Arşîvkirina muzîk û stranên resen ên kurdî li Bakurê Kurdistanê

Arşîvkirina muzîk û stranên resen ên kurdî li Bakurê Kurdistanê

Zeyneb Yaş: Li ser daxwaza bavê xwe ev nêzî 30 sal in ku ez berhemên hunermendên kevnar ên kurdistanê û tomarên wan berhev dikim.

Bakurê Kurdistanê jî wek hemû parçeyên din ên Kurdistanê bi hunermendên gelêrî û netewî dewlemend e. Berê stranbêjên kurd gelek stranên kurdî li qesrên navdaran, dîwanên hunermendan û stûdyoyên dengbêjiyê tomar kirine û beşek ji van hunerên giranbuha jinavçûne û yan hatine windakirin.

Jina Kurd a Amedê (Zeyneb Yaş) bi salan e bi awayekî zanistî û akademîk xebatên xwe yên zanistî û akademîk dimeşîne da ku tomarên kevnar ên hunermendên kevin ên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê biparêze.

Di vê derbarê de (Zeyneb Yaş) lêkolînera akademîsyen a çand û muzîka Kurdî li bajarê Amedê ji rojnameya (Kurdistanî Nwê) re ragihand: “Nêzîkî 30 sal in ku ez li ser daxwaza bavê xwe berhemên hunermendên kevin ên Kurdistanê û tomarên wan berhev dikim. Paşê ez ê bi awayekî akademîk û zanistî ji bo arşîvkirina stran û stranbêjên gelêrî yên kevnar ên kurdî bixebitim, ji ber ku piraniya stranên kurdî yên kevn û resen çîrokên derdê miletê me ne.

Got jî "Ev mîraseke girîng a gelê Kurdistanê ye, bi taybetî hunermendên Kurd ku dîrok û rewşa berê ya neteweyê bi stranan bi awayekî sade tomar kirine."

Ew yek jî diyar kir ku ev huner çavkaniyeke bingehîn a zanyariyan e ji bo parastina dîrok û zimanê neteweya kurd û ya ku wî dest pê kiriye nêzîkatiyeke zanistî ye ji bo parastina huner û muzîka kurdî. ya Kurdistanê. Armanca wê a serekî jî parastina ev paşxana bi nirxe ji bo aşnakirina dîroka dêrîn a Kurd ji bo nifşên pêşerojê ên Kurdistanê ye û da zanîn jî ku ji bilî wê : ew jî dikare bi cîhanê bide nasîn û wek ramanek rewşenbîrî û zimanî ji bo neteweyên cîhanê bikêr be.

Ew di wê baweriyê de ye ku mûzîka kurdî li çar welatan belav bûye û tomarên ku ji destpêka sedsala borî ve hene, ji aliyê biyaniyan ve bi radyo, kaset û qewana de hatine tomarkirin. Ev ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê bingeheke gelek girîng e ku ez li ser komkirin û arşîvkirina wê dixebitim.

Her weha Zeyneb Yaş got: “Yekemîn tomarkirina stranên kurdî ku min di arşîva xwe de parastiye di sala 1902`an de ji aliyê hunermendê kurd ê bajarê Dîlokê (Yusuf Efendî) ve hatiye çêkirin û tomareke kurdî ya din jî di sala 1904an de ji aliyê Sûryaniyan li Amerîkayê ve hatiye tomarkirin.

Zeyneb Yaş dibêje: “Min bi sedan qeydên hunermendên kevnar ên Kurd parastine ku tê de berhemên netewî yên herçar parçeyên Kurdistanê li xwe digre. Di wê derbarê de jî dibêje: “Lêkolîna min li ser hunera mûzîka kevnar a kurdî ye, ez di van sed salên borî de li bajar û gundên Kurdistanê li tomarên kevnar ên hunermendên kurd digerim.

Zeyneb Yaş eşkere kir ku ew û hevkarên xwe ev 6 sal in li ser mûzexaneyeke dîjîtal kar dikin daku arşîv bê parastin û hewlên me vala neçin û arşîva Kurdistanê were parastin û bi hêsanî bigihêje hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê. .

Wî pêşniyar kir ku her kurdek ji mal û herêma xwe dest bi arşîvkirina tiştên ku bi paşeroj, îro û paşeroja neteweya kurd ve girêdayî ne, bike.

Herwiha di wê baweriyê de ye ku divê gelê Kurd girîngiyê bide arşîvên hemû warên cuda, ji ber ku ji ber pêşketina teknolokiyayê, giringiya arşîvên zanistî û akademîk heta radeyekê lawaz bûye. Her weha dive sûd ji teknoljiya bê girtin bo parastin arşîv û kelepor û keltora me a Kurdî a netewî.

Hêjayî gotinê ye ku (Zeyneb Yaş) pirtûkek bi navê “Şaresazên Muzîka Kurdî” ku ji 1200 rûpelan pêk tê nivîsandiye ku tê de jînenîgariya 110 hunermend û stranbêjên Kurd li xwe digre bi şêwazara Kurmancî û tîpên Latînî hatiye nivîsandin.

 

XELAT/ Jêder: Kurdistanî Nwê