Jiyana Kurmanca li gel hunermend Hêvîn Efrînî bûye

Xeleka vê carê ya Bernama (Jiyana Kurmanca) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin li gel hunermend û stranbêja navdar Hêvîn Efrînî bûye ku niha li Almanyayê dijî.

Hunermenda Kurd diyar kir ku wê ji biçûkaniya xwe ve ji dayîka xwe ji stranbêjiyê hez kiriye bi taybetî dema ku dayîka wê guhdarî hunermenda navdara kurd Ayşe Şan û Cemîl Horo û stranên fulklorî dikir lê bavê wê guhdarî stranên netewî dikir wek Tehsîn Teha û Mihemed Şêxo û gelek ên din dikir.

Hêvîn xan da zanîn ku, kar û xebatên wê û jiyana wê ya hunerî li peymangeha rewşenbîrî û hunerî li bajarê Silêmaniyê dewlemend bûye û arşîvek wê hate tomar kirin ku hunera wê gelek dewlemend kiriye.

Hêvîn Efrînî aşkere jî kir ku ew du salan jiyana koçberiyê li Silênmaniye derbas kiriye lê di wan du salan de hest bi koçberiyê nekiriye û zêdetir hest bi azadiyê kiriye li bajarê Silêmaniyê her weha bi dil germî ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve hate pêşwazî kirin. Her weha silavên xwe yên germ pêşkêşî xelkê Silêmaniyê yên cwamêr û mêhvanberwer kirin.

 

XELAT