Jiyana Kurmanca bi mêvandariya hunermend Mehmûd Ezîz Şakir

Xeleka vê carê ya bernameya (Jiyana Kurmanca) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê mamosta (Roşîn Serêkanî) ve tê pêşkêş kirin bi mêvandariya hunermendê bi navûbang yê Rojavayê Kurdistanê mamosta Mehmûd Ezîz Şakir e.

Di destpêkê de stranbêj û mûzîkjen Mehmûd Ezîz Şakir kêfxweşiya xwe anî ziman bo vê derfetê ku radyoya Dengê Gelê Kurdistanî dayî bo wê hevpeyvînê û mamosta Roşîn silav kir û got; "bêhna Kurdistanê û bêhna Serêkaniyê ji te tê".

Mehmûd Ezîz Şakir diyar kir ku temenê wî yê hunerî 53 salin, got jî: Di sala 1950î de li bajarê Dirbesiyê jidayîk bûye û di temenê 7 saliyê de ji mûzîkê hez kiriye bi saya bavê xwe û ew jî diyar kir ku dengê strana kurdî destpêkê ji radyoya Yêrîvanê bihîstiye.

Her weha anî ziman ku destpêkê li bilûrê xistiye û piştre jî li gel birayê xwe Mihemed Elî Şakir Ûdek ji xwe re kirîne û xwe fêrî ûdê kirine û di sala 1963`an dest bi mûzîkjeniyê kirine ku wê demî 13 salî bûye.

Hunermend wê yekê eşkere dike ku destpêkê stranên erebî gotine û heya ku malbata wî çûye bajarê Serêkaniyê û li wir di civakekê de straye û kesayetiyê navdar yê wî bajarî Yûsif Berazî daxwaz jê kiriye ku bi Kurdî strana bistirê û alîkariya wî kiriye di amadekirina awazan de. Piştre jî çûye radyoya Bexdadê û hinek stranên xwe li radyoya Bexdadê tomarkirine û di sala 1969`an nave wî ketiye rêzbendiya hunermendan.

Mehmûd Ezîz Şakir, da zanîn ku heya niha 200 stran straye û nêzîkî 100 stranî jî hîna nehatine tomar kirin ji ber penaberiyê nekarîne tomar bikin. Her weha niha li Kurdistanê dîsa amadekariyan dike ku stranên xwe tomar bike.

 

XELAT