Roja Cîhanî ya Penaberan li Silêmaniyê hat pîroz kirin

Roja pêncşemê 20/6/2024 li kampa Barîkeyê ya Erbetê a li parêzgeha Silêmaniyê, Roja Cîhanî ya Penaberan bi rêve çû.
Ew fastîval bi serpereştiya Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê û Dezgeha Lûtke ya karûbarên penaberan hatiye lidarxistin.
Herweha bi amadebûna rêvebirê ofîsa Wezareta Koç û koçberan ê Êraqê li Silêmaniyê û Serokê Dezgeha Lûtkeyê kak (Arî Celal) û rêvebirê kampa Barîke kak (Peyam) û serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Hozan Efrînî) festîvalê destpêkir.
Festîval a roja cîhanî ya penaberan ji aliyê ragihankara kurd Roşîn Serêkanî ve birêve çû.
Piştî nîşandana vîdyoyên derbarê kar û xebat û çalakiyên Dezgeha Lûtkeyê ya karûbarêm Penaberan xelat ji bo yarîzanên ku di tîma fotbulê de biserketine ji aliyê rêvebirê ofîsa Wezareta Koç û Koçberan û serokê Dezgeha Lûtkeyê ve hatin pêşkêşkirin û piştre jî daxuyaniyên ragihandimê ji aliyê Arî Celal, Hozan Efrînî ve hat encamdan û li dawiyê de diyarî ji bo zarokan û her malekê kertonek xwerek hat pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku kampa Barîka ya Erbetê hemû penaberên Rojavayê Kurdistanê li xwe digre.
Wêne: Bekir Reşîd Teho
Barîke..Erbet..20/6/2024
XELAT