PESN Û DEREW HEVCÊWÎ NE
Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat
Berî çend salan
Min kesek li civatekê dît
pesna gundê xwe pir û pir da û got:
Şêniyê gundê me biçûk û mezin pir ji gundê xwe hez dikin, lê ez bêhtir
Em qîmeta gundê xwe pir dizanin
Xwezî hemû gund wek gundê me bûna
Ji gundan tenê gundê me û bes
Li rojeke buharê ez çûm gundê wan
Dema ez gihîştim nav gund, ez seyr mam!
Li tenişt her malekê sergoyek hebû
Agir bi piraniya wan sergoyan ketibû
Xaniyên gund ji dû nedihatin xuyankirin
Min nêrînên xwe li dûr û nêzîk gerandin
Tenê darek hebû ew jî hişk bûbû
Dibistana gund a biçûk dîwarek hilweşiyayî bû
Camên penereyan şikestî bûn
Li ber dîwarekî ku nîvê xwe hilweşî bû
Çend kes li ser keviran rûniştibûn
Her yekî tibziyeke dirêj di dest de bû
Lêvên wan diliviyan, min nizanî çi digotin?
Min silav da
Wan tenê serê xwe hejandin
Ez gihîştim orta gund
Mizgefteke mezin bi kevirên spî hatibû avakirin
Çend kesan bi miştikan dora wê paqij dikirin
Kesê ku pesna gundê xwe dabû
Ew jî di nav wan de bû
Min nehîşt min bibîne
Ez ji nav gund derketim
Ta gihîştim gundê xwe, min li paş xwe nenihêrî
Pesn û derew hevcêwî ne
Ji hînga ve
Guhên min pesnan nabihîsin
Çavên min pesnvanan pir nizim dibînin
Efrîn: 21. 04. 2024
XELAT