Shahîn Bekir Soreklî Derbarê Romana ZABÊL

Shahîn Bekir Soreklî Derbarê Romana ZABÊL

ZABÊL EZ ERMENÎ ME: Romana Ezîz Xemcivîn

Nivîskar û Helbestan: Shahîn Bekir Soreklî

 

Min îroj xwendina romana Ezîz Xemcivîn ya bi navê Zabêl Ez Ermenî Me bi serî kir. Dema pirtûk gihîşt min, min meraq dikir gelo naverok çawa be. Tirsa min ew bû ku ew wek gellek berhemên Kurdan tiji kîna li hember Tirkan be û rûdanên bi stema alîyê tirkî dagirtî dehbare û bîstbare bike. Rast jî berhema Xemcivîn weha dest pê dike. Bêguman ji alîyekî ve reva ji vê yekê tune, çimkî mijara xwe bi wê qonaxa demî ya xwe bi Ermeniyan ve peywendîgir dike yeke xembar û tiji êş e û navêt bihêt jibîrkirin. Lê ji bo kesên ji nifşê min agahdarkirina rojane derbarê stem û neheqîyên alîyê tirkî de êdî nema pêdivî pê heye. Çima? Di jiyana xwe de ez bi sedan car û bêtir rastî nimûneyên xwe bi stemkarîya alîyê tirkî ve girê didin hatime. Yanê, bûye wek nexweşê li dû birçîbûnê weqa xwarin didinê, ku dayîna kevçîyekî diin ji wê xwarinê dê wî vereşîne. Erê, roman bi nimûneyên diltezîne yên kiryarên ne-mirovane li dij Ermenîyan dest pê dike. Jiyana Serkîsê ciwan (Hilûç) û bêtara hatî serê yên wî wan neheqîyan ji xwendevanan re aşkere dike, lê ji dest Xemcivîn dihêt der ku wan kiryarên xembar bide alîyekî û berhema xwe bi rêya rûdanên di jiyana Hilûç de diqewimin bixemilîne û balkêştir bike. Xwendevan êdî bi meraqeke germ disopîne gelo ew ê dû re çi bibe. Yek ji şanên serkevtina romanan jî ev e, yanê dema xwendevan dixwaze bêtir bixwîne ji bo bizanibe ka çi li pêş bokeyê/bokeyên romanê ye. Bi xwendina rûpelên li pêş re nivîskar ne tenê bersîvên pirsên em merq dikin dide, lê her weha me haydare hinek rastîyên dîrokî û erdnigarî yên wan herêmên kurdî û yên ne kurdî dike.

Gellek berhemên wêjeyî bi rûdanên trajêdî û xembar bi dawî dihên, lê ne romana Zabêl EZ Ermenî me. Xwendevan dilgeş dibe ku jiyana lawekî ermenî yê ji nav wê qonaxa bi kujtinê, êşê û janê dagirtî azad dibe û li dû rêwîtîyeke wek yeke bêhêvî xuya dike rastî mirovine dihêt, ku li wî xwedî derdikevin û wek yekî ji xwe hembêz dikin. Ev jî ciwanmêrî û mirovîya wan kesên li wî xwedî dedikevin, ku Kurdên Êzîdî ne, xuya dike.

Bo min, ne tenê meraqa li naveroka romanê û rûdanên tê de cîh digirin vê berhemê nerxbilind dikin, lê zimanê berhem pê hatî nivîsandin. Ji rûpela yekemîn ve mirov dizane ku Kurmancî zimanê nivîskêr e, ew ji roja jidaybûnê ve di nav bihîstin û axaftina vî zimanî de mezin bûye û xwe pê ve mijûl kirîye. Min weqa ji xwendina vê berhemê hez kir ku nema dixwazt dawî were. Lewma min hêdî-hêdî dixwend, rojê jimareke ji rûpelan.

Ezîz Xemcivîn bêtir wek helbestvan dihêt nasîn. Ne şaş bim “Zabêl Ez Ermenî Me” romana wî ya duyemîne. Mijara berhem xwe pê ve mijûl dike ne yeke hêsan e, lê Xemcivîn romanê bi zimanekî bedew û hûnandineke xweşik dinivisîne û wê wek berhemeke serkevtî dixe nav wêjeya kurdî. Mala wî ava.

(Shahîn Bekir Soreklî: 29/08/2024)

XELAT