Welato! Êdî bese lo..!
Nivîskar: Konê Reş
Welato! Êdî bese lo..! Bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike..! Di vê rewşa dîrokî û neyekrêziyê de, çax û demên min ji gurnijandin û hevdîtinan re nîne.. Li min bibore.. êdî nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro), giyanê min dihejînin.. Nema xewn û xeyal karin bi dil ku dil bihejînin.. Dil perçe werçe bûye..! Êdî bese Welato!
*********************
Ezbenî! Çima yekîtî di rê de winda dibe?! Çavên me qerimîn û yekîtî nehat..! Her ku deriyek vedibe, em dibêjin; belkî yekîtî têre derbas bibe! Her ku mûmek vêdikeve, em bi hêvî dibin ku li ber ronahiya wê yekîtiyê bibînin.. Mixabin, gelek sal derbas bûn û me ew yekîtî nadît.. Îro, ji doh û pêr bêtir, pêdeviya me bi yekîtiyê heye.. da ku em wek duyemîn netew, xwedî ziman û kultur di nav civaka netewên Sûriyê de bijîn û bê tirs çîroka (Memê Alan, Siyabend û Xecê û Derwêşê Evdî), Ji zarokên xwe re bêjin.. Erê her û her ez ê bendewarê yekîtiya kurdan bim...
*********************
Ezbenî! Wek ku tu dibînî, em gêjomêjo bûne.. Ji neçarî, em çirayên ronahiyê dipelixînin! Veşartokên xwe li ber tava rokê vedişêrin! û êdî nema zanin, em ê li kû bisekinin. Ji berpirsyarên rêxistinên me re; ewên ku em hez wan dikin û ew dîroka me ne; gelo em ê çawa pêvajoya we a rast bişopînin..?! Gelî xewnan zû bi zû nemirin..!
**********************
Ezbenî! Bajarê te, ji bilî dengê şer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalix in û bajarê me kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din jana yekîtî û yekrêziyê dikşînin.. Hinek dilovanî..!
**********************
Ezbenî! Di van rojan de, çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim..! Careke din ji nav toz û tirabêlka gundên Beriya Mêrdînê derkevim û berê xwe bidim Qamişlo..! Qamişloka ku xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêze? Em destên xwe ji kê re dirêj bikin û bibêjin: Baranê bibar bibar.. Çûka genimê te xwar, yekîtî dike hawar..!
XELAT