Kovara `Mewda Polîtîk` li Salona Kurdistanî Nwê hat nasandin

Kovara `Mewda Polîtîk` li Salona Kurdistanî Nwê hat nasandin

Îro roja şemiyê 2/11/2024 li Salona Kurdistanî Nwê ya borda ragihandinê, semînerek ji bo nasandina kovara (Mewda Polîtîk) hat lidarxistin ku sernivîseriya wê ji aliyê (Xelef Xefure) ve tê kirin.

Kovara (Mewda Polîtîk) kovareke werziye û babetên siyasî li xwe digre ku ji aliyê malpera Mewda Mîdya ve tê derxistin û navûnîşana vê hejmarê jî weha ye (Mam Celal; Dîroka Kesk a Kurdayetiyê).

Naveroka hêjmara 2 ya kovarê jî taybete bi xebat û tekoşîna Mam Celal Talebanî ji destpêka temenê ciwaniyê û heya bi gihêştine koşkê Serokomariya Êraqê ye.

Her weha gelek babetên taybet bi xebata Mam Celal ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û rola xwe di pêvajoya aştiyê ya bakûrê Kurdistanê û her weha di danîna kevirê bingehîn a siyaseta Rojavayê Kurdistanê de û heya di dema şoreşa Rojava de.

Ji aliyê xwe stafa kovara Xelat a elektronî û sekoya Kurmancî jî beşdarî di semînerê de kir.

 XELAT