Zanîna nirxên ronakbîran pêş mirinê ye

Zanîna nirxên ronakbîran pêş mirinê ye

Nivîskar: Hozan Efrînî

Gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê hîn jî negihîştiye wê baweriyê ku xwedî li rewşenbîr û ronakbîrên xwe derkeve û beriya mirinê wan dilgeş û dilşad bike.

Ev diyarde gelek nexweş û cihê xemgînî û nerihetiya mirova ye. Ji berk u piştî ku ew mirovê jêhatî û jîr û zana jiyana xwe jidest dide, tê bîra mirova taku li ser binivîsin an jî tiştekî bi nave wî bikin an jî xelata kar û berhemên wî bikin.

Ez hêvîdarim ku ev diyardeya ne rewa û nexweş ji nava rêzên çanda gelê me rabe û kok nemîne, ji berk u tenê nirxa wan mirovên berhemdar piştî mirina wan didinê, lê ya herî rast ewe ku pêş mirina wan ew nirx ji wan re were dayîn.

Bi bihîstina nûçeya koça dawiyê yê her ronakbîrekî kurd, jidestdana kevrek ji stûna pişta ronakbîrî û rewşenbîrî û çand û hunera kurdî ye. Mixabin ev yek rastiya vejiyana me kurda ye. Pêwêste em nixên van kesan bidin wan û xwedî li wan derkevin him pêş mirin û him li piştî mirana wan .

Ronakbîr û rewşenbîrê Kurd ê Kerkûkî kak Zaihr Şekûr ku xwediyê rûkeneke cuda bû, ji nav me bar kir.

Ev mirov bi nav û bange, lê ne nefis bilibd û xwediyê rêklemkirin û zirtdayiyana xwe ye, keseyetiyekî sade û hêmin û li ser xwe bû. Xwedî kesayetiyekî bihêz û jêhatî û rewşen raman bû.

Mirin mafe û riya me giştikaye, lê koça zûh ya dawî yê mirovê wiha wek kak Zahir Şakûr ziyaneke mezin e ji çand û huner û rewşenbîrtiya gelê kurd re.

Oxir be ji te re ey rewşenbîrê bi tiwane û watedar.

 

XELAT