di temenê 32 salî de hê di demê lawîniyê de bû Hacî Tewfîq. Ji ber jîrektî û hişyariya xwe, zû serxwext dibû. Ev li aliyekê. Ji aliyeke din ve di nivîsîn û dariştina farsî de gelek jêhatî bû. Îzat Paşa katibê şahitiyê yê Stenbolê ye. Nesredîn Şahê Îranê nameyekê ji Sultan Ebdulhemîd re dişîne. Îzet Paşa ji HacîTewfîq dixwaze ku bersiva Sultan Ebdulhemî bi farsî binivîsîne. Bersivandinê ewqasî xweşik dinivîse, bala derdora Sultan dikişîne. Ji bo xelatkirinê jî di 14 Êlûna 1899an de bersiva Sultan jê re tê. Li Stenbolê dibe endamê Maclîsa Bilind (Meclis-i-Ali) . Herweha dereceya Beg jî didinê. Êdî bi navê Hacî Tewfîq Begê Mehmûd Axayê Hemze Axa Mesrif di dîwanxaneya Sultan û di fermiyetê de navê wî tê hildan.

Di sala 1907an de Komeleya Kurd bi dîzî bi serokatiya Şêx Ebdulqadirê kurê Şêx Ebdulayê Şemzînî tê damezrandin. Pîremerd yek ji damezrênerê vê komelê bû.
Piştre di sala 1907an de, piştî ku hizba îtahad û teraqî zora Abdulhemîd birin, vê Komeleyê jî bi eşkere xwe nasand û Pîremêrd jî yek ji endamê wê bû.
Piştre di 5/9/1909an de, biryar ji bo wî derket û bû qeymeqamê Colemergê. Piştre, di 4/4/1912an de bû qeymaqamê Qeremursila. Piştî salek û nîvê di 1/2/1915an de bû qeymaqamê Balawe, salek û nîvê jî li vir dimîne û di 28/9/1916an de bû qeymeqamê Beytalşabib(dibe ku bytuşabab be..?) piştî 5 meh û nîvê di 18/3/1917an de bû qeymeqamê Gumiş Koyî. Di heman salê de bi heman pileyê diçe girava……
Wisa derdikeve holê ku gelek bîranîn li pey Pîremêrd hene ku di hejmara 967 a 2/6/1949an a rojnameya Jîn de qala sefernameya xwe kiriye: “Li Egeyê(?) cîranê Recayîzade Ekrem Beg û ‘Uşşaqîzade Xalîd Ziya û Husên Reḧmî bûm, Reza Tewfîq jî bi min dan nas kirin. Ketim nav bihişta Serwet –î-fûnûn. Êvaran ji Stenbolê bi vaporê vedigeriyam hêlîna xwe ya şadî ye ku li Ege bû. Serwetî fununa xwe min dixwend di vapora ku li ser deryaya Marmarayê de….
Vê carê jî di 17/4/1918an de bû muteserifê Amasyayê. Ev karmendiya wî ya dawiyê bû li tirkiyeyê. Di wê demê de xizmên wî ji Silêmaniyê nameyan jê re dinivîsin. Bi taybetî jî xwarziyê wî Mustefa Beg gelek nameyan jê re dişîne ku vegere Kurdisanê.
Pîremêrd bi qasî 45 salan li tirkiyeyê dimîne, di wesiyetnameya xwe de dibêje:“Bi xwendineke nîvrê ji Silêmaniyê derketim û xwendineke bilindtir min qedand.
Ev tişt selamandina vê ye ku mebesta wî ew e ku bibe xwendekarek baş û her cûre şarezayî ya zanistî bidest bixe.
Pîremêrd li Stenbolê, ji bilî hewldanên ronakbîrî û qedandina perwerdehiya xwe zanistgehê, sedemeke gelemperî jî hebû ku li wir bimîne. Ew jî daxwaz û hestên têkoşînê bûn ku bi hevalên xwe re ji bo rizgariya kurdistanê bixebite.
Hacî Tewfîq piraniya lawîniya xwe li Tirkiyeyê derbaz kiriye. Li wir jî jineke wî hebû, du zarokên wan. Piştî vî demê dûr û dirêj agirê dayîka niştiman lê gurr bû, vê şewata kurdistanê û serhatiyên wî ew êxist nav liv û bizaveke evîniya vegerê. Roja 19ê Hezîrana 1950 Pîremêrd koça dawî kir

Jêder: Wîkîpedia
