Jiyana Kurmanca li gel helbestvan Anahîta Sîno
Xeleka vê carê ya Bernama (Jiyana Kurmanca) ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistan ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin li gel helbestvana Kurd ya xelkê Rojavayê Kurdistanê (Anahîta Sîno) bû.
Helbestvan (Anahîta Sîno) di destpêka axaftina xwe de sersala nû li hemû karmendên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê pîroz kir û spasiya xwe jî pêşkêş kir bo ew derfeta ku hatiye terxan kirin bo beşdariya li vê bernamê.
Li ser pirsa Roşîn xanimê ku wateya navê Anahîta çiye ku gelek kes meraq dikin? Helbestvan Anahîta diyar kir ku ev nav berya 35 salan li xwe kiriye û navê wê yê helbestvaniyê ye ku di wê demê de zimanê Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû wê jî bi kurdî helbest dinivîsandin û ev nav ji xwe re hilbijartiye. Ev nav jî ji pirtûka mamosta (Deham Ebdulfetah) wergirtiye ya bi navê (li ber dergehê Laleş) navê anahîta têde derbas dibe, anahîta jî xwedawenda evînê ye li cem kurdan.
Anahîta Sîno ku di heman demê de Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ye da zanîn ku heya niha 4 pirtûkên wê hatine çapkirin û 3 pirtûkên wê jî li Serêkaniyê li şûn wê man dema ku koçber bûn ji ber ku li ser kaxezan û defteran bûn, niha jî du pirtûkên wê li ber çapê ne.
Eve jî helbesteke Anahîta Sîno:
Li benda min be
Li benda min be...
Û ti car hêviyê ji hatina min qut neke
Di rengê ewreke giran tijî baran ezê werim
Û li ser çol û beyarên te bibarim
Biharekê di dilê te de biafirînim û nêrgizên xewnên te bibişkivînim
Xewn bi xewn di benê hebûna xwe de darvekim û li ser sînga eşqa te de berdim
Û bixemlînim
Li benda min be...
Dibe ku ez di rengê helbestekê de werim
Hestên te tevdim û etûnekê di dilê te vêxim
Bihna şewata dilê te bighînim ezmanên helbestê ta ku evîna min di nav tiliyên tey nazik biherike û kamaxa peyvan rake
Tîp li ser tîpê nehêle rêzmanan ji kokê de bihejîne û jina ku bibe qirala komara
Helbestên te ez bim
Li benda min be...
Di dirovên rêwiyekî ez bibim mêvana te
Taştê û firavîn û şîva xwe li cem te bixwim
Taşteya min wê dîtina te be
Firavîna min wê awirên tey bendewar be
Û şîva min wê ew tep tepa di dilê te de
Ku her tepînek bi navê min bandike
Li benda min be...
Dibe ku pinpinîk bim pasikek ji av û yek ji agir bim û li ser lêvên te rawestim
Him te tî bikim
Û him te bi av bikim
Û him di xeyalên te de tevna dîdarek bi eşq birêsim
Li benda min be
Kolanê dilê xwe ji min re vala bike
Nekeve şek û gumanan
Berf bim baran bim gul bim xwîn bim
Artêş bim agir bim bîr bim bawerî bim
Ezê werim
Ezê werim
Li benda min be....
XELAT