Qehremanek ji welatê min

Qehremanek ji welatê min

Qehremanek ji welatê min

Ji xêr û bêra welatê min,

te şitlek di nav xaka wî ya pîroz de çand.

Xwezaya welatê min bi bejn û bala wê ya zirav,

bedew û qeşeng dibû.

Bilind dibû û dibû darek,

li ser şaxên wê xunce û pelên şîn û gulên renge reng dibişkivîn û dawî ber didan.

Li buhişta wê ya jor, balindeyan hêlînên xwe lê avakiribûn.

Bi hezaran li ber siya wê ya hênik rûdiniştin û xwe ji agir û tîrêjên rojê yên şewatker diparaztin.

Li hawirdora wê dexsok û neyaran,

her roj şax û ber û çuqlikên wê dibirîn û dişewitandin.

Te ew çanda şînkirin û parastin û avedaniyê diyarî gelê xwe kir, û tu bûy î endezyarê berxwedana aştiyane li hember hêza xwezayê û neyar û nehezan ya neyênî, û ma ji erkê min, ku ez wê ji ba û bahoz û bageran biparêzim, Mamostecan.

 

Nivîs: Bawerê Kurmanc

 

24.10.2022 z – 2722 k

XELAT