Zimanê Kurdî: Çend Têbinî û Gotareke Celadet Bedirxan

Zimanê Kurdî: Çend Têbinî û Gotareke Celadet Bedirxan

Nivîskar: Shahîn Bekir Soreklî

Bêyî guman birêxistina kampanyayeke bo zimanê kurdî derfeteke di cîh de ye û hêvîdar im armancên erênî bi dest xe. Lê bi rastî min dil nebû beşdare vê kampanyayê bibim ji ber ku ne tiştekî nû ye û bawer nakim rewşa li holê bi şêweyeke rêk û pêk baştir bike. Di nav 25 salên derbas bûnî de bi dehan gotar derbarê vê pirsê de hatin nivîsandin lê, mixabin, gavên mezin derbarê baştirkirina rewşa xwe bi zimên ve girê dide nehatin ranan; nehatin ranan çimkî kampanyayên berê û yên nuha ji bilî daxwaz û hêviyên atifî ne tişt in. Em hemî dizanin ku nexweşiyek di nav Kurmancan de heye, lê em nikarin ji vê nexweşiyê re dermanan bibînin. Va bûn bêhtir ji sed salan bizavên weşandina rojname û kovarên kurdî dihên kirine, lê di heman demê de, ji rojnameya Kurdistan û kovara Ronahî bigir ta rojnameya Armanc û kovara Nûdem, hemî ji birçîna mirine.

 Sedemên nexweşiya xwe bi zimên ve girê didin çi ne?  Sedemên mirina rojname û kovaran di nav Kurmancan de çi ne?  Bêguman gellek ji me dê bindestbûnê û bêdewletbûnê wek eger bidin. Hinekên din ê bibêjin ku gellek Kurd di malên xwe de zimanên din bi kar dihînin. Hinek ê bibêjin rêxistinên me tawanbar in. Lê diyarkirina van egeran têrê nake. Divêt em bipejirînin ku gelê kurd, sedem çi dibin jî, wek zeviyekî “bejî” maye û jê re “avdan” pêwîst e. Gelo ava ji bo avdanê pêwîst çawa dikare bihêt bidestxistin?  Gotinên wek “li zimanê xwe xwedî derkeve, bi kurdî bixwîne, zimanê me hebûna me ye...” durist in, lê nikarin bi milyonan mirov şareza bikin. Propaganda dikare tifingê têxe dest kesan, propagandaya sîstêmatîk dikare mêjiyan bişo, lê fêrbûn û perwerdekirina ramyarî tiştekî din e. Her kes dikare xwe wek “siyasî” bihesibîne, lê her kes nikare bêyî proseyeke perwerdeyî fêr xwendinê û nivîsandinê bibe.

 Kurd nema di nav kaşên xwe de ji bandora ziman û çandên din parastî ne. Proseya asîmîlekirina wan li aliyekî bihêle, cîhana me biçûk bûye. Di vê cîhanê de zimanên bi hêztir û yên ji bo bazirganiyê grîngtir zimanên biçûktir bi ber leheya xwe dixine. Di nav 25 salên derbas bûnî de bi dehan zimanên mirovan mirin. Îroj heta bi zimanên wek fransî û almanî be xwe di bin bndora tehlûkeya zimanê îngilizî de dibînin. Ji çakbextiya me, nuha çend dezgehên me yên televizyonên satelîtî û çend dezgehên me yên radyo hene, lê li hember wan bi dehan yên bi zimanên din hene. Em nikarin bi gotinên atifî xelkê wînin ser rê. Fermo bala xwe bidin malên Kurdên li derve, ji Swêdê bigir ta Australyayê. Bi hezaran Kurd TV’yên satelîtî yên bi Erebî û Tirkî xistine malên xwe. Heta li beşên binxetê be zarokên kurd ji televizyonên tirkî fêr tirkî bûne. Ji bo hejmareke mezin ji Kurmancên li derve, bi taybetî yên bakurî, peyvên kurdî ku ew pê dizanin nema têr pêdiviya rojane dikin, ew nema dikarin bi wan peyvan bi zarokên xwe re têkevin guftûgo. Hinek ji dengbêjên bakurî, ligel fîdakariya wan, çakiya armancên wan û tevî xweshbûna deng û mûzîka wan, di bizava strana bi kurdî de zimanên kurdî brîn dikin û heta bi stranine demên par be bi encama telafuzeke bed diherimînin …

 Şoreşeke çandî di nav Kurmancan de pêwîst e û dema cîhgirtina wê bi ser ketiye. Ji bo afirandina derfetên birêxistin û berfirehkirina prosrya fêrkirina zimanê kurdî di nav xelkê de, tevdêr, plan, xweorganîzekirin, disîplîn, pispor, kadir û ber her tiştî derfetên aborî divên. Ta ku proseyeke weha cîh negire kampanyayên derbarê axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî de serkevtineke mezin bi dest naxin. Nivîsandin, çapkirin, weşandin û belavkirina pirtûkên fêrkirina kurdî divên, pirtûkên bi şêweyeke çak ji aliyê kesên derbarê zimên û pêdagojiyê de têgihîşt; her weha derfetên din, wekî dezgeheke televizyonî ji bo pêşvexistina mijarên xwe bi zimên û Çandê ve girê didin. Hişyarkirin û fêrkirina daniştvanên gundan û bajran divêt. Afirandina çakberhemên hunerî, rewşenbîrî û wêjeyî divên. Berfirehkirina xuset û erfên xwedinê di nav xelkê de divên. Fêrkirina dayan û bavan divêt... Bi kurtî, divêt em nexweşiya li holê ji nû ve û ligor şert û mercên dema xwe û realîteya xwe bidin ber çavan, nexweşiyê baş binasin û bi nav bikin, jê re li dermanên durist bigerin û wan dermanan bi şêweyeke rêk û pêk bi kar wînin. Yan na, nexweşiya li holê bi niviştan û bi durişmên atifî nahêt çareserkirin.

Dilên xwe li min mehêlin û min bibexşînin, hêjayan, ger wêneya min raber kirî ne yeke rengîn bû. Fermo va gotara li jêr bixwênin, gotara ku hêjayê me Celadet Bedirxan ber 73 salan nivîsandibûye. Ez wê ji bo we xwendevanên birêz wek diyarî pêşkêş dikim:

 

ŞÊRÎNIYA ZMANÊ KURDMANCÎ *

 **Celadet Bedirxan

 Wekê ez gehiştim Bêrûtê roj çû bû ava û sê saet ji şevê derbas bû bûn. Sibe¬tir, berî nîvro, ji mêvanxa[neyê] derketim, min da kûçe û kolanan, û gehiştim mey¬dana Burcê. Dinya germ, ba şil, bihna mirov teng dibû, diçikiha.

 Min xwe da ber siha qehwekê, canê xwe divêsihand. Burc meydaneke fireh û drêjkî ye. Di nava wê de parîzekî kiçîk lê spehî heye. Bi giya, bihnûn û daran xemilandî ye. Tê re aveke kiçik dibihure û dikeve nav bêrmeke tenik. Erda bêrmê ji kevirên şehkirî û benevşgon raxistî ye. Rengê avê tê de winda dibe. Pêrm wek zevîyeke benevşîn xuya dike.

 Li serê meydanê sê kûçeyên mezin - ji bakur, ji rojhelat û rojava - xelkê bajêr ditînin û Iê dirijênin. Xelk di nav kûçeyan de mîna roba¬ran diherikin. Ev sê robarên ko di meydanê de digehin hev, dibin lehîke boş û xwe didin ber parîzî. Di ber caxên parîzî re pêlên lehîyê dişkên û lehî dibe du bir, birek di ber rastê û birê din di ber çepê parîzî re diherike, heta piştî Serayê, paşê, dilopên lehîyê, ber bi behrê ve, ji hev dikevin û belav dibin.

 Xelk di ber min re dibuhirîn. Pîr û ciwan, jin û mêr, dewlemend û belengaz; ji her rêzê, ji her rayî, ji her nijad û miletî. Min ew ji belg, dêm û serçavên wan nas dikirin.

 Carinan şefqekî gewr û pehn bi şaşikekî kesk diketin ber; kumekî sor di ser çarikekê re diqeliqî. Jinikeke zik mezin, wek denekî, gêr dibû û diket pişta keçi¬keke narîn û bejnzrav.

 Ev e, pêxwasek, qaşo bê hemdê xwe destên xwe di ser hêt û navkelên van pîrek û keçikan re digerîne.

 Min canê xwe vêsihandi bû. Rabûm, ketim nav pêlên lehîyê. Ji nişkê ve, ji kolanekê, çend serîyên bi kum û destmal li min der bûn.

 - Ne lo!... hê zû ye... ma çiman… dev jê berde... Heso digot... na herê... guh mede...

 Qet ne dihat bîra wan ko ez jî bi zmanê wan dizanim, ko ez jî yek ji wan im. Ji xwe ji min re zilamek divîya bû ko hûrmûrên min hilgire, bibe mêvanxanê. Min deng li yekî kir.

 - Xorto, heke vala yî bi min re were. Xortê ko min deng lê kiri bû, ji hevalên xwe veqetiya û da pey min.

 Heta ko em gihiştin dikanekê min deyn (deng: Soreklî) ne kir. Li dikanê min cixareyek da wî û me dest bi axaftinê kir.

 - Xorto, tu xelkê kû derê yî?

 - Ez xulam, ez bedlîsî me.

 Lê zmanê wî ne zarê xelkê bedlîsî bû, min got:

 - Ma çire dibêjî ko bedlîsî yî, ji zmanê (mebest zarava/lehce ye: Soreklî) te kifş e ko tu ji dora Mêrdînê yî.

 - Belê, xebera te rast e, lê ez eslê xwe dibêjim. Ez bedlîsî me, lê di mihacirîyê de derketim û di dora Mêrdînê de bi xwedî bûme, ber vê yekê...

 - Kengê hatiyî Berûtê?

 - Ev bû salek û hin, ma ez xulam tu ji kîjan welatî yî?

 - Divêt tu jî , ji zmanê min bizanî.

 - Gora zmanê te tu ji welatê Botan î, lê di vî bajarî de tu botî nînin.

 Pêlekê sekinî. Kifş bû ko difikrî û di bîra xwe de li tiştekî digeriha. Di pey re, rabû ser xwe, hat destê min û got:

 - Ez xulam, li sûçê min menêre, min aniha tu nas kirî. Ji xwe min bîhîsti bû ko yek ji we li Bêrûtê ye. Min dil dikir ez herim ziyareta wî lê min fedî dikir. Xwedê ji min re li hev anî.

 - Belê yek ji me li Bêrûtê ye, lê ew ne ez im, ew brayê min e. Ez li Şamê rûdinim.

 Di pey re ez û xweyîyê dikanê em ketin bazara kaxeza Hawarê. Ji xwe ji bona kirîna kaxeza Hawarê hati bûm Bêrûtê.

 Min şuxlê xwe kuta kiri bû. Kaxez bi rêhesinê [dê] bihata rêkirin. Tinê kaxeza çermî min ê bi xwe re bibira. Xortê min çermê Hawarê kir pişta xwe û me da rê.

 Em çû bûn dikaneke din. Min bi xweyîyê dikanê re xeber dida. Kurdmancê min di kurçikekê de li ser tetikan rûniştî li min dinêrt û dikenî. Min jî bi dev¬kenekê jê re got:

 - Xorto, te xêr e, çire dikenî?

 - Xêr e ez xulam, ji kêfa kurdmancîyê, ji kêfa kurdmancîya te dikenim. Belê li Bêrûtê kurdmanc zehf in. Ji sibê heta êvarê em bi kurdmancî xeber didin. Lê gava ji devê te dibihîzim hêj bêtir kêfa min jê re têt. Ax ez xulam, tu nizanî kurdmancî çiqas şêrîn e.

 - Na herê. kurdmancî kengê bûye şerîn?

 - Bi serê te ê ezîz, tu zman wek kurd¬mancî ne şêrîn e. Ez bi tirkî rind nizanim, lê min ew gelekî bihîstiye. Li Îraqê min erebî û ingilîzî gelek bihîstine. Li Sûrîyê her rûj erebî û frensizî dibihîzim. Ez van datînim ber hev û dibînim ko şêranîya zmanê kurdmancî di tuwan de nîne. Lê çi fêde ew bi kurdmancî nizanin.

 - Ma bizanîyana çi dibû?

 - Hingî, ji kurdmancîyê pêve bi tu zmanan xeber ne didan .

……………………………

 *  Ji HAWAR, hejmar 8:1932, hatiye wergirtin/ Çapa nû:  Mihemed Bekir/ Weşandina li vir: Shahînê Soreklî

 Têbinî:  Dihêt gotin ku Mîr Celadet Bedirxan bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Almanî, Frensî û Înglizî dizanibû. Bêyî guman mebesta wî bi va berhema li jor ne ew e ku zimanê kurdî ji zimanên din çêtir xuya bike, lê ew e ku ji bo her mirovekî zimanê wî yê zikmakî şêrîntirîn zman e. Di heman demê de hêviya wî her ew bû ku Kurd li zmanê xwe xwedî derkevin û zmanên din ji yên xwe çêtir texmîn nekin:  Shahîn B Soreklî).

(2005)

 

XELAT