Cejna Nan û Mast Çiye?

 Cejna Nan û Mast Çiye?

 Cejna Nan û Mast Çiye?

Ew Cejna Êzîdiyane ku mehekê dirêj dike…

Kurdên Êzîdî salane çendîn rêûresmên wan yên olî û civakî hene ku piraniya wan li perestgeha LALIŞ birêve diçin, her weha hindek ji wan rêûresman taybetiya wan heye ku di werzê buharê de ne û yek ji wan jî ku dikeve werzê (Sefera Nan û Mast) û armanca jê komkirina berhemên werzîne wek nan û mast û zeytûn û savar û …..htd

Welatiyên Êzîdî û bi taybetî yên li gundan dijîn bi giştî, beşdariyê di vê rêûresmê de dikin û rojekê destnîşan dikin ku têde berhemên xomalî yên xelkê gundên Êzîdxanê li perestgeha LALIŞ tê komkirin û piştre li ser xelkê hejar û destkurt û yên li perestgehê dimînin tê belav kirinê.

Ew jî bi mebesta birêveçûna karekî xêrxwazî ye û bereketkirina berhemên xwe yên salane yê xwe ne.

Herweha geşta nan û mast, bi yek ji kevintirîn boneyên olî û netewî tê naskirinê. Rêûresm di 20 adarê hemû salekê wate destpêka cejna Newrozê destpê dike û heta nêzîkî mehekê watew dawiya meha Nîsan dirêj dike.

Li cem Êzîdiyan meha Nîsanê meheke pîroze û her weha cejna serê sala Êzîdiyan kevintirîn cejna Êzîdiyane û di 17`yê heyva Nîsan birêve diçe, çûnkî gelên dêrîn yên Rojhilata Navîn di demên borî de pêşwazî li vê cejnê kiriye û ahengên taybet û cur bi cur lidar xistine.

Her weha ji ber pîroziya heyva Nîsanê, gelê me yê Êzîdî di vê mehê de jiyana hevbeş ya hevseriyê pêk naynin.

Her çend di dîrokê de 73 ferman û cenosîd li dijî Êzîdiyan hatine kirin jî lê belê hîna dev ji kultur û çand û rêûresmên xwe yên olî yên kevin bernadin û pêve girêdayî ne.

https://www.knwe.org/KU/Details/16952

XELAT/Jêder: Rojnama (Kurdistanî Nwê)