Omer Şêxmûs, ji Amûdê taku nûnertiya neteweyekê

Omer Şêxmûs, ji Amûdê taku nûnertiya neteweyekê

Nivîskar: Dr. Mecîd Salih

 

Omer Şêxmûs li bajarê Amûdê, li dilê Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye. Wî ji zarokatiya xwe ve êşa gelê xwe hilgirtiye ser milên xwe. Û dest bi çalakiyên siyasî kiriye û rêyek daye ber xwe ji bilî ked û kul û xeman tu tiştên din têde nebûn.

Ew bi ni baweriya bi prensîba ku tu neteweyek azadî belaş nade, lê divê ew bi xwe bi dest bixe, jiyana rojane ya bextewar a kurekî dewlemend hişt û ket cîhana êşdar a siyaset û têkoşîna ji bo rizgariya welatê xwe.

Di salên 1950-an de, ew neçar ma ku koçî Ewropayê bike. Li şûna ku ji koçberî û sirgûniyê êşê bikişîne, wî biryar da ku wê veguherîne qadeke têkoşînê û meydana xebatê.

Digel hevalên xwe, wî komeleyên xwendekaran, rêxistinên mafên mirovan ava kirin û Ewropa bi daxuyanî û weşanan tijî kir da ku tiştên ku bi serê gelê Kurd de hatine eşkere bike û raya giştî ya cîhanê li ser bûyerên li Kurdistanê agahdar bike.

Bi destpêkirina Şoreşa Îlonê ya 1961-an re, ew bû Pêşmergeyek dîplomasiyê, lê şerê sereke yê wî û hevalên wî ew bû ku dengê şoreşê bigihînin raya giştî û medyaya Rojavayî û pênûsa wî çek bû û Ewropa jî meydana tekoşînê bû.

Damezrandina Yekîtiya Nîştimanî û rûbirûbûna bi ne gengaziyan re

Şikesta sala 1975an destpêka destpêkek nûbû ji bo Omer Şêxmûsa nîşan da, ku ligel rêberê nemir Celal Talabanî û hêjmarek ji xebatkarên din ên Kurdistanê de beşdarî damezrandina Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNKê kir. Wê demê, Sedam bi henekî digot: Ger darek xurmê li ser serê Celal Talabanî şîn bibe, ew êdî nikare 10 kesan li çiyayên Kurdistanê li dora xwe bicivîne!. Lê kêmtir ji salekê şûnda, têkoşîna çekdarî ji nû ve destpê kir û çiya bi Pêşmergeyan tijî bûn. Omer Şêxmûs û jina wî ya Swêdî di demek kurt de jiyana Ewropî terk kirin û tevlî xwişk û birayên xwe yên li çiyayên Kurdistanê bûn, bi baweriya ku şoreş ne ​​netewe û ne jî sînoran nas dike.

Nûnerê neteweyekê û dîplomatek navneteweyî

Piştre, serokatiya YNKê berpirsiyariya dîplomatîk a hizbê da ser milê Omer Şêxmûsa û ew şand Ewropayê, lê karê wî ne tenê temsîlkirina hizba xwe bû, lê di rastiyê de temsîlkirina hemî Kurdan li forumên navneteweyî bû.

Di wê demê de, rejîma Baasê toreke xurt a têkiliyên siyasî û aborî bi welatên Ewropî re hebû, û ajansên wê yên îstîxbaratê dikarin bi hêsanî li dora wan welatan bigerin wan çi bixwastana dikirin vê yekê jî erkê Omer Şêxmûs girantir kiribû.

Lêbelê, ji ber ezmûna xwe ya dûr û dirêj di têkoşîna dîplomatîk de, wî penaberî veguherand navendeke bi bandor a têkoşîna zindî, bi dehan û sedan weşan, kovar û daxuyanî weşandin. Ew beşdarî konferansan dibû û çend kanalên ragihandinê bi rêxistinên mafên mirovan, medyayê û partiyên Ewropî re ji bo Kurdan ava kir. Ew bû balyozê gerok ji bo doza gelê xwe. Ew bi zimanê her Kurdekî ku li welatê wî dagirkirî û parçekirî bû diaxivî.

 

Arşîva wî, Bîranîna Kurdî li Zanîngeha Exeterê

 

Îro, Omar Şêxmûs xwediyê yek ji mezintirîn arşîvên şoreşên Kurdî li hemû beşan e ku li cem xwe parastiye. Wekî ku di hevpeyvîna hêja ya bi Dr. Farangis Qadirî, Serokê Beşa Lêkolînên Kurdî de sazkiribû, Şêxmûs ev mîrateya dewlemend li Zanîngeha Exeterê ya li Brîtanyayê bi cih kiriye û bi hezaran belge, kovar, rojname, daxuyanî û nameyên taybet ên serkirdeyên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê tê de hene. Ew arşîve ku min bi xwe serdana wê kiriye û ji nêzîk ve min ew hemû belge dîtine. Ew çavkaniyek pir hêja ye ji bo akademîsyen, lêkolîner û kesên ku dixwazin li ser dîroka hemdem a Kurd bixebitin. Bi xêra Xwedê, zanîngehê ew hemî dîjîtalîze kiriye û xistiye beşa Kurdî ya malpera xwe û her kes dikare bi hêsanî bigihîje wan.

Omer Şêxmûsa ne tenê tekoşereke, lê di heman demê de şahidê zindî yê çîroka neteweyekê ye. Peyayeke ne sirgûn, ne gef û ne jî zehmetî nekarîn wî ji wê yekê dûr bixin ku bibe dengê welatê xwe û wijdanê gelê xwe.

Ew heta niha jî bi ew temenê xwe, her tim xewna Kurd a demdirêj di dilê xwe de hilgirtiye. Çawa ku dema pêwîst bû çeka xwe hilgirt, pênûsa wî her tim di xizmeta neteweya xwe de bûye.

Dîroka têkoşîna Kurd nikare bi çiyayan ve sînordar be, lê dikare di nivîsgehên piçûk ên li Ewropayê de, di daxuyanî, kovar û rojnameyan de were şopandin ku bi dizî di bin gefên ajansên îstîxbaratê yên welatên dagirker ên Kurdistanê de hatine nivîsandin û weşandin lê bigere.

Omer Şêxmûsa, ji serdema kaxez û qelemê, ji serdema Ronneau û fotokopiyê bigire heya serdema qada dîjîtal , bi hemû hêz û enerjiya xwe dixebite da ku cîhanê bizane (Kîne Em?).

Wergerandin ji Soranî: Dawûd Çîçek

XELAT/Kurdistanî Nwê