Kelha polayîn ya Kerkûkê bi we nayê ruxandin
Nivîsîn: Letîf Nêrweyî
Her ji destpêka dirustbûna xwe de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û cemawerê Kerkûkê bi awayekî hevdu girtine, ku bûne kelheke polayîn ya hevbeş ji bo berevanî kirin û parastina nasnameya Kurdistanîbûna wî bajarî, hevgirtinek ku di zehmetirîn rewş û dijwartirîn qonax de hertim cemawerê bajêr hêza daye bi YNK`ê, Yekîtî jî vîn bexşiyaye bi cemawerê Kerkûkê, herduyan jî hêz û vîn ji Kerkûkê wergirtine.
Parelel ligel dîroka dirustbûna wê yekbûnê û heta weku niha ku germahiya bangeşeya hilbijartina encûmena parêzgehên Êraqê ye, bi berdewamî kelha polayîn ya Kerkûkê bi awayên cur bi cur, her weha li cihên cuda cuda, bi dijwarî hatiye tîr baran kirin. Tîr avêj bi xewna wê yekê dibînin ku dikarin kelhê biruxînin û YNK`ê û cemawerê Kerkûkê jihev qut bikin.
-Beşek ji tîr avêjan, ku hilgirê hizrên tundrewî û regezperestin, tîrên wan jehrawî ne û hewla guherîna dîmografiya kelhê daye û didin.
-Beşekê din ji tîr avêjan jî bi cilekî netewî û nîştimanî ve ne, lê belê ji bo armanceka berjewendiya teng ya hizbî ve hewla ruxandina kelha polayîn ya Kerkûkê (YNK`ê û cemawerê bajêrî) didin, bo wê mebestê jî sînaryoyên ecêb dariştine ta ku bi xeyalê xwe bikarin YNK`ê li berçavê cemawerê Kurdistanê bi taybetî li ber çavê cemawerê Kerkûkê neşîrîn bikin.
-Beşekî dine yê tîr avêjan ew alî ne ku li beramber destkeftekî madî, biryarên li derveyî îradeya xwe cîbicî dikin.
-Hemû tîr avêj armancek wan ya hevbeş heye ew jî ruxandina kelhê bûye, dawiya dawî jî neku nekarîne berekî bi tenê yê kelhê bileqînin, belku ewqas westiyane ku tîrên wan têra kelha bihêz ya kurdayetiyê nakin, sedema wê jî ewe ku ji bo siyaseta rast û dirust û berpirsyarane û nîştimanî ya YNK`ê, bêhnferehî û pişt girêdan bi cemawer ve û sebir û guhnedan bi wan hemû teşhîrên wan û tuhmetan ku rûbirûyê YNK`ê tên kirin, her wek ji ber plana stratejî û yê neguhêr ya Yekîtî ku ji bo niha û pêşeroja Kerkûkê dariştiye. Niha jî di germahiya bangeşeyê de.
-Berçavê cemawerê Kerkûkê ji hemî demî zêdetir rontire, dizanin ku dengdan bi namzetên YNK`ê, dengdane bi kelha kurdayetî û tenê di wê rêyê de jî dengdan dighêje armanca xwe. Ji ber wê jî welatî û tenanet kadir û endamên hizbên din yên Kurdistanê bi wî awayî berfreh hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye hembêz dikin.
Wî demî bila tîr avêjên westyayî bila her mijûlî tîr avêtinê bin. Çûnkî ew li wan kesên westyayî diçin ku bi westyayî xencerê li (ka)yê dide. Hevalên YNK`ê jî bi piştevaniya cemawerê bajêr wek hertim pişta xwe didin tîr avêjan û xwe ji bo roja hilbijartinê û bi destxistina pirtirîn denga made dikin, bo wê yekê ku ahenga serkeftinê û wergirtina desthilatê û dawîanîna bi desthilata xwe sepandî bigerînin.
*Letîf Nêrweyî
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîtişmanî ya Kurdistanê YNK`ê
XELAT
