21ê Reşemiyê – Roja Têkoşîn û Nasnameyê
Nivîskar: Sêvdîn Arafat
21ê Sibatê du bûyerên dîrokî û girîng tîne bîra me: yê yekem, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Kolonyalîzmê” ku ji aliyê Yekîtiya Netewan ve hatiye pejirandin;
yê duyem jî “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî”, ku bi armanca parastin û pêşxistina ziman û çandên cîhanê tê şandîn.
Ev her du roj ji bo gelên bindest û bêdewlet, bi taybetî ji bo gelê Kurd, maneya taybet hene. Lê mixabin, heta niha me Kurdan nikarîbûye sûdê rast ji van biryaran bigirin. Hîn jî dagîrkerên Kurdistanê bi awayekî fermî rê nadin hînbûna zimanê Kurdî, û cihê gelê Kurd di nav Yekîtiya Netewan de wek neteweyekê serbixwe tune ye.
Ev yek ne tenê mijara mafê siyasî ye, lê her wiha mijara hebûna ziman û nasnameyê ye. Zimanê dayikê bingehê hebûn û berdewamîya her neteweyekê ye. Neteweyek ku zimanê xwe winda bike, bi demê re rû bi rûyê windabûnê dibe.
Tiştek ku herî zêde ciyê dax û mibîniyê ye ew e ku hin ji Kurdan li Rojavayê Kurdistanê li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî rawestin, bi hin sedemên kelê, pûç û bêbingeh. Di vê demê ku gelek gel li ser parastina zimanê xwe têkoşîn dikin, divê em jî bi yekdengî piştgirî bidin perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo ku ziman, çand û nasnameya me biparêzin.
21ê Sibatê divê ne tenê bîranîn be, lê bibe roja xebat, hişmendî û biryardan ji bo azadî, maf û parastina zimanê me.
Xelat
