Li ber dergehê Laliş
Nivîskar: Konê Reş
Êzidî; Kurdên Herî Resen in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de.
Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin, kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya destine û gelek baweriyên şaristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aşûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.
Erê ev ol çiyayî ye, şuristî ye, oleke aşitîxwazane ye.
Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeşînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne.
Di baweriya min de ta ku ola wan hebe, wê zimanê kurdî hebe..
Parastina vê olê, parastina Kurdistanê û zimanê Kurdî ye.
XELAT