Komkujîya Şengalê

Komkujîya Şengalê

Nivîsîn: Dr.Eskerê Boyîk

3 ȇ meha Tebaxȇ sala 2014 an, hêza ȋslamȋste tȇrorȋst , ya xwe nav dikir ” Dewleta Ȋslamȋ ya Ȋraq ȗ Şamȇ” (DAȊŞ) komkujȋya hovane, ku mȋnakȇ wȇ cihanȇ da degme tȇ dȋtin anȋ serȇ Ȇzdȋyên Şengalê.

Kesȋ bawar nedikir, ku  ew hȇza fanatîke çekdar, ku ji musulmanȇn olpereste têrorȋst, radȋkal ȗ mejȋ tarȋ pȇk dihat,  ji her qulçȇ cihanȇ bicivȋnin, hȋn bikin, serê wan bi haşȋşa ȋslamê ya zulm û xezeba dewranan tije bikin, bi meremên qilêr bȋnin heremê… Bi alȋkarîya dewlet, pȋrozgeh û organîzasîyonȇn musulman ew ewqas  bi hêz û xurt bû, ku nȋvȇ erdê dewletên Sȗrîyȇ ȗ Ȋreqȇ bi zorê zevt kir û li ser wȋ erdȋ dewa çȇkirina dewleta Xelȋfet ya Ȋslamȇ kir. 

 Ji pey dagerkirina bajarê Mûsilê û der-dorên wê ra, artȇşa dewleta Ȋrakȇ, ji tirsê dest ji ber xwe berda, her tȋşt bê asteng wan ra hȋşt, ji wur banz da. Dewsa  xelkên welatê xwe ji wê hêza hov biparêzin temamîya çek ȗ têxnîka lwşkerȋyê  ku dest artêşȇ da hebû, ku yȇn here  modêrin, giran ȗ pȇşketȋ bȗn wan ra hȋştin. Wan jȋ wek gurȇ har hicȗmȋ li ser navçê û cȋ ȗ warȇn Ȇzdîyȇn Şengalȇ kirin. Bajarȇ Mȗsilȇ çawa bi sedsalan berȇ, vȇ carȇ jȋ bȗ hȇlȋna Ȋslama tȗndwer, neyarȇn qewmȇ civaka Ȇzdȋ. Êzdîyan bawar nedikir wê bi tenê, destevala, bê hazirȋ êrȋşê wê hêza wêş ra rûbirû bimȋmin. Kasȋ bawar nedikir ku kare vê dewra 21 ê da, bo bawarȋyê  komkujȋke wî teherȋ  bȋnin serê wê civaka bê sûc-gune, çîye ew bi bawarȋya xwe Êzdȋ ne.

Êzdîyan bawar nedikirin,ku çȋnarê wan, Ereb û musulmanȇn binelîyȇ Şengalȇ, ku bi dehan salan cîrantî, kirȋvatȋ bi hevra kiribûn, şȋn û şayê hev bûn, ji sifrekê nan xweribûn wê wusa zu, bi carekê va rengê xwe biguhêzin,  erkê mirovatȋya bȋrkin, DAȊŞ a ra bibin heval, rȇber ȗ alȋkar.

Êzdȋ bawar bûn ku cihanê rabe pişta wan, wan tenê nahêle, wê wan biparêze. Gumana xwe dabûn ser pêşmergan, hêzên hevpeyman. Lê mixabin li ber çavê cihanê Ȋslamȋstȇn hov bȇ asteng, bi wan çek- sîlihên kujar demeke kin da bȇ asrengȋ ketine Şengalȇ, cȋ ȗ warȇn Ȇzdȋyan dorpȇç kirin.  Şingal,  warê Ȇzdȋyan yê  pîroz, dil ȗ sîmvola heyîtȋya Ȇzdîxanê, cȋyê   parastina bawarî, pȋrozgeh, çand, dîrok, erf-edet, rabȗn-rȗniştandina wan nava seh’etan da wêran, talan ȗ bê ruh kirin.

 Sedsala 21 da Ȇzdȋ dȋsa qetlyameke zulm, neheqȋke bȇ wȋjdan ra rȗbrȗ man.  Pêșȋya da hatȋye gotin:  “Gayê reș çermê xwe naguhez e”.Mela-miftȋyȇ musulmanên sunî, çawa demȇn fermanȇn dewranȇn berȇ fitiwa  helalkirin musulmankirin, kuştina  zar-zȇçȇ Êzdȋyan, talankirin-wȇrankirina cȋ ȗ waran, xwera wek hȇsȋr birina keç ȗ bȗka dan. Gelê musulman yê cȋ, payê pirê têrorȋsta ra bûne heval û alȋkar.

Qetilên DAȊŞ ê li ser navê bawarȋya îslamê, di heqê Ȇzdȋyên  da weşîtîke wusa kirin ku tu sînorên morala mirovatȋyê da cî nabe.  Ev komkujî  bi wê şêweyî hate kirin çawa dewr-zeman berê  dema  Xelîfên Ereban, Sahên Sefewȋyan ȗ Sultanên Osmanȋyan da dihate kirin. Vê dewrana ku evd alîyê zanyarȋyê va gȋhîştȋye bilindayê nebînayî, ew hê wek pêşîyên xwe di wê bawarîyê da nin ku qetilkirin ȗ talankirina Ȇzdȋyan, sejêkirina zarok, kal ȗ pîran, bi cȗrê hovîtî kuştina evdan  wanra wê rê veke berbi horȋyan ȗ buhuştê.

Vê kereseta hovane Ȇzdî li ber qezȋya nebûnê dan sekinandin. Welatê wan yê kal-bava da, ancax gavek erd li bin pȋyê wan da mabû ew jî kete li ber qezîya nemanê.

Wê rêxistina têrorîst derba here xeter Ȇzdîxana Şengalê, Başik ȗ Bahzanê dan. Ew dever bi tomerî hate kavilkirin, wêrankirin, cî ȗ war, mal ȗ hebȗna Êzdȋyan binîva hat talankirin. Bi hezara zar, kal-pîr, jin-mêr, hatin qetilkirin, deha hezara evdên Ȇzdî  hêsîr birin, zulm anîne serê wan, bi hezara keç ȗ jinên Ȇzdî wek dewranên pêxember, xelîf  ȗ sultanan bazarên welatên musulmana da wek hêsîr firotin, destdirêjî wan hate kirin, namȗs hate binpêkirin. Heta dewȋyê jî qedera bi hezara hêsîrên destê wan we’şa da ne dîhare.

Zêdetir nȋv mȋlyon evdê Ȇzdî welatê xwe da, halê  herî xirab, di bin çadira da,  bȗne penaber . Hê jî nayê zanîn axrȋya wanê çawa be.

Xelkȇ Şengalȇ  kereseteke waye xezeb ra hazir nȋbȗn. Tu fermanan da Êzdî ewqas arxayîn, bê hazirȋ, șerpeza ȗ destevala nîbûn çiqas vê fermanȇ da. Ne serokatȋya Êzdȋyan ya civakî ȗ olî, ne rewșenbîrên Êzdȋyan yê welêt û dervayî welêt, ne oldar, ne serokhoz û ne  komel û dezgehên cûrbicûr, ne jȋ gelȇ cȋ.

Hukumdarȋya dewleta Îraqê Şengalê û Êzdȋyan nebû xweyȋ, berovajȋ leşkerê dewletê, bi hêza xwe ya têxnȋkȋ bê şer Mûsilê da tesmȋl bûn, têrorȋsta ra derfet çê bûn ku bê astengȋ tev bigerin û karê xweyȋ reş bikin.

Di roja komkujȋyê yên ewlin da alȋyê deshilatdarȋya Herêma Kurdistanê va kêmasî û çewtȋyên mezin  çê bȗn. Serokatȋya heremê, rola xwe nelîst, bi erkê xwe  yê netewî ranebû, xelkê Ȇzdî neparast, evê yekê bawarȋya Êzdȋyan berbi netewa Kurd, Heremê û serokatȋya wê  şkênand ȗ derbeke mezin yekîtî ȗ tifaqa gelê Kurd da.

Pȇşmergȇ herema Kurdistanȇ, ku borcdar bȗn xelkȇ Şengalȇ biparȇzin, xelk bȇ xwedȋ, destevala di  nava lepȇ wan barbarȇ hov da hȋştin ȗ bȇ şer paşda vekişȋyan. Dest bi kereseteke neȋsanȋ bȗ. Bi hezaran evdȇn Êzdî, bȇsebeb, bȇsȗc, ji bo ew Êzdȋne:  jin, zilam, kal, pîr, zarok, bi cȗrekȋ hov û bȇ wȋjdan devȇ şȗrȇ ȋslamȇyȋ qetil ra derbas kirin. Malbet tune bȗ ku derba giran lȇ neket, civakȇ bi deha hezaran mirovȇn xwe wunda kir. Gundê Êzdȋyan: Koço bi carekê va qelandin.  Zar, kal-pȋr, jin-zilam serjȇ dikirin. Yan musulmanbȗn yan mirin. Ev herd rȇ didane ber xelkȇ. Musulmanbȗnê jȋ çare nedikir. Derdê wan talan û xûnrêtin bû.

Zordestȋ ȗ xezeba DAȊŞ ȇ wusan mezin ȗ hov bȗ ku tu sȋnor nas ne dikir. Wȇ kelekela havȋnȇ gelek  revȋyane çȋyȇ. Li çȋyȇ jȋ bi hezaran kes xazma kal-pȋr, zarok ji tunebȗna avȇ ȗ xwerinȇ, ji germa rojê ȗ serma şevȇ, ji derdȇ giran yȇ wundayȇn xwe jȋyana xwe dest dan. Şengal bi giştȋ talan û wêran bû, bȗ werȇ goristanȇn kom.

Gȇrȋlayȇn YPG ji alȋyê Sûrȋyayê va hatine hewara Şengalȋyan û wan ra rê vekirin berbi Rojavayȇ Kurdistanȇ. Evê rê nȋbûya komkujîyê hê mezintir bibûya.

Wan weşa, xelkȇ ku pȇra negȋhandin birevin gelek cȋ da kuştin,  bi deha hezaran jin û zarok, zilam berev kirin, wek hȇsȋr berȇ wan dane  gund ȗ bajarȇ Ereban, ecȇb anȋne serȇ wan. Pȋrekȇn Êzdȋyan sȗkȇ bajarên musulmanȋyȇ da wek dewranȇn pȇxemberên xwe derxistin firotanȇ. Namȗs hate binpȇkirin. Mal, milk, ked ȗ hebûna xelkȇ talan kirin, gund  şewitandin, şȇlandin.  Gund hebȗn ku bi temamȋ hatin qelandin.

Komkujȋya Șengalê kereseteke fanatîzma olê, a’cȋya talankirinê, zengînbûn bi kuștin û xûna evdên bê sûc û gune bȗ. Rast kopîya wan 72 fermanan ȗ hȇ bi hovane, ku dewra pêxemberên xwe va girtî heta dewleta Osmanȋyê û îro cihana ȋslamê tȋnîne serê  civakȇn wek   Êzdȋyan.

Bi seda hezara koçberȇn Şengakȇ hilşȋyane bajarȇ Dihok ȗ Zaxoyȇ. Xelkȇ van herdu bajara jȋ derȇ xwe Êzdîyȇn koçberra vekirin ȗ alȋkarȋya biratȋyȇ dane wan

 Di dȋrokȇ fermanȇn Ȇzdȋyan da cara ewlin bȗ ku xȋreta netewȋ di nav gelȇ Kurd da ser ket, rastȋ hate holȇ ȗ gel (payȇ pirȇ) rabȗn pişta birayȇn xweye Ȇzdȋ.

Hêzên sȋyasî ȗ çekdar xwe amade kirin ji bo parastina Ȇzdȋyan ȗ rizgarkirna Şengalê. Ji her qulçê Kurdistanê ȗ ji welêtên der kîderê kurd dijîtin  alîkarî kişȋya berbi kampên penaberên Ȇzdî.  Ew kirina biratȋ, ku xelkên Dihokê ȗ Zaxoyê ji bo seda hezara Êzdȋyên  Şengalê yen bê cî ȗ star, bê nan ȗ xwerin, tezî ȗ pêxas ra kirin tucar nayê jibîrkirin.

 ***

Di nava seheta da Ȇzdȋyȇn cihanȇ rabȗne ser pȋya. Mȋtȋng, meş, cȋvȋnȇn Ȇzdȋyan dinȋya hejandin. Dest bi komkirin ȗ rȇkirina alȋkarȋyȇ kirin. Xweşmêra berê xwe dane axa kal-bavê xwe. Guhdarȋya serokȇn cihanȇ vegerȋya ser wȇ keresetȇ. Ȇzdȋ bi carekȇva ketin rojava cihanȇ.

Ȇzdiyê cihanê bi hizr-xîreta êzdîtiyê û dengê xûnê, bo parastina nirxên xweye netewî û olî, wek mirovekî rabûn dijî wê neheqȋyê. Deng û hewara Êzdȋyan cihan hejand.

Ji her derê cihanê welatparêzên Êzdî xwe çȋyayê Şengalê ra gîhandin, tevî hinek mêrxwesan șerkarȋya xwe nava çȋyê da kirin bi parastina hêzên hevpayman nehîștin DAÎŞ çȋyayê Şengalê dager bike. DAȊŞ a hov raste gund û warên Êzdȋya wêran kirin lê bêhunir bûn çȋyayê pȋroz Şengalê dagir bikin. Her êrȋşeke wan bi rezȋlȋ de’wȋ dibû.

Xwendevan tev jî ji me çêtir zanin kê Şengal  ji DAÎŞ ê paqij kirin. Em bejna xwe ber mêranȋya wan hemû mêrxwes û egîtan û li ber branîna  hemû șihîdan ditewînin. Wan emirê xwe dan ji bo azadȋya Şengala şihîd, Şengala birîndar.

Dîsa ji gerekê  bi heqî bê gotinê rûyê tunebûna rêvabȋrya Êzdȋyan ya merkezî  da serokatȋya parastina Șengalê çawa pêwîst bû wusa nehate organîzakirin,  yekîtî-tifaq çê nebû, hink  tișt ketin destê partî û girûpên   dijî hev, șexsȋyetên Êzdȋyan yên tarî, malbetên desthiletdar.

Wan ji gorî berjewandȋyên xwe   hizra tifaq û xîretê Ȇzdȋyên cihanê bo nav û kara hizbî, șexsî, girûpî dane kêranîn. Berê her komeke Ȇzdȋyan kete alîkî. Tifaq û yekîtȋya Ȇzdȋyan wêran bû. Alîkarȋya ku ji cihanê da Êzdȋyên bin çadira  ra dihate șandin pak negihîște meremê xwe.

Êdȋ şeş sal li ser wê komkujȋyê ra derbas bûne. Heta niha jî tifaq û yekîtȋya  civakê wek hêzeke hevgirtî nîne  ku maf û xwestinê Ȇzdîxanê hema  aqara Herêmê Kurdistanê, dewleta Ȋreqê wusa jî asta navnetewî da biparêze, xweyî mafê vê civaka birȋndar derkeve.

Rûyê dutretȋyê da  heta niha jî mirov nikare bêje: Gelo Şengala Êzdiyan ji bo Êzdȋyan bimȋne yan na.

 ***

Êzdî di nava dîroka xwe ya dijwer da tu wexta ewqas șermezar, perîșan û bêguman nebûbûn, li ber pirsgirekên wa dijwer nesekinîbûn çawa dema komkujȋyê û pey ra. Dema fermanên here giran jî Êzdî teslîm nebûne,  gumana parastina xwe nedane li ser kesî, çiqas jî halê wan dijwer bûya  wan bi  civakî dijî neyarê xwe șer kirin e û birînê xwe bi destê xwe, bi derfetên xwe derman kirin e.

Rêvabirîya wan ya hevgirtî hebûye, civak bi bîr- bawarȋyên Êzdȋyatȋyê dora rêvabirî û lîdêrê xwe civîyan e. Lîdêr û rêvabirî jî bo berjewandîyên șexsî û malbetî tev negerîyan e,  tu hêzê, tu dewletê va bo parastina şexs û malbeta xwe girêdayî nî bûn e.

Bawarȋya wan ya berbi netewetȋyê, olê, cȋ û warê wan tu cara zeyîf nebûye, cî nedane șikê û gengeșȋyan.

Fermanên din da berê Êzdîyan berbi devra nî bûye, cî û werê kal bavên xwe bernedan e, berxwedana xwe li ser axa xwe kirin e , serê xwe dane lê sira xwe nedane û di hezaran fermanê 1400 salî da ser ketin e. Tu hêzê nikarȋbûye wan tune bike. Ew ser ketin e, neyar rezȋl bûne. /Nivîsar derheqa Êzdiyê Welêt da ne/.

Êzdî gișk li ber neyarên xwe halekî da,  weke hev bûne. Haya cihanê, bawarkî ji tiragêdȋya wan nî bûye, kesî ew neheqȋya ku Êzdȋyan dihate kirin șermezer jî nekirȋye,  heta cînarê wan jî /kurdê musulman jî nav da/ sitara xweparastinê nedane kesekî Êzdî, berovajî ew jî bûne perçeyek ji wan zulman, wan komkujȋyan.

Fermanê  3 ê Tebaxa 2014 an da her tișt, bi qewlên dewranê va girêdayî ser û binî hev bûn.

Ji hinek egeran va  girêdayî û ya here serke ji zeyîfbûn (tunebûna) rêvabirȋyê,  Êzdîyan gumana parastina xwe danîn li ser der-doran, bi qewata xwe welat, ax û civaka xwe çawa pêwîst bû ne parastin. Civaka bê serî, rêvabir,  neyartî û hovîtîke wusa bêwîjdan ra hazir nî bû, ber wê zolmê bêçar man, axa welatê xwe, Şengal neyarê kal-bavan ra hîștin. Eger hinek cȋya jî berxudanê hêja, yê mêrxwesîyê hatin kirin, ew jî ji alîyê hinek șexsên bi xîret va  bû.

Berê xelkê kete  berbi devra. Berxwedana layîqî mêrxwes û egîtên Şengalê  nehate kirin. Serok, rêvabir, serokhoz û oldar   bêrî xelkê sade mal û neferê xwe va revȋya bûn  yan welatên Ewropayê yan jî Dihok û Hewlêrê.

Nêzȋkȋ sed hezar evdên Êzdȋ koçberȋ welatên êwropayê û dinîyayê bûn, bi seda malbet, dema revê avê derȋyayê da fetisȋn, hezara rêda jîyana xwe dest dan.

***

Kereset pir mezin bû. Birȋn wusa kȗr bû ku bi sala nakewe. Derheqê da hela pir wê bȇ nivȋsar ȗ gotin.

Komkujȋya ku têrorîstên DAȊŞ ê  3.08.2014, di ser Ȇzdȋyan Şingalê  pêk anî bi hiqȗqa navnetewî anegorî kirîtêrên konsêya NY yê gênosîdê ne, ev bȗyara zulm  sȗcekî zulm e dijî mirovayê, bi texmîna min pêșîrojê da sȗcdar bi qewl- qanȗnên navnetewî wê li ber cawdarȋyê bêne sekinandin.

Wê dȗrî rastȋyê be eger di wê weşîtȋyê da tenê ew hêza têrorîste bê dewlet,  bê hukumat ȗ bingeh  bê sȗcdarkirin, pişt vê keraseta nemirovayî, gelek dewleten gewre, organîzasyonên têrorîst ȗ hêzên bi berjewendî sekinîne. Niha da rind tê texmînkirin sûcdar kê ne û çima ew weșîtî pêk anîn.

Hukumdarên Tirkiyê, hinek welatên Ereban derê  welatê xwe bi hizkirin têrorȋsta ra vekirin, wan ra bûne hêlȋnên germ.

***

Ji vê komkujȋyê gotî Êzdî hinek tișta hînbin:

-Carke ji xwera rêya bibînin ku carke din nebin hedefa neheqȋyê, neqencȋya olperest, talançî û hêzên bi meremê  tarî.

-Ȇzdî gerekê rêvabirîke olî-civakî ya bi hêz, zane di alȋyê civakê da cȋyê bawarȋyê, bi qedir xwera bibijêrin ku him li welêt, him jî dervayî welêt dorê bicivin.

-Guhdarya mezin bidin li ser xwendin û zanebûn ê. Eger xwendin-nivȋsar bo civakên din rêya pêşketinê ne lê ji bo Êzdȋyan bo xwenaskirin û xwe parastinê ne.

-Bi zanȋyarȋ nȋşanȋ civaka cihanê bidin bingeha wan vir û derewan, ku bi hezaran sala di heqê Êzdiya da olên desthilatdar krin serê xelkê nezan û bûne sebebê bi hezara komkujyan.

-Ji tu cara dest ji axa kal-bavên xwe bernedin.

-Ji xwera pișt û pismaman qazanckin, berê ewil ji netewa xwe neqetin.

-Ȇzdîtî hewcê hinek guhestinan e, xilazbûn ji hinek rê-rêbaz, dogmên berê yên kevnbûyî, ku civak nikare bi wan vê cihana pêșvaçûyî da bimeșe û heyîtȋya xwe biparêze.

-Gerekê rastȋya bawarȋya xwe bi cihanê bidine qebûlkirin.

***
Edȋ neh sal li ser komkujȋya Şengalê ra derbas bûye, lê tu pirsgirêkê Şengalê hê çareser nebûne. Gund û warên Êzdiyan li Şengalê wêran û vala ne. Hê jî nêzȋkȋ 380-400 hezar evdên Êzdȋ di bin çadiran da dijȋn.

Ya xêr ewe ku bi deha dewletên cihanê Komkujiya Şengalê wek GÊNOSAYÎD nas kirin e. Dewletek wek Almanyayê hazirya xwe elam kirye bo nu va avakirina Şengal ê…

Lê wê dewî ҫawa bibe vî halê ҫêbûyî da pirs e.

Tirs tek ewe ku hêzên kurdan yên çekdar û sȋyasî pirsgirêka Șengalê û Êzdȋyan bo berjewandȋyên xwe, konfilîkt ȗ nerazîbȗnên navxweyî dijî hev nedne kêranîn . Bihêlin Ȇzdî bi xwe pirsgirêkê xwe çareser bikin, birînê xwe dermankin. Wusa jî derbeke mezin vê civakê ketȋye, civak birîndar ȗ nexweş e, hewcê konflîkt ȗ bêtifaqȋyê nîne, hewcê  alîkarȋyê ye.

 Li vê qetlyamê da di wê xezebê lîstik û bazirganȋya dewletên mezin zêde bû. Wana jî wek mîr, padșa, axa û begê rojhilatêye berê bi xûna zar û zêçê êzdȋyan, hêsir û jana wan xwe bi hêz kirin,bi firotina çek ȗ cebirxana xwe zengȋn bȗn, deynê xwe dadan, navê xwe qenc derxistin. Ewê ku giva li ser wê tragêdȋya hov digrîn, di pij perdê da, bi kêfxweșî kara ku ji wê zulma giran distînin, hesab dikin.

Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê

2019 Reşemî 28 

Sekoya Kurmancî