Rêwîtiya Erziromê
Nivîskar: İkram Oguz
Ev rêwîtîya ku di vê pirtûkê da derbas dibe, di sala 1829an da ji Moskovayê dest pê kirîye û heta Erziromê kudîya ye.
Rêwî Aleksander Sergeyeviç Pûşkîn e.
Rê rêyeke dirêj e.
Lêbelê dirêjîya rê bila çavê we netirsîne, pirtûk pirtûkeke zirav, lê têr û tijî ye.
Pirtûk ji 5 beşan pêk tê û 69 rûpel e.
Di herdu beşên ewil da Pûşkîn di derbarê rawestgehên xwe yên rê da agahîyan dide ku, ji wan yek jî Gurcistan û payîtextê wê bajarê Tiflîsê ye.
Gor agahîya ku Pûşkîn dide, di wan salan da li Gurcîstanê 2500 malên Ermenîyan, 1500 malên Gurcîyan hebûne.
Herwiha qala germahîya Tiflîsê û hemamên wê yên bi nav û deng jî dike.
Dema ku Pûşkîn ji Kavkasyayê derbas dibe, rewşa gelên ku li wir dijîn dinirxîne û ji bo wan wiha dibêje; „Çem û cewên Kavkazê gelekî alî gel dikin lê ez ji bo rewşa wan ya xirab gelek li ber xwe diketim; heyfa min bi wan dihat ku li vir rêyên kevirî yên xilpe-xwaro hebûn, gîha bê hemdî xwe li wan deran şîn dibû, kesî miqatî lê nedikir…“
Ji Tiflîsê di ser Gumrîyê ra ber bi Qersê diçe, di rê da li konekî Kazakan şeva xwe derbas dike, bi berbanga sibêra dema ku hişyar dibe, ji dûr va çîyayê Araratê dibîne û wiha tarîf dike; „Kazakan berbangê ez hîşyar kirim. Fikra pêşîn ku hate serê min ev bû, ka germa min heye an na. Lê min texmîn kir ku ji xêra mala Xwedê ra ez saxlem û li li ser xwe me. Ez bona hewa paqij ji çadirê derketime derva. Tav êdî derketibû. Li ezmanê sayî çîyakî duserî, bi berfê nixamtî sîs dikir, ‚Ev çi cîya ye?‘ – min tevzî dane xwe û pirsî. Min bersiveke wuha stand: ‚Ev Ararat e‘. Dengê awazan çiqasî xurt e! Min bi xemgînî bala xwe da çîyayê buhurtî, min keştîya Nûh dît ku bi hêvîya nûbûnê û jîyanê hatîye gihîştîye vî tepeyî, sîmbola xirabkarîyê û lihevkirinê ye…“
Pûşkîn di rêwîtîya xwe da rastî Kurdên Êzdî jî tê û di derbarê jîyan û bîr û bawerîyên wanên olî da diaxife ji wan agahîyan digre. Ji wan wiha qal dike, „Begên alayên musulmanan jî berevî çadira general Raêvskî bûbûn; sohbeta me bi destê werger dibuhurî. Di nav leşkerên me da him nûnerên gelên herêmên me yên Pişkavkazê, him jî nûnerên wan axan hebûn, ku berî çendekê hatibûn zevtkirin. Di nav wan da min bi balkêşî li êzdîyan dinihêrî, li Rohilatê wan wek şeytanparêz nas dikin. Weke 300 malbatan li deşta Araratê dimînin. Wana desthilatdarîya padîşahê rûsan nas kir û qebûl kir. Serekê wan, mêrekî bejnbilind û ‚eblu bû kurkekî sor li xwe kiribû û papaxekî reş dabû serê xwe, carna bi hurmetgirtin dihate bal general Raêvskî, serekê suwarîyan bû. Min hewl da ji wî êzdîyî derheqê rastîya dînê wan da pê bihesim. Ewî bersiva pirsên min dida, digot, ew kesên ku dibêjin xwedêgiravî êzdî bawerîya xwe bi şeytan tînin, çîrok in, gotinên vala ne; ewana bawerîya xwe biyekxwedêtîyê tînin; li gor qanûna wan, nabe ku ne’letê li şeytan bînin, ji ber ku meriv nikare sînoran dayne ber dilrehmiya Xwedê. Ev şirovekirin bi dilê min bû, ez jê memnûn bûm. Kêfa min hat ku êzdî bawerîya xwe bi şeytan naynin û şaştîyên wan bi m in wisa dihatine xuyanê ku yên efûkirinê ne…“
Ji Qersê berê xwe didin Erziromê, dema ku di ser pira Çoban Kopruyê (Pira Şivên) ra derbas dibin ber bi Hesen-Qelê diçin, ji bo çêkirin û bedewîya pirê û bajarokê Hesen-Qelê wiha dibêje; „Em li deştê sekinî bûn. Çîyayê Soxanluyê yê bi berfê va nixamtî, bi daristanên six va li dû me mabû. Em pêş da çûn û li tu ciyan rastî neyaran nehatin. Gund xalî bûbûn. Dor-ber melûl bû. Me Erez dît, bi lez dikişiya û li kevirên kenêr diket. 15 vêrstan dûrî Hesen-Qelê pirek hebû, bi awayekî bedew li ser heft sûrên ne weke hev hatibû çêkirin. Bi gotina gotîyan, eva pira şivanekî dewlemendbûyî çêkiriye, ku li girê bilind miriye û heta niha jî mezelê wî nîşan dikin, bi du darên biyê va dorgirtî ye. Gundîyên der û doran têne wira, ew war wek zîyaret qebûl dikin û dua dikin . Navê pirê jî Çoban Kopru ye.
Hesen-Qele tê hesabê Erziromê. Bajar li rex zinaran hatiye çêkirin, dora wê kela ye. Li wir heta sed malên ermenîyan hebûn. Kampa me li deşta berfireh bû û pêşberî kelayê bû. Li wir ez çûme ber xanîyekî kevirî yê gilover, hewza bi kaniya di rengê hesin û gewr li hewşê hebû.
Di bin diwarên Hesen-Qelê da çemê Mûrsê dikişe, kenarên wê bi çavkanîyan va dagirtî ne, ji bin keviran diherikin û dikevine çem.“
Ji Hesen-Qelê derdikevin û ber bi Erziromê bi rê dikevin. Dema ku nêzikî bajêr dibin û ji dûr va dibînin, Pûşkîn wê dîmenê wiha tasvîr dike; „Li Rohilatê Erziromê, li ser girê Top-Daxê tabûra tirkan hebû… Erziroma kaw û kubar li ber me vebû bi kela, minare, bam û arikên şîn va ku li rex hev hatibûne rêzkirin.
Roja 27ê hezîranê, roja sersalîya şerê Poltavayê, saet şeşê êvarê ala rûsan li ser meydana Erziromê milmilî…
Dema em ketine bajêr, Tirkan ji holikên xwe bi mirûzekî ne xweş li me dinihêrîn. Ermenî, bi heytehol li kolanên teng berhev dibûn. Kurikên wan li dor hespên me diçûn dihatin, ser rûyê xwe xaç dikirin û li pey hev dubare dikirin: Xaçparêz! Xaçparêz!..“
Pûşkîn di gernameya xwe da di derbarê Erziromê da jî agahîyên wiha dide; „Erzirom bajarê sereke bû li Tirkêya Asyayê. Tê da weke 100 hezar binecî hebûn lê wisa xûya ye, jimara wî gelek hatibû zêdekirin. Malên kevirî bûn, banên wan ji xweliya kaxçînê bûn û ji dûr va li bajêr binihêrî, ew ecêb xuya dibû.
Hewa Erziromê pir xirab e. Bajar li besteke wisa hatiye çêkirin ku bi 7.000 lingî ser dereca behrê ra ye. Çiyayên dora wî bi berfê va sergirtî ne. Axa vira piranî bê dar in, lê ekindar in. Ew ax bi gelek kanîyên binerd va tê avdan. Erzirom bi ava xwe va deng daye. Ferat sê verstan dûrî bajêr dikişe. Lê li her deran avrê hene. Li sitûyê her kesî va şelbikek bi zincîrê va dardakirî ye, musulmanên qenc wê avê vedixwin û jê têr nabin.
Rêwîyek dinivîse ku ji hemû bajarên Asyayê ewî tenê li Erziromê saeta li ser minareyan ditiye, ew jî xirab bûbû…“
Di derbarê nakokîya ku wê demê di navbera bajarê Erziromê û payîtextê Osmanîyan, Konstantînopolê da hebûye da bi beşek ji destaneke ku ku ji alîyê yêniçerî Eminoxli va hatiye afirandin, dide û wiha dibêje; „Di navbera Erzirom û Konstantînopolê dijberî heye, wek ku di navbera Kazanê û Moskowê da.“
Pûşkîn ev rêwîtîya xwe ya ku ji Moskowê dest pê kirîye û heta Erziromê çû ye, dîtinên xwe, wek gername nivîsandîye. Bi taybetî bûyerên ku di şerê Rûs û Tirkan ên salên 1828-29an da qewimîne, bi hûrgulî vedibêje.
Pirtûk cara yekem di sala 1836an da bi Rûsî hatîye çapkirin.
Têmûrê Xelîl jî ji Rûsî wergerandîye Kurdî û çend meh berê ji alî Weşanxaneya Avestayê va li Stenbolê hatîye çapkirin.
Pirtûkeke zirav lê bi agahhîyên dîrokî têr û tijî ye…
Bi wergera Têmûrê Xelîl a zelal va mirov ji gernameya Pûşkîn tama Kurdî jî digire…
22.10.2025
Xelat/navkurd
