Serokê YNK: Piştevaniya Hewlên Parastina Mafê Gelê Kurd li Sûriyê dikin
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî Pêşwazî li Şandeke Bilind a `DEM` partiyê kir
Serokê Yekîtiya Nîştimaniy Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li polîtburoya YNK’ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeke bilind ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) kir ku pêk hatibû ji hevseroka Partiya Demê Tulay Hatîmogulari, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, cîgira hevserokên Partiya Demê û berpirsa têkiliyên derve Ebru Gûney û berdevkê lîjneya têkiliyên derve yê Partiya Demê Berdan Ozturk.
Di civînê de ku berpirsê buroya têkiliyan yê YNK’ê Derbas Kosret Resûl, berpirsê têkiliyên kurdistanî yê YNK’ê Salar Serhed jî amade bûn, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybet rewşa Sûriyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan û dûrketin ji bijardeya şer hate kirin.
Di civînê de, her du aliyan tekez li ser parastina maf û rêzgirtin li îradeya gişt netewe û pêkhateyên Sûriyê, bi taybet jî gelê kurd kirin. Her wiha daxwaz hate kirin ku hemû aliyek bi hevre û bêyî tu cudahiyekê, biryarê li ser çarenûsa welatê xwe bidin û welatê xwe derbasî qonaxeke nû ya birêvebirinê bikin.
Serok Bafil Celal Talebanî, hevxemiya YNK’ê ji bo dîtina çareseriyeke erênî li ser prensîba hevbeş ya rasteqîne ji bo paşeroja Sûriyê anî ziman û ragihand ku, ew piştevaniyê li hemû wan hewlan dikin ku armanc, parastina mafên gelê kurd e li Sûriyê û anî ziman jî ku di serxistina armancên wan de, ew piştevaniya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin û got:” Di heman demê de em hewlên rêzdar Mezlûm Ebdî jî di vê qonaxa hestiyar de, ji bo parastina aramiya navçeyê bilind dinirxînin û hêvî jî dikin ku hemû aliyek bi heman nefesê hewil ji bo çareseriya pirsgirêkan bide.”
Di civînê de şanda Partiya DEMê helwesta serok Bafil û YNK’ê bilind nirxand ku weke hertim hevkar û piştevan e di parastina mafên gelê kurd de. Şandeyê anî ziman ku Partiya DEMê bi siyaseteke nîştimanî kar ji bo bidestxistina aşitî û aramiyê dike û tekez hate kirin ku dê hewlên wan ji bo parastina mafên gelê kurd li Sûriyê berdewam bin.






XELAT
