Çîroka Qelemekê digel helbestvan û wergêr Bedel Revo
Xeleka vê carê ya bernameya (Çîroka Qelemekê) helbestvan û wergêr û gerokê kurd yê navdar (Bedel Revo Mizurî) ye.
Bedel Revo, di vê xelekê de dibêje, dema mirov behsa serboriyên xwe yên nivisînê dike, divê mirov behsa serboriya xwe ya jiyanê bike. Çûnkî di nexweşiya wê jiyanê de mirov dergehek ji bo xwe vedike ku bikeve di cîhana nivisînê de.
Bedel Revo tekezî li wê yekê dike ku eger mirov şanaziyê bi rabirduya xwe neke ti carî mirov nikare şanaziyê bi dahatuya xwe bike.
"Çîroka Qelemekê" di kanala asamanî ya Gelê Kurdistanê de her 15 rojan tê weşandin û ji aliyê nivîskar û helbestvan Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin.
Di vê xelekê de Bedel Revo behsa jînenîgariya xwe û çîroka xwe ya helbest û nivîsînê dike…
XELAT
