Hunermend Zekeriya Efrîn mêvanê Jiyana Kurmanca ye

Xeleka vê carê ya Jiyana Kurmanca ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (DGK)ê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê mamosta Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirinbi mêvandariya hunermendê û helbestvan, nivîskar û muzîkjenê Kurd yê delal xelkê çiyayê Kurmênc mamosta (Zekeriye Efrîn) bû.

Piştî ku mamosta Zekeriya bal kişand ser jiyana xwe û serdemên destpêkirina bi karê helbestvanî û mûzîkê diyar kir ku, zimanê Kurdî gelekî dewlemende û ew hewil dide peyvên biyanî di helbestên xwe de bikar neyîne û zêdetir peyvên zimanê kurdî yê şêrîn bi hemû zaravayên Kurdî bikar bîne.

Her weha mamosta Zekeriya Efrîn bal kişand ser wê yekê ku di serdema rênêsansê li welatên Ewropayê destpêkê gelê wan welatan zimanê xwe yê taybet bi xwe pêş xistin û dûvre jî wêje û çand û helbest û mûzîka xwe pêşxistin bi zimanê xwe yê dayîkê. Tekez li wê yekê jî kir ku divê destpêkê stûna zimanê Kurdî were rastkirin û pêşxistin daku zimanekî bedew û ciwan di helbest û mûzîka xwe de jî li ser ava bikin.

Hunermend Zekeriya Efrîn gelek belge filîm li ser Efrînê û kîmyabarana Helebçe digel hêjmarek hunermendên din amade kirine û di festîvalên navnetewî û xwecihî de hatine weşandin ji wan (Efrînê Evînê û Zimnako, Kela Nebî Horî, Çiyayê Kurmênc û Ednan Dilbirîn) her weha li ser Serêkaniyê jî belege filmek hatiye adamdekirin û her weha li ser Şengalê.

 

XELAT