Xiristiyanên `Beth Nahrain` di serdema Yekîtiya Millan a Kurdî de

 Xiristiyanên `Beth Nahrain` di serdema Yekîtiya Millan a Kurdî de

Lêkoler "Anton Qas Gabriel" lêkolînekek kûr û berfireh li ser parastina xiristiyanên `Beth Nahrain` ji aliyê hozên (Millan) ya Kurdî ve ji êrişên Osmaniyan nivîsiye û kovara (Al-MARSAD) ya ku mekteba ragihandinê ya YNK`ê bi zimanê erebî diweşîne, çend rûpelên xwe bo vê babetê veqetandiye.

Di lêkolînê de hatiye ku welatê resen yê eşîrên Millan ji kevin de Mezopotamya ye ku dikeve navbera herdû çemên Dîcle û Firatê lê di sedsala 11`an ya zayînê de hoza Millan berê xwe dane herêma Wanê ya bakûrê Kurdistanê ji ber zilma Selcuqiyan reviyane lê piştî demekê careke din vedigerin herêma Cezîra Firatê.

Her weha Yekîtiya Millan ku ji hêjmarek eşîrên Kurdî pêk tên û ya mezin jî (Millî) bûne, di sala 1701 zayînî de hikûmeta wan li Diyarbekirê (Amedê) hatiye damezrandin piştre jî di sala 1711 li Reqayê bicih bûne.

Li gorî lêkoler  "Anton Qas Gabriel", Millan ji du beşan pêk tên (Millanê Xizir) ku hêjmara wan kême li bajarê Amûdê bi cih bûne û Millanê (Paşa) li erdnîgariyek fereh bicih bûne ku ji Amedê (Diyarbekirê) heta Mêrdîn, Reqa, Heleb û ta dighêje Mûsilê belav bûne. Ji sedsala 18`an ya zayînî jî eşîrên Millan tevahiya bakûrê Sûriyê xistine bin kontrola xwe de û heta salên 1735 zayînî jî li Mêrdînê desthilat bûne û mîrên wan bi (Sultanên Bejahî)yê dihatin binav kirin.

Hin ji Mîrên Millan:

1- (Tîmûr Paşa Millî)  ku piştî bavê wî tê bidarvekirin serokatiya Yekîtiya Millî dike û li herêma Xabûrê koça dawî dike.

2-Eyûb Beg kurê Tîmûr Paşa, nêzîkî 40 salan serokatiya Yekîtiya Millan dike piştî salên 1834`an Osmanî êrişî mîrnîşîniya wî dikin û digrin piştre koça dawî dike.

3-Tîmawî Beg, demek kin di serokatiya eşîrê de dimîne û di şerekî Osmaniyan de 1840`an de tê kuştin.

4-Mehmûd Beg, bajarê Wêranşarê û kelha wê ji nûve ava dike û artêşeke mezin ji eşîrên ereban û Kurdan ava dike û bi hevkariya waliyê Şamê yê wê demê hemû ew zeviyên ku ji aliyê eşîrên (Şimer û Teyî) ve hatibûn zevt kirin vedigerîne. Piştî nakokî digel waliyê Amedê tê girtin û zîndanî kirin.

5-Îbrahîm Paşayê Millî, sala 1845`an jidayîk dibe û li Wêranşarê mezin dibe bi Xense Paşa re dizewice ku jineke kurd ji eşîra Xilcan ya Millan e ji malbata Dawûd, her weha bi Şemse Paşa re jî dizewice ku jineke ereb ji eşîra (Cîs)e ji malbata Osman. Li gorî dîroknasan (Îbrahîm Paşa) bi hezaran Ermenî ji qirkirina Osmaniyan rizgar kirine. Her weha sultanê Osmanî nasnavê (Mîrê Mîretktiyên Kurda) dide Îbrahîm Paşa û di serdema Abdulhemîdê duyem de dibe kesê herî dewlemend piştî sultan.

Îbrahîm Paşayê Millî, di sala 1908 meha cotmehê de li gundê Sefya ku 12 kîlo metre dikeve bakûrê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê koça dawî dike.

Mîrên eşîrên millan hukmê otonomî li navçeyên xwe di çarçoveya desthilata Osmanî de birêve dibirin, her weha her çend sinceqa (Mêrdînê) Suryanî lê bi cih bibûn lê ji ber nebûna ewlehiyê û seqamgîriyê ji ber desthilata Osmaniyan hêşt ku xiristiyanên herêmê koçberî Wêranşarê bibin ji ber hebûna aramî û ewlehiyê û bi taybetî têkiliyên Millan bi xiristiyanan ve gelekî baş bûye. belge bo vê yekê jî (Mark Sayks) nameyekê ji bo rojnameya Times ya Brîtanî ya ku di 6/12/1907`an de tê weşandin têde gotiye: Îbrahîm Paşayê Millî dostê xiristiyanên Ermen bûye ji ber ku bi sed hezaran koçberên xiristiyanên Ermen ji komkujiyên li Diyarbekirê û Mêrdînê xilas kirine.

Lêkoler "Anton Qas Gabriel" di dawiya nivîsa xwe de dibêje, mirina Îbrahîm Paşa, sala 1908`an û bi lawazbûna rola siyasî ya Yekîtiya Millan bandoreke nerênî li ser çarenivîsa xiristiyanan kir û rê ji dujminan re vebû ku di meha gulan û hezîranê ya sala 1915`an de xiristiyanên Wêranşarê rastî komkujî û koçberiya zormilê bibin.

Amadekirin/ Dawûd Çîçek

Ji bo xwendina tevahiya babetê bi zimanê erebî vê lînkê bitikîne….

XELAT