Ji pey 100 sala ra çanda wan nehatye guhestin

Nivîskar: Eskerê Boyîk
Van roja me xezeba leșkerê Tirk bi çavê xwe di Efrînê dît. Zulm anîne serê binelya. Ji weșîtya wane kuștin, șewitandin û talan kirinên dinya hejya, heta heykelê Kawayê Hesinkar jî hilșandin. Kîna dilê xwe li ser wê Sinvola bêruh da rêtin.
Çîrokeke sed sal berê hate bîra min. Dîsa meha Adarê sala 1918 a, rast 100 sal berê, leșkerê Roma reș bê astengî ketin bajarê ermeniya Alêksandrapolê /Gumurîyê/ û rexê çiyayê Elegezê ra xwestin bajarê Yêrêvanê dagir bikin. Rêya wan ser gundên Kurmanca-Êzdiyan yê berpala çiyayê Elegezê ra derbas dibû. Êzdiya tê derdixin ku qezyake xirab berbi wan tê. Ne qewata wan heye pêșyê bigrin, ne jî mecaleke wan ya xwe parastinê heye. Çend rîspiyê êzdiya bi serkêșya Şêx Hemze, bi nan û xwe, bi beyraqa sipî diçin pêșya leșkerê zulmê. Go Şêx Hemze mirovekî oldar, a’lim, zane bû, zimanê Tirkî jî rind zanibû. Diçin çem mezinê leșkerê tirkan, dibêjin: “Heyran em vira civakeke biçûk e feqîr in, em eșîrin, kurmanc in, êzdî ne, tiștekî me dijî we nîne, karê me vê navê tuîne, em naxwezin bikevne nava xêr-șera...” Evan dema pê dihesin ku ew êzdî ne, lê dixin nan û xwêya wan davêjin erdê, pêpez dikin. Wan jî dibin dikine koxekî kevn, nava hêsîrê girtî û derî li ser wan dadidin. Şev evana bi cûrekî kulek ra dertn, serê xwe xilaz dikin, direvin rast têne gundê Camûșvana mezin /Elegeza îro/.
Êzdiyê qeza Qersê /hîmlî sîpkî bûn/, salê 1914-1917 a gund cî- warê xwe hîștibûn revya bûn û wan gunden êzdiyan bal mirovên xwe yê Çamûșvana Mezin, Pampa Kurda û Korbilaxê bi cûrekî sitar bûbûn. Serokê wan, Elî Axa malbeta xwe va li mala Biroyê Xșo, gundê Camûșvana Mezin da bûye..
Hema wê șevê Şêx Hemze giregirê êzdiyan yên Camûșvana Mezin û gundê dorê dicivîne, wanra derheqa rasthatina xwe bi serleșkerên Tirk gilî dike, dibê tiștekî xêrê ji wan bawar nekin, xilazbûna me tenê rev e.
Elî axa nahêle, dibêje tu tiștê tirsê nîne, eșîr bavê eșîrê ye, tiștekî jî me nakin.
Şêx Hemze tê Qundexsazê dibêje barkin.
Qundexsazya bar dikin diçin dikevine gundekî binatara çiyayê Elegezê, perê deșta Rewanê, nêzîkî bajarê Eșterekê. Wê demê gund vala bûyê.
Gotina Şêx Hemzr rast derdikeve. Lêșkerê hatî, nav wande wusa jî kurdên musulman çiqas kîna wan hebûye li ser êzdiya da dirêjin. Dest bi talan û weșîtyê dibe.
Derheqa zulma leșkerê Tirk û alayên Hemîdiyan da ezê du bîranînê biçûk bînim.
Nivîskar Wezîrê Eșo wê derheqê da dinivîse: “Hema wê salê jî, gava leşkerên Karabekir paşayê tirk êrîş anîn ser Ermenistanê, çekdarên kurdên misilman jî wek alayiyên Hemîdiyê bi serokatiya Teyo beg bi tirkan re hatin. Ew li navçeya Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin, (pişt re Elegez), Elî axa û neferên wî wek tolhildanê kuştin û bi ser de jî 150 mêrên kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avêtin çem. Leşkerên tirkan li navçeya Axbaranê bi sedan mêrên kurdên êzdî weke dîl girtin û talan ra birin aliyê Erzirûmê. Kîjan bêxeber û bêguman winda bûn.”.
Têmûrê Bro (90 salî), dadwerê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê di pirtûka xwe ya bîranînan a bi navê “Serbihatiya Malbatekê” de dinivîse:
“Dayîka min tim bi bîr dianî, ku ew şev, di nav dîroka gund de şeveke bi qetil û xwîn û reş bû”.
“Nîvê şevê dest bi bûyerên ecêb dibin. “Tirkan karê xweyî reş kirin”. Axîn û ofîna birîndaran, girî û qûjîna pîrekan, dengê çêrên eskerên tirkan û teqîna çekan heta sibê ker nabe. Sibê pîrek û gundiyên saxmayî qetleke giran li ber çavên xwe dibînin: Laşên zilamên gund ên kuştî, eblûkirî di nava berf û ava axlêvê de. Gelek jê laşê miriyên xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirîbûn.
“Di pey çend rojan re eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbaniyên xezeba tirkan… ”.
Ew wek şerê Baş Aparanê di dîroka ermeniyada eyan e. Hêzên ermeniya bêtaqet bûn pêşiya wan bigrin. Wî şerî de siwarê Cîhangîr axê û Ûsiv beg gihîştin hêzên ermeniyan u bi tevayî pişta leşkerê tirkan şkênandin, berî wan dan ji herêmê raqetandin…
Tu ziyan nagihîje gundê Qundesazê. Tenê Fetiyê Hamê tê kuștin. Ew gundiya ra nareve. Gundda dimîne û tê kuștin.
* * *
Di nava gundê Qundexsazê /Riya Teze/ da goristana kal û bavên wan ya kevin e. Berê wana li ser mexberan bi keviran heykelê hespan, bêşîkê zarokan û kumbetê kevirîn danîne..
Serleșkerê dewleta xezebê dinhêrin binelye Qundexsazê revya ne, kes gund da nemaye hukumî li ser leșkerê xwe dike:
- Eger di gund de zindî tune ne, heyfê ji miriyan hildin. Van heykelên ser mezelan bişikênin.
Kevirê li ser mezelan dişikênin, kumbetan hildiweşînin.
Ew goristan wek heykelê weșîtya Roma Reș heta îro jî nava gund da maye… Gund dijî…
Naha li Efrînê, tiștê ecêb mayînê nîne ku heykelê Kawayê Hesinkar hilșandin e, Gund û bajarê Kurda talan dikin wê ecêbmayîn bûya ku neșkênandana, hilneșandana û talan nekirana…
Ji bo ew çanda pêshyê wan e.
**Têbînî: Nivîskar û helbestvanê kurd ê mezin ev gotar sala 2018 weşandibû , îsal jî di wê bîranînê de dîsa belav kiriye...
Xelat