Salvegera 240 saliya avabûna bajarê Silêmanî paytexta rewşenbîriyê

 Salvegera 240 saliya avabûna bajarê Silêmanî paytexta rewşenbîriyê

Bajarê Silêmaniyê di 14/11 sala 1784 `an ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin û navê bavê xwe (Silêman Paşa) lê kiriye, ev bajar ji bilî ku paytexta mîrîtiya Babanî`yan bûye, di heman demê de navendeke bazirganî û rewşenbîrî ya serdema xwe bûye.

Nivîskarê rojnameya Kurdistanî Nwê (Hîwa Mihemed) di gotareke xwe de ku di rojnameyê de belav kiriye bi navûnîşana (Silêmanî çawa hatiye avakirin?) têde behsa dîroka avabûna bajêr kiriye û di berdewamiya gotarê de dibêje:

Di sala 1922`an heta 1924`an Silêmanî paytexta dewleta Şêx Mehmûdê nemir jî bûye, ji bilî wê jî lendika rewşenbîrî û têkoşeran bûye û malbenda rabûna şoreşê û raperînê jî bûye di dîroka Kurdistanê de.

Mehmûd Paşayê Baban di sala 1781`an bîra wê yekê kiriye ku navenda rêveberiya siyasî li Qelaçiwalan biguhêze cihekî din, ji ber wê jî Seraya hukimraniyê li nêzîkî gundê Melkendî çêkiriye û piştre Îbrahîm Paşayê Baban di sala 1783`an bû bi mîrê mîrîtiya Baban û dest bi avakirina bajêr kir heta sala 1784`an bajar temam kiriye û Silêmanî kiriye paytexta mîrîtiya Babanê.

Îbrahîm Paşa bi xwê mîrê mîrîtiya Qelaçiwlan paytexta Babanê bûye lê di bin gefên berdewam û metirsiya Îraniyan de bûye ji ber wê paytext ji wir guhaste Melkendî ku dikeve vî aliyê çiyayê Giwêje û Ezmer.

Her weha digel danîna kevirê bingehîn a bajarê Silêmaniyê, di sala 1926`an -1928`an cihek ji bo rêvebertiya bajêr hatiye veqetandin û navê wê kirin Seray. Ev Sera pêk hatiye ji du qatan û 43 odeyan û çendîn car ew avahî hatiye nûjenkirin û ji bo rêveberiyên fermangehên bajêr hatiye bikaranîn û piştre ji bo rêveberiya polîs û qayîmqamtiyê hatiye terxan kirin.

Taxên kevin ên bajarê Silêmaniyê jî ev bûn (Giwêje, Sabûnkeran, Dergezên, Kanêskan, Serşeqam, Serçîmen û Cûlekan). Li gorî zaniyariyan ev bajare bi 26 sal piştî damezrandinê, hêjmara akinciyên wê gihêştiye 10 hezar kes û eve jî wê yekê dide nîşandan ku ev bajar bi awayekî bilez geş bûye.

Niha tevî deverên Germiyan û Raperîn û parêzgeha Helebçe, hêjmara akinciyan gihêştiye zêdetir li 2 milyon û nîv kes û tevahiya rûberê wê jî 21 hezar û 17 kîlo metre çargoşe ye. Bajarê Silêmaniyê niha ji bi sedan tax û hezaran kolan û cade pêk tê û ji hemû parêzgehên Êraqê berê xwe didin vî bajarê bi mebesta geştiyariyê.

Her weha bi boneya 240 saliya avabûna bajêr jî, çendîn çalakiyên kulturî û çandî û rewşenbîrî li bajêr tên lidarxistin û li dibîstanan jî ev roj tê pîroz kirin û hemû xelkê bajêr bi cilên Kurdî û kevneşopiyên û nerîtiyên xwe yên kevin pêşwaziyê li vê rojê dikin û li hev pîroz dikin.

 XELAT/ Ji Soranî Dawûd Çîçek

Foto: DGK & GK.tv