Yekem Çîroka Firat Cewerî `BOYAXKERÊ SOLAN`taybet ji bo Xelat

Yekem Çîroka Firat Cewerî `BOYAXKERÊ SOLAN`taybet ji bo Xelat

Nivîskar: Firat Cewerî

 Osman xwe kelogirî kir û ji diya xwe re got:

– Yadê, ji min re sindoqekê bikire, ez ê ji xwe re boyaxê bikim û peran bidim hev.

Diya wî lê vegerand:

– Lawê min, tu nikarî, tu ê çawan boyaxê bikî?

Vê carê Osman xwe delalî kir û got:

– Wele ez dikarim bikim. Çima kincên lawê cîranê me xweşik in û solên wî nû ne û yên min kevin in? Ez ê ji xwe re boyaxê bikim û ji xwe re pê kincan bikirim.

Diya wî stûyê xwe xwar kir û bi keser got:

– Lawê min, bavê te çûye kar, bi xêr ew ê îdê were malê. Hingî ez ê ji lawê xwe re qatek kinc û cotek solên xweşik bikirim.

Lê Osman dîsan qebûl nekir, herdu lingên xwe li erdê xistin û bi kelogirî got:

– Na, na! Wele tu ji min re kincan nakirî! Tu ê wekî par bibêjî ku ”em ê bi van peran kiriya xênî bidin û ji xwe re pê genim bikirin”.

Diya wî ber bi wî çû, ew maçî kir û got:

– Bi soz ez ê îsal ji lawê xwe re kincan bikirim.

Lê Osman jê bawer nekir. Ji ber ku wan her sal digotin ”em ê ji te re kincan bikirin” lê nedikirîn. Îda Remezanê, gava Osman û zarokên hevalên xwe li malan, li şekir geriyabûn, hevalekî wî nehiştibû ew bi wan re bigere, dehfek dabûyê û gotibû:

– Bi me re negere! Kincên te pînekirî, solên te qetiyayî ne, û lê xistibû.

Osman jî hingî giriyabû, bazdabû malê û bi ser diya xwe de qîriyabû.

Gava ew tişt dihatin bîra Osmên, Osman bêtir bi ser diya xwe de digiriya.

Diya wî ji ber nekir der, rabû ser xwe û ber bi kulînê ve meşiya. Wê ji kulînê destê xwe xist nav lihêfekê, perên xwe yên ku di nav kevnikekî de girêdayî bû, derxist û du pelên deh lîrayî jê derxistin, paşê ew destmala xwe girê da û dîsan xist nav lihêfê. Wê ew bîst lîrayên ku derxistibû dirêjî Osmên kir û got:

– Ha ji te re lawê min, here ji xwe re sindoqekê bikire.

Osman ji kêfan kirî bifiriya. Hema wî bi herdu destan êrîşî wan peran kir. Lê gava ew bi tenê biçûya ser xerêt, dibû ku Apo Ehmed jê re sindoq çênekira. Ji ber ku ew hîn zarok bû. Dibû ku Apo Ehmed baweriya xwe bi wî neanîba.

Îcar ew li ber diya xwe geriya û bi stûxwarî jê re got:

– Yadê! Ma çi dibe lê, bi min re were ser xerêt, da ew zû ji min re sindoqekê çêbike.

Diya wî lê nihêrî, dilê wê pê şewitî, nexwest kêfa wî bişikîne, got:

– Xwe ragire lawê min, ez hevîr bikim, ez ê bi lawê xwe re werim ser xerêt.

Osman lê vegerand:

– De yadê qurban, zûka hevîr bike.

Diya wî çû teşta hevîr derxist, bir da ber kîsê êrd, çend mist ard berdan binê teştê, rûnişt û hevîrê xwe kir.

Tebatî nediket Osman, wî her li dora diya xwe dida lotikan. Geh av bera ber destên wê dida, geh jî hevîrê ku ji teştê dipekiya dida hev û dixist teştê.

Diya wî hevîrê xwe qedand, secadeke kevin avêt ser û teşta xwe danî quncikekê.

Osman hîn jî vir de û wir de baz dida. Hema digot:

– Zû yadê!

Diya wî jî ew qet nedişikand. Her ku wî digot ”zû yadê”, diya wî jî digot:

– Erê yadê bi qurban, em ê herin.

Piştî ku diya wî hevîrê xwe danî quncikê, dawa xwe dawşand, destên xwe şuştin û ji Osman re got:

– De heydê lawê min, em herin, berî ku bibe êvar.

Osman destê xwe avêt kirasê diya xwe û derketin. Mala wan li derveyî bajêr bû. Çemekî mezin di ber mala wan re derbas dibû. Gava dibû zivistan, carna ew çem radibû, ava wî pir dibû, dibû weke lehiyekê. Lê niha havîn bû, ava di çêm de bi delkan diçû. Roj dijwar bû. Ji germa leylan rabûbû. Heke mirov satilek ava cemidî daniya ber tavê, ew ê di hundirê pênc deqîqan de germ bibûya. Di wê germê de Osman û diya xwe ber bi bajêr ve dilezandin. Osman hîn jî dawa diya xwe bernedabû. Te digot qey wê diya wî ji destên wî baz bide. Destekî wî bi kirasê diya wî ve bû û destê din jî li ba dikir. Gava wan çem xelas kirin, Osman xwe avêt pêşiya wê û got:

– Yadê, ez ê bêjim:

 

                        Boyax, boyax!

                        Apo, boyax!

                        Xalo, boyax!

                        Ez solan dibiriqînim!

                        Ger hûn xwe tê de nebînin,

                        Çerxîkî jî nedine min!

 

Ji bo ku ez gelek peran bidim hev û ji te re jî huburiyekê bikirim.

Kêfa diya wî ji wan peyvên wî re hat, daqûl bû, ew maçî kir û got:

– Eferim lawê min. Lawê min jêhatî ye. Lê tu û zarokên xelkê li hev nexin haa!

Osman got:

– Na, na.

Wan riya xwe nêvî kiribûn, bi qasî deh deqîqan mabû ku ew bigihîştina ser xerêt. Lê roj germtir bûbû, mirov digot qey agir bi erdê ketiye. Osman û diya xwe di xwêdanê de mabûn, lê qet ne xema Osman bû, hê jî destê wî bi kirasê diya wî ve bû û xwe li ba dikir.

Êdî ew ketin nav bajêr, wan xwe dane kêlekeke dikanan û xurt meşiyan. Dikan bi rêz bûn. Li ber hin dikanan sindoqên bacan, îsot, firingî û pîvazên şîn hebûn. Li ber hin dikanan jî tayên rengo mengo bi dar de kirî bûn. Osman û diya xwe her dimeşiyan. Berî ku ew bigihîjin ser xerêt bi sê-çar dikanan, Osman got:

– Yadê, yadê, ka binêre!

Wî hin zarokên boyaxker dîtibû. Diya wî sekinî û li wan zarokan nihêrî. Çar zarok bûn. Herçaran jî sindoqên xwe danîbûn ber xwe û rûniştibûn. Lê yekî ji wan çiqasî xweş dikir. Gava wî firça xwe li sindoqê dixist, mirov digot qey ew li tembilkê dixe. Wisan xweş lê dixist. Hema Osman li firça wî û li sindoqa wî dinihêrî. Ger bi ya Osman bûya, ew ê li wir pir bimana, lê diya wî destê wî kişand û got:

– Zû lawê min, dereng e, ancax em bigihîjin.

Osman xwe piçekî delalî kir:

– Yadê, ma ez ê jî bikaribim wisa bikim?

Diya wî bi mana ”erê” serê xwe ber bi jêr ve hejand û got:

– Erê lawê min, tu ê jî hîn bibî.

Ew meşiyan, ketin nav dikanên xeratan. Wan çavên xwe li dikana Hoste Ehmed gerandin. Hoste Ehmed destebirakê bavê Osmên bû. Demekê wî û bavê Osmên bi hev re qaçaxî dikirin. Ew pir caran hatibûn girtin, pir caran jî ji mirinê filitî bûn. Carekê jî gava ew bi şev li tixûb dixin, bi lingê Hoste Ehmed de bombe diteqe. Ji wê rojê û bi vir de ew dev ji qaçaxê berdidin. Bavê Osmên her havîn diçû bajarê mezin kar dikir, Hoste Ehmed jî bi wan pereyên ku ji qaçaxê dabûn hev, ji xwe re pê dikaneke xeratiyê vekiribû û kar dikir.

Ew gihîştin ber dikana Hoste Ehmed û derbasî hundur bûn.

Hoste Ehmed tenê dergûş çêdikir. Bi qasî deh dergûşan li hundur hebûn û yek jî di destên wî de bû, çêdikir. Hoste Ehmed serê xwe hilda banî, por û bijankên wî ji toza textan spî bûbûn.

Xatûnê rojbixêrbûn dayê.

Hoste Ehmed,

– Wey tu ser, ser û çavên min re hatiyî, Xatûn, got. Kerem bike, derbas be.

Xatûnê derbas bû, xwe da ser textikekî û rûnişt.

Hoste Ehmed şelwerê xwe dawşand û pirsî:

–  Êê, xatûn, de ka bêje, hûn çawan in? Hûn ji birakê min Misto naman digirin an na?

Xatûnê piçekî din jî cihê xwe xweş kir:

– Erê Wele kekê Ehmed, berî çendeyekî nameke wî hat. Wî gotibû ez ê berî îda qurbanê bi pênc rojan werim.

Hoste Ehmed:

– Nabêje karê wî çawa ye?

Xatûnê:

– Xwedê zane di avahiyekê de kar dike.

Vê carê Osman, ji bêhna toza textan kuxuya. Bi kuxîna wî re, Hoste Ehmed berê xwe pê ve kir û pirsî:

–  Êê Osmankê min, tu çawa yî?

Osman weke ku fedî kir, bi dengekî nizim bersiv da:

– Ez baş im, apo.

– Xatûn, hûn ê kengî Osmên bişînin mektebê?

– Bi xêr sala bê, kekê Ehmed. Mesrefa mektebê giran e, lê Osman dixwaze bixwîne.

Hoste Ehmed bi dengekî gur got:

– Na, na! Lêwik bişînin, mekteb baş e, Xatûn! Bila ji xwe re bixwîne, bibe tiştek.

Kêfa Osman wê bîskê ji sohbetê re nedihat. Hema wî dixwest deqîqekê berî deqîqekê sindoqa wî çêbibe, ji xwe re boyaxê bike û pê kincan bikire. Îcar xwest bala diya xwe bikişîne ser xwe, ziq li çavên wê mêze kir.

Diya wî lê hayî bû. Wê fêhm kir ku tebatî nakeviyê. Ji ber vê yekê zû ji Hoste Ehmed re got:

– Kekê Ehmed, riceke min ji te heye.

Hoste Ehmed weha bi şaşmayî li çavên wê nihêrî:

– Kerem bike, Xatûn.

– Osman dixwaze ji xwe re boyaxê bike.

–  Êê?

– Lê sindoqa wî tuneye. Em hatine ba te, ji bo ku tu jê re sindoqekê çêbikî.

Hoste Ehmed keniya:

– Rice gişt ev bû, Xatûn?

– Erê Wele, kekê Ehmed.

Di wê navberê de, Osman ew bîst lîrayên ku pê re bû, dirêjî Hoste Ehmed kir.

Hoste Ehmed destê wî guvaşt,

– Na lawê min, got, ma ez ê çawan peran ji te bistînim? Tu ji xwe re bi van peran firçe û boyaxê bikire. Lê piştî du rojên din were sindoqa xwe bibe.

Piştî ku Hoste Ehmed weha got, Xatûnê nizanîbû bi çi awayî spasên xwe jê re pêşkeş bikirana, lê piçekî fikirî û bi stûxwarî got:

– Xwedê ji te razî be, Xwedê kêmasiyê nede te.

– Tu çi dibêjî Xatûn, min û bavê Osmên tam deh salan bi hev re kar kiriye.

Xatûnê dîsan got:

– Xwedê kêmasiyê nede te!

Paşê ew rabûn ser xwe ku herin. Hoste Ehmed jî rabû ser xwe û bi wan re derket heta bi devê dêrî.

Osman û diya xwe ji Hoste Ehmed xatir xwestin û berî dane malê. Piştî ku du roj di navberê de derbas bûn, Osman dîsan çû ba Hoste Ehmed. Hoste Ehmed sindoqa wî çêkiribû, jê re qayişek jî lê xistibû. Osman qayişa sindoqa xwe avêt stûyê xwe, bi lez ji dikanê derket û ber bi dikana boyaxê ve çû. Wî ji xwe re firçe û boyax kirî, çû li ba zarokên boyaxker rûnişt û bang kir:

 

                        Boyax, boyax!

                        Apo, boyax!

                        Xalo, boyax!

                        Ez solan dibiriqînim!

                        Ger hûn xwe tê de nebînin,

                        Çerxîkî jî nedine min!

 

Hema zilamekî dirêj, bi navmil, sola xwe danî ser sindoqa wî û got:

– Zû birazî, qondera min boyax bike, berî ku makîne here.

Osman firçe û boyaxa xwe derxist û got:

– Baş e,  apo, ez ê a niha, di deqîqekê de boyax bikim.

Piştî ku Osman qondera wî boyax kir, mêrik du lîra avêtin ser sindoqa wî û çû.

Osman ew du lîra avêtin çavîka sindoqê û got:

– Ev sifteh e.

Wî heta êvarî panzdeh lîra kar kir. Hîn jî boyaxa wî bi têra du rojan mabû. Berî ku ew here malê, ew çû dikanê, qevdek pîvazên hêşin kirî û dûre berê xwe da malê û lezand.

Gava ew gihîşt malê, dît ku diya wî li ber kuçik e, agirê bin beroşê tev dide.

Osman berî ku têkeve hewşê bang diya xwe kir:

– Yadê, yadê!

Diya wî rabû ser xwe û bi kêf got:

– Tu hatî, lawê min?

Ji kêfa devê Osmên nediket hev, wî jî bi ken got:

– Erê yadê, binêr, min pîvaz jî kiriye û hîn çardeh wereqe jî bi min re hene.

Diya wî ber bi wî çû, ew maçî kir û got:

– Eferim lawê min! Wê lawê min ji xwe re pê kincan bikire.

Paşê wê qevda pîvazan ji destên wî girt û çûn hundur.

Kincên Osman, dest, ser û çavên wî di boyaxê de mabûn. Diya wî kincên wî jê kirin û bi ava cemidî serê wî şuşt. Paşê wê pantorek û gomlegekî milkurt lê kir. 

Êdî tarî dakete erdê, bû dema şîvan. Diya Osman çû şîva xwe ji ser êgir daxist, xist firaxekê û anî danî ser sifrê. Paşê wê bang Osman û birayê Osmên yê biçûk kir û li dor sifrê rûniştin û xwarina xwe xwarin.

Osman di ser şîvê de her qala xwe û boyaxa xwe kir. Tew bi ya wî bûya, wî ê birayê xwe yê biçûk jî bi xwe re bibira, lê diya wî nehişt û got:

– Na lawê min, hê Hesenko biçûçik e. Kengî ew jî weke te mezin bibe, hingî bila apê wî Ehmed jê re sindoqekê çêbike û ew jî were bi lawê min re boyaxê bike.

Oman şîreta diya xwe qebûl kir û lê vegerand:

– Yadê, gava kekê min jî bi min re were, hingî em ê pir peran bidin hev û em ê ji bo mektebê ji xwe re pê qelem û defteran jî bikirin.

Diya wî dîsan keserek kişand:

– Erê lawê min, hûn ê ji xwe re pê her tiştî bikirin.

Piştî şîvê bi demeke kurt, wê nivînê wan li erdê raxist û bang wan kir:

– De werin lawên min, werin razên. Osman, rabe razê lawê min, ji bo tu sibehê zû rabî ser xwe.

Osman ji cihê xwe hol bû û çû ket nav nivînê xwe.

Ew bi rohilat re rabû ser xwe, ser çavê xwe şuşt, xurîniya xwe kir, rahişt sindoqa xwe, avêt milê xwe, berê xwe da sûkê û çû li cihê xwe yê berê rûnişt. Wî heta bi nîvro bi deh lîran boyax kir. Paşê çû ji xwe re perçak nanê firnê û çend lib zeytûn kirî û hat li ber sindoqa xwe rûnişt û xwar.

Wê rojê sûk gelekî qerebalix bû. Nemaze ji gundan pir mirov hatibûn; yên mast anîbûn ji bo firotinê, yên hêk û yên barên êzingan. Ji bilî wan jî ew roj, roja çûyina eskeriyê bû. Sûk tijî xort, kal, pîr û zarok bûbû.

Wê rojê Osman tam bi sih lîran boyax kir. Berî ku tarî dakeve erdê, ew rabû ser xwe, sindoqa xwe avêt milê xwe û berê xwe da malê. Gava ew gihîşt malê, hîn roj bi qamekê bilind bû. Diya wî şaş ma, ji wê webû beleni hatine serê wî. Lê gava ew gihîşte cem, Osman keniya, diya wî xwe negirt û pirsî:

– Xêr e, lawê min? Çima tu weha zû hatî?

Osman destê xwe avêt bêrîka xwe, sih lîra nîşanî wê da û got:

– A ez ji bo van zû hatim dayê! Ma qey ne bes e?

Diya wî ji nû ve ruh pê ve hat. Wê sindoqa wî ji milê wî kir û bi hev re meşiyan malê. Paşê şîva wî li ber wî danî, li ba wî rûnişt û bi stûxwarî jê re got:

– Osmankê min.

Osman serê xwe rakir, pariyê di devê xwe de cût û got:

– Çi ye yadê?

– Lawê min, tu ê bikanibî sibehê şûşa gazê bi xwe re bibe û ji me re hinek gaz bikire?

Osman dîsan kevçiyek li xwarinê xist û got:

– Bila yadê, bila.

Ew şev di ser wan re derbas bû. Osman sibehê zû rabû ser xwe, weke her car ser çavê xwe şuşt, xurîniya xwe kir, rahişt sindoqa xwe, avêt milê xwe û çû li cihê xwe ê berê rûnişt.

Wî heta nîvro kar kir. Paşê nihêrî ku cîpek sekinî û çend zilaman xwe jê avêtin. Gava wan zilaman xwe avêtin, zarokên li ba Osman gişa bazdan. Lê, Osman şaş ma. Wî nizanîbû çi bûye, an ji bo çi hevalên li ba wî hemû reviyan. Hîn ew wisa difikirî, yekî ji wan peyan bi milê wî girt û şîmaqek lêxist. Paşê pehînek li sindoqa wî xist û got:

– Hey bêjî lawê bêjiyan! Ev çend car in em ji we re dibêjin li vir boyaxê nekin!

Hingî Osman têgihîşt ku ew çawîşên belediyê ne. Hema wî rahişt sindoqa xwe û ji destên wî baz da. Çawîş da dû. Di wê navberê de, texsiyek ji jor ve xurt dihat. Texsiya ku xurt dihat, ji nişkê ve li nav guhên Osmên ket. Tenê dengek ji Osmên derket, dengekî bi qêrîn. Esnaf, nanpêj û barkêşên wê dorê hemûyan baz dan, hatin ser Osman. Nihêrîn ku sindoq, boyax, firçe û şûşa wî ya gazê her yek bi derekê de belav bûye, Osman di nav tekerên texsiyê de bûye nanik.

1980

Têbînî: Em çîroka pêşî ya bi navê (BOYAXKERÊ SOLAN) ku Firat Cewerî berî bi 45 salan nivîsandiye, bi destûra Firat Cewerî bi we re par ve dikin.

 XELAT/Taybet