Lihêfka bêdengiyê

Lihêfka bêdengiyê

Nivîskar: Omer Dilsoz

 

Îro, em ji xwe re hinekî bidin dû dengê Elisabeth Noelle-Neumann a Alman.

Hûn ê niha bibêjin çi ka ew kî ye?

Elisabeth Noelle-Neumann, di sala 1974’an de teoriyekê bi pêş dixe, navê wê “Spiral of Silence” datîne, yanî spîrala bêdengiyê. Heta mirov dikare bibêje “gêjevanga bêdengiyê” jî.

Heke em hê kurmancîtir bikin, em ê jê re bibêjin, “bagerînka bêdengiyê” yanî li gorî vê teoriya civakî “gava tu dinêrî di nav koma civakê de fikir û ramanên te nayên guhdarîkirin û tu ditirsî ku ji ber van fikirên te milet/xelk pişta xwe bide te, te veder bike, tu xwe li bêdengiyê dixî. Tu jî xwe kerr dikî.”

Em ê bi qewlê xwe jê re bibêjin “lihêfka bêdengiyê”

Çimkî lihêfk nivîna nixumandinê ye û gava te lihêfk kêşa ser va ye di bin te de stare kir û veşart. Di zimanê me de du celeb qalib-biwêjên balkêş hene, -hey nebe, ji bo min wisa ye. Yek, gava tu xwe didî pêş û bi eşkere ramana xwe kifş dikî, te dî dibêjin, “xwe bi kirasê filan tiştî pêça” ya dîtir berevajiya wê ye, dema tu ligel ku pê dizanî û dîsa deng nakî, guhê xwe didî piraniyê û xwe ji belayê didî paş, ji bo mesilheta ‘amê, xwe kerr û lal dikî, hingê dibêjin, “xwe avête bin lihêfkan.” An jî “xwe avête nav cilikan” Helbet, em ê li gorî merema nivîsa xwe lihêfkê bikin lihêfka bêdengiyê. Ew qasî heqê me heye, ne wisa?

Bifikirin, gava civatekê piranî xwe avêtibe nav/bin lihêfka bêdengiyê û fikira “lê” û “xwedan dengvedan” şaneyên hizirtêkirinê li piraniyê xitimandibe, nîrên tirsa jidestdana û jidestçûna “li gorî her kesî cuda cuda” bi ser ewran ketibe, êdî mirov ne tenê xwe diavêje nav lihêfka bêdengiyê belkî ligel lihêfkê du ta beteniyê jî bi ser xwe de dipêçe, çêtir e ku em bibêjin dinixêve.

Mirov êdî ne ku xwe diavêje lihêfka bêdengiyê belkî xwe di lihêfka bêdengiyê werdide.

Mebesta me bi “lê” û “xwedan dengvedan” çi ye, ne wisa?

Tişta “lê” û “meşhûr” ne mecbûr e ku her carê ewa “bi heq” be, gelek caran “rewatî” xwe li ser zalbûna hêz û şiyanê jî disepîne. Yanî heçî xwedan şiyan e, ew xwedan kiyan e. Heçî kiyan e, bi maneya “desthilat” û “serwerî”yê hatiye gotin.

Îja “xwedan dengvedan”tî jî ew e ku gotina te, ya rasttir ramana kom û kiyana te, bayek qewî xurt daye pişta xwe û di wê pêlê de bûye xwedan prestîjeke mezin û li her derê “şêla wê” ye. Gava şêl şêla te be, şêlên biçûk di bin lihêfka bêdengiyê de mecbûr in an bibin “terefdar”ê te an jî “berteref” dibin û av û av diçin.

Heyat, di navbera “terefdarî” û “berterefî”yê de hêlekaneke sist e. Zîqezîq e. Mîna kelempera kerengê ye, jê pirsîne, “kerengo ka mala te, gotiye ji ba û terezê bipirse.”

Gava em ji dawa dêya xwe ketin û me çavên xwe li vê dinyayê vekirin, jixwe jiyan seranser û beramber di spîrala bêdengiyê de li me hesilîbû.

Bi dengê bilind, peyvên ku cara pêşîn li kerika guhê me zingînî dibirin, “hiş be” bû ku bere bere bi vê “hişbûnê” re dergeyên hişê me jî zengarî dibûn. Nexasim mengeneyên derî zîqezîq dixist nav mereqa dilê me û em di bin lihêfka bêdengiyê de “gêj” dibûn.

Gêjatîyê, wekî bayekî xwe li nav me belav dikir. Gêjatî bi kirasê “terefdariyê” li serê govenda heyata me direqisî, çar pêg li pêş pêyek li paş…

Em ne tenê mitkiriyên spîrala giştîyê bûn, her wiha bêdengkiriyên vê gêjgerînka navmalê bûn jî. Fikira me ne tenê li dev ramana xwedan kiyan bêdeng bû, heman wext, di nav kêmîne û serweriya taxa xwemalî de jî mitkirî bû. Diviya “hiş” be û û û da ku “bi hiş!” be. Hişbûn, ji berdêlekê zêdetir, wekî bizmêkeke zarûrî bû da ku karibî “nefesê” bigirî. Ew deynê “nefeshildanê” bû. Jiyan an “nefes” bû an jî “qefes”

Te dî, me hemûyan “hin qefesên” xwe hene, ku bi dest û pê em xistinê, na, ne rast e ku em bibêjin “em xistinê”, belkî jixwe me “çavên xwe di vê qefesê de vekiriye” em her tê de bûn û niha û gelek caran, hemû bizav û têkoşîna me ya heyatê ew e ku em li hin derzên wê digerin da ku karibin jê re tîrêjên ronahiyê bistînin. Te dî ronahî ji derzan hez dike. Ronahî, diçizire nêv derz û qelşên qefesan.

“Nefes” ji bo me belkî ji verêja derzê ye.

Diyar e, kengî te lihêfk ji ser xwe rakir dê qefesa te jî bişkê.

 

Xelat/Diyarname