Çîrok û strana .. Bavê Fexriya
Nivîskar: Konê Reş
Çîrok û strana (Bavê Fexriya), Ji bo evîndarên stranên Kurmancî:
Navê Bavê Fexriya Sebrî ye. Sebrî kurê Hecî Mihemedê axayê eşîra Reşkota bû.
Di sala 1927an de, di şerê Almedîna/ Batmanê de digel eşîra Belekan li ber dewletê rabûn û gernasiyek mezin kirin..
Di encam de wek ku seydayê Cegerxwîn dibêje; wî û hevalên xwe sê alayî ji leşkerên dijmin windakirin.. Dema ku birîndar dibe, xwe li Berya Mêrdînê, gundê Kerengo digire..
Hingê keçika Bişêrî vê staranê davêje ser: (Bavê Fexriya qurba! Dora kaniyê dora mine..
Bavê Fexro li Gêjo siware, dikî nakî Gêjo di bin de nasekine..
Weyla li min, min porkurê! Çavê Bavê Fexriya li hêviya tasek ava destê min e! Xwedêyo!
Bavê Fexriya qurba! Ji înê heta înê..
Îro sê ro Bavê Fexro birîndare di nivînê, wey li minê!
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim..
Herim Hadhaka xopan..
Mala Erakêlê Hekîm..
Ezê bêjim: Erakêlo! Qurba! Sîng û berê min keçikê bike melhema devê vê birînê!...).
Belê me navê keçika Bişêrî nas nekir..
Xelat
