Rojnamevan û Nivîskar û Wergêr Têmûrê Xelîl kiye?

Rojnamevan û Nivîskar û Wergêr Têmûrê Xelîl kiye?

Jînenîgariya Nivîskar û Rojnamevan û Wergêr Têmûrê Xelîl...

 

Berpirsyarê malpera Riataza Têmûrê Xelîl sala 1949an li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matêmatîk, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurdan. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Di destpêka beşa kurdî ya Radyoya ”Dengê Rûsîyayê” da (sala 2008an) çû Moskvayê, salekê wira kar kir, herwiha bernameya edebîyetê bi rê va dibir, paşê carek din vegerîya Swêd û ji wir heta niha jî bi gotar û wergeran va alîkarîya wê radyoya kurdî dike. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Berî çendekê di kongrêya Komeleya Nivîskarên kurd yên Swêdê da cara 6an dû hev hate hilbijartin wek endamê komîtêya karger û sêkrêtarê komelê. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû”, kolûmnîstê malpera “Nefel”ê bû. Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din. Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Dengê xwînê” ji alîyê weşanxaneya Lîsê da çap bû. Lê pirtûka wî a bi sernavê “Antolojiya 35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyet” ji alîyê weşanxaneya ”NA” derket. Pirtûkeke wî a din ser bûyerên balkêş di jîyana kurdan da amade ye bona çapkirinê. Niha ser amadekirina pirtûkekê kar dike, ku kesên li cihanê binavûdeng ser êzdîyan çi gotine. Ewî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû). Hevpeyvînên yên bi deng (audio) bi kesên wisa binavûdeng ra hene, wek Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Akademîsyan Nadirê Kerem Nadirov û yên din ra. Pêwendîyên wî yên şexsî hebûne bi Ebdurehman Qasimlo û Kamûran Bedirxan ra, nameyên wan wek tiberk bal xwe xwedî dike.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê beşa sosîologî temam kirîye û di beledîya Stokholmê da wek sosîolog kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurdan di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (bêjer) bûye û bi tevayî weke 100 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Têmûrê Xelîl niha berpirsyarê malpera kurdî ya bi navê krd.riataza.com e. Ew li Swêd dimîne û heta niha ev kar kirine:

Têmûrê Xelîl wek rojnemevan û wergêrekî bi şuret û çalak tê naskirin. Heta niha wî 19 pirtûk ji rûsî û ermenî wergerandine kurdî û 23 pirtûk jî bi herdu keçên xwe - Mîdîayê û Dîdarê ra - tevayî ji tîpên kîrîlî û latînîya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdîya latînî ya niha:

  1. "Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da" (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994an li Bêlçîkayê, ji alîyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.
  2. "Pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999an di nav weşanên "Roja Nû" da çap bû.
  3. "Împêrîyalîzm û pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 2002an di weşanên "Roja Nû" da çap bû.
  4. "Dêrsim" ya Andranîk, sal 1900, Tîflîs, 200 rûpel, ji ermenkîya kevin hatîye wergerandin û van dawîyan di weşanên "Dengê" da hatîye çapkirin.
  5. "Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra", ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 109 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.
  6. "Kurdistana nû", 500 rûpel, Moskow, sal 1990. Bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.
  7. "Tevgera kurdan", ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963an bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û APECê çap bike.
  8. "Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî", ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Ev pirtûk wê di weşanên RÛPEL da çap bibe. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.
  9. "Kurdên Azirbêcanê" ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932an li Bekuyê çap bûye. Ji rûsî hatîye wergerandin, Înstîtûta Kurdî li Parîsê wê çap bike.
  10. ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ya Emînê Evdal, 220 rûpel, sal 2006, Yêrêvan. Ji ermenkî hatîye wergerandin û weşanxaneya APECê wê zûtirekê çap bike.
  11. ”Kurdistan û pirsa kurdan (1923-1945)” ya M. S. Lazarêv, 350 rûpel, Moskow, weşanxaneya ”Weqfa Azadî” sala 2020î çap kir.
  12. ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê” ya Yurayê Dasinî, 190 rûpel, sala 2010an bi rûsî çap bûye, kurdîya wê ji alîyê weşanxaneya ”Na” va çap bû.
  13. ”Kurd. Efsaneya Rohilatê”, wergera ji rûsî ya berevoka berhemên kurdzanên navdar, Weşanxaneya GAZPROM, 740 rûpel, ku sala 2019an bi rûsî, îngilîsî, kurmancî û soranî çap bûye.
  14. (Niha jî pirtûka O.Vîlçêvskî ya bi navê "Kurd" ji rûsî werdigerîne, ku sala 1961ê li Lênîngradê çap bûye).
  15. ”Berbang”, a nivîskarê kurd Têmûrê Lêşo Broyan, wergera ji ermenî, hela çap nebûye.

 

Têmûrê Xelîl ev pirtûk jî (bi herdu keçên xwe - Mîdîyayê û Dîdarê) ji kirîlî kirine latînî bona çapê:

  1. "Mesele û metelokên cimaeta kurda", 800 rûpel ya ku Hecîyê Cindî berev kiribûn.
  2. "Şaxêd Rostemê Zale kurdî", 400 rûpel, Yêrêvan, 1977. Bernivîsar, pêşgotin, nivîsarnasî yên Hecîyê Cindî.
  3. "Folklora Kurmanca" ya sala 1936an, 640 rûpel, ji latînîya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdîya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Hecîyê Cindî ne.

4, 5, 6, 7, 8. Pênc cildên "Hikyatêd cimaeta kurdîyê", 1300 (hezar û sêsid) rûpel, ku Hecîyê Cindî berev kirine.

  1. "Folklora kurmancîyê" ya sala 1957an, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye.
  2. ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê“, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972an bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.
  3. ”Heleqetîyên pizmamtîyê di nava kurda da” ya Emînê Evdal, sal 1965, 300 rûpel, Yêrêvan.
  4. ”Şaxên destana Koroxlîye kurdî” ya Hecîyê Cindî, sal 1964, rûpel 280, Yêrêvan.
  5. ”Varyantên kurdî yên destana ”Koroxlî”. Jibernivîs, berhevkar, werger û pêşgotin yên Hecîyê Cindî. Yêrêvan, 1953, 120 rûpel.
  6. ”Sitiranê zargotina kurdaye terîqîê”. Yêrêvan, 1975, 600 rûpel. Berhevkar Ordîxanê Celîl.
  7. ”Şer çiya da” ya Elîyê Evdilrehman, sal 1989, Yêrêvan, 450 rûpel.
  8. ”Xatê Xanim” ya Elîyê Evdilrehman, sal 1959, Yêrêvan, 180 rûpel.
  9. ”Gundê mêrxasa” ya Elîyê Evdilrehman, sal 1968, Yêrêvan, 140 rûpel.
  10. ”Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê”. Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî. Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê, Moskva 1962. 180 rûpel.

19, 20, 21, 22, 23. Berhemên folklorî yên serokê Radyoya Kurdî Xelîlê Çaçan ”Zembîlfiroş”, ”Memê û Eyşê” (destan), ”Memê û Eyşê” (şano), ”Kilamên cimaeta Kurda”, ”Cewahirên Kurdî”.

 

XELAT