PONİJANDİNEK Jİ JÎYANA BÛDA

PONİJANDİNEK Jİ JÎYANA BÛDA

 Nivîskar: Mehmet Emîn Aslan

 

Bûda Prensekî di sarayêde xwedanê her derfetê ye. Bes jîyana sarayê di nav lûksê û xerckirinêde, Bûda kêfxweş nake. Sarayî di nava her nî'met û şaşayê de, gel tî û jar û birçî...

 Ji ber vê yekê Bûda kinc û paye ê prensîyê ji ser xwe davêje û ji sarayê diqete.

 Qetandina Bûdaya sarayê hesabê desthilatdarîyê xeradike. Lewra jî  xweyî bûnê derbasî xwebûnê dibe û dibe xwedîyê derd û kulê gel û bi gel re dibe yek.

 Di demek kinde jar û zeîf, kal û pîr, keç û xort li dora Bûda komdibin û dibin girse. Her roj gavek daha ber bi  xwebûnê ve diçin. Tekoşînek bêhempa bi destdikeve. Buda, gel bi jîyanek ekolojîk re dide hevnaskirin û hevsengîyê di navbera wan û jîyanêde dirust dike. Têgîhiştinekî gîyanî ji bo gel dike ders jîyanê û bingeha jîyanê li ser exlaqê armanc digre. Ev tekoşîn gel digihijîne asta civakek exlaqî û ekolojîk. Bes ev rewş hesabê desthilatdaran serobin kirîye û hîmê sarayê hecandîye.

 Li hember vê yekê pergala sarayê di nava tevgerekîde ye. Ji bo pergal ji  xwedan bûnê  de nekeve û destkevtîyê desthilatdarîyê ji dest nede... propogande ya  xwedîbûna gel a Li Bûda dike. Gel li Bûda xwedî dibe. Dîsa Bûda ji  xwebûnê derdixin û dibin bi bal xwedan bûnê. Pêkera Bûda li dardixin û Bûda ji xwebûnê derdixin û dikin Xweda. Dêrok herwaha herikî ye. Berê li hember xwedanbûnê dertên dibin xwebûn. Pişt re, kesekî ji nava xwede diniqînin û jê re kunde dibin. Di encamêde jî payeya Xwedatîyê didinê. Armanca pergalan jî her waha ye. Buda ji bo bi gel re bibe yek kinc û payeyê pirensîyê avêtibû... Bes gel, li Bûda bû xwedî. Kes ( Bûda ) ê ku kincê desthilatdarîyê avêtibû bi gel re entegre bibû gel, kincê pêkeryê lêkirin û kirin Xweda û li ber wî kunde bûn. Bûda yê ku karîbû kincê prensîyê bavêje...ji ew roj heta îro nekarîye kincê ku gel li pêkerê wî kirye, bavêje. Tê zanîn ku her qencî û xerabî encama wî bi destê insan e. Heta guhirandin di insanande çênebe, tu encam nayê guherîn...

 Xweda ê mîhriban jî di qur'ana pîroz de vî rewşê destnîşan dike:

 إِنَّ اللّهَ لاَ يُغَيِّرُ مَا بِقَوْمٍ حَتَّى يُغَيِّرُواْ مَا بِأَنْفُسِهِمْ [الرعد:11]

 "Heta milletekî di xwede guherandinê çêneke, Xweda guherandinê tê de çênake."

 

  XELAT